Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin? 2025-07-03 10:34:27   WAN - Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn têkildarî hevdîtinên li Meclisê axivî û got: “Hinek derdor li bendê ne ku rêxistin di demekî nêz de çekan berde. Baş e lê dema çek berdan dê çi bibe? Dê temînatekê bidin van? Dê di qanûnan de sererastkirin bên kirin?”     Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derbasî qonaxeke nû bû. Serokên baroyên bakurê Kurdistanê jî ji bo nîqaşên heyî pêşniyarên xwe tînin ziman. Di vê çarçoveyê de serokên 16 baroyan li Enqereyê bi partiyên siyasî re civiyan. Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn diyar kir ku divê civak bi êşên hevpar re rû bi rû bibe û îktîdar jî ji bo “ewlehiyê” gavên jidil biavêje.    Alptekîn, da zanîn ku weke serokên baroyên herêmê çûne serdana meclisê û xwestine têkildarî pêvajoyê li ser hûrgiliyan nîqaşan bikin. Alptekîn, got: “Tenê bi berdana çekan a rêxistinê nabe. Di dawiya dawî de êşên hatine kişandin hene. Her wiha kesên di girtîgehê de, yên tehliyeyên wan hatine astengkirin hene. Ji ewil divê em meseleye fermî bibe. Ev pêvajo yekalî nameşe. Ev pêvajo yekalî nameşe. Di gelek qadan de pirsgirêk hene û me pêşnûmeyeke ji 17 xalan pêk tê pêşkeş kir. Li vir daxwaza me ya sereke ew e ku Meclis referans were girtin. Ji ber ku dema Meclis referans hate girtin û gava ewil hate avêtin, ev pêvajo êdî dê fermî bibe. Divê êdî sepana qeyûm bi sererastkirin. Anku divê nebêjin ‘ez ê li şaredariyên muxalîfan qeyûman tayîn bikim.’ Divê sererastkirineke qanûnî ya van tevekan ji holê radike bê kirin. Anku yên bi hilbijartinê hatin divê bi hilbijartinê biçin.”    HEVRÛBÛNA BI RABÛRDIYÊ RE    Bi domdarî Alptekîn anî ziman ku hewceye di mijarên ziman, pişaftin û mafên çandî de jî gavên cidî bên avêtin û got: “Di vê mijarê de hewceye hem Kurd hem jî Tirk bi êşên hevpar re hevrû bibin. Ji ber ku dema em behsa aştiyê dikin, mimkin nîne em Dayikên Şemiyê ji bîr bikin. Her wiha em nikarin tiştên li Roboskê qewimîn ji bîr bikin. Ji bo van hewcehî bi hevrûbûneke hevpar, bi hafizeyeke hevpar dibe.”    MESEEYA TEMÎNATÊ   Di berdewamê de Alptekîn anî ziman ku rojeva çekberdanê ya rêxistinê hêj rojeveke germ e û wiha pê de çû: “Hêj hinek gav nehatine avêtin. Hinek derdor li bendê ne ku rêxistin di demekî kin de çekan berde. Baş e lê dê çi bi van çekan bibe? Dê têkildarî van temînatek were dayin, dê di qanûnan de sererastkirinek were kirin? An jî çi temînatê didin kesên di pêvajoyê de cih digirin, rojnameger û kesên li ser meseleyê diaxivin? Tecrûbeyên biêş ên berê hene. Li gelek kesan doz hatin vekirin û hatin darizandin. Aktorên di bin sîwana Meclisê de bi salan piştre hatin darizandin. Di esasê xwe de yek ji sedema van fikaran jî tirsa ji bo rojên pêş e. Ditirsin ku tiştekî bibêjin. Ji ber ku îxtîmal heye ku 5 sal piştre bên darizandin. Lewma divê ev mijar bi qanûnan bên misogerkirin.”    GIRTIYÊN NEXWEŞ   Alptekîn, destnîşan kir ku divê gavên lezgîn bên avêtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa endamên rêxistinê yên tên û ya girtiyan heye. Li gel vê, helwestekî ATK’ê ya li gorî cureyê sûc heye. Cihêkariyê dike. Divê biryarên xwe li gorî cureyê sûc nede. Nayê zanîn ka dê di vê mijarê de gav bên avêtin an na. Belkî sibe îktîdar an jî muxalefet biguhere lewma divê temînateke qanûnî hebe. Di hevdîtinan de li ser van mijaran tevek hate axaftin. Me di vê mijarê de agahî dan Meclisê.”    ‘JI HÊLA AŞTIYÊ VE TU FIKAR NÎNIN’   Alptekîn, bi lêv kir ku tu fikareke civakê ya ji bo aştiyê nîne û ev tişt anî ziman: “Lêbelê di mijara usûl û rêbazê de rexne hene. Çend pirsên di vê mijarê de nehatine zelalkirin. Divê pêvajo yekalî nemeşe. Helwesta me tevan ev bû. Divê her du alî jî gavan biavêjin. Li rexekî em dibêjin aştî û li rexa din jî dibêjin temînat lê heke dê her rojnameger, şaredar û endamên meclisan bên biçavkirin, ev nabe. Heke dê bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya girtiyên 30 sal in di girtîgehê de bên taloqkirin, ev pêvajo nameşe. Jixwe zextên wan deman ev encam bi xwe re anîn. Heta ku sedemên rê li ber van encaman vekirin ji holê neyên rakirin, heta zemîneke hiqûqî nebe em nikarin qala pêvajoyeke aştiyê bikin. Lewma divê fikarên me ji holê bên rakirin.”    ‘GEL LI BENDA GAVÊN JIDIL E’   Alptekîn, axaftina xwe wiha qedand: “Beriya her tiştekî gel li benda gavên jidil e. Avakirina komîsyonê di esasê xwe de tê wateya fermîbûna vî karî. Wê demê dê nekarin mîna li Dolmabahçeyê gotin ‘Em li wir axivîn lê em qebûl nakin.’”   MA / Adnan Bîlen