Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin 2025-07-14 11:50:50 ŞIRNEX - Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, tazmînata ji bo malbata leşkerê di pevçûnê de hatibû kuştin hatibû dayin, weke “zirara cemaweriyê” nirxand û xwest malbatên HPG’iyan vî pereyî bidin.   Leşkerê bi navê Ozgur Kara, di 19’ê Gulana 2016’an di pevçûneke li Payîzava ya Wanê de hate kuştin. Ji bo xizmê Kara 50 hezar tazmînat hate dayin. Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, ev tazmînata hatiye dayin weke “zirara cemaweriyê” nirxand û xwest malbatên HPG’iyan vî pereyî bidin. Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, di çarçoveya biryara 3’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Wanê de, ji bo 50 hezar lîre tazmînata ji Coşkun Kara re hatiye dayin û ji bo pereyê ji bo lêçûnan hatiye xerckirin, serî li Dadgeha Hiqûqê ya Giştî da. Fermandariyê, îdia kir ku mixdara behsa xeberê rê li ber zirara cemaweriyê vekiriye û xwest ev pereye ji malbatên endamên HPG’ê D.B. û R.O ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn, bê standin.    Cendirmeyan, di serlêdana xwe de îdia kir ku zirara di pevçûnê de derketî ji ber çalakiyê çêbûye lewma divê malbatên aliyê din ên tev li çalakiyê bûne vî pereyî bidin. Di vê çarçoveyê de jî xwest pereyê tazmînatê û yên lêçûnan ji malbatên HPG’iyan were standin.    Malbatan, li dijî teblîxata peredayînê ya Daîreya Îcrayê ya Wanê ji wan re şandiye, îtîraz kirin. Piştî qebûlkirina îtîrazan, bi daxwaza betalkirina îtîrazê li Dadgeha Hiqûqa Giştî ya Wanê doz hate vekirin. Danişîna ewil a dozê dê di 17’ê Tîrmehê de were lidarxistin.