Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn 2025-07-12 18:17:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Azerbêcanê Îlham Aliyev û Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ahmed El Şara civiyan.    Serokkomarê Azerbêcanê Îlham Aliyev, bi Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ahmed El Şara ku ji bo serdana xebatê çû Bakuyê, hevdîtin pêk anî. Li gor daxuyaniya ji Serokkomartiya Azerbacênê hat kirin, Aliyev û Şara, bi beşdarbûna wezîran û rayedarên din, hevdîtinek pêk anîne.    Di hevdîtinê de, bi taybetî li ser tevkariya enerjiyê ya di navbera her du welatan de hat sekinandin. Hat diyarkirin ku Sûriye di warê enerjiyê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye û hat ragihandin ku projeya îhrackirina enerjiyê ya Azerbêcanê wê di demeke nêz de di ser Tirkiyeyê re ji bo Sûriyeyê bê veguhastin. Hat destnîşankirin ku dê ev proje tevkariyeke girîng li ewlehiya enerjiyê ya Sûriyeyê bike. Her wiha hat destnîşankirin ku Azerbêcan xwedî wê kapasîteyê ye ku tevkariyê li jinûveavakirina binesaziya enerjiyê ya Sûriyeyê bike. Ji bilî van, di hevdîtinê de li ser tevkariya çandî, perwerdehî û mirovî ya di navbera her du welatan de jî hat sekiandin. Hat gotin ku ji bo xwendekaran meseleya bûrsê û restorasyona berhemên dîrokî û çandî jî danûstendin hatine kirin.    Paşê Aliyev û Şara bi tenê hevdîtinê domandin.