Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin 2025-06-29 09:00:44   RIHA - Jin li Wêranşerê ji bo protestokirina komkujiyên li dijî jinan mejiyan.    Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi meşekê komujiyên li dijî jinan protesto kir. Meş û daxuyanî li Parka Şaredariyê hat lidarxistin. Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun û gelek jin tev li bûn. Di heman demê de jinên li parkê hatin agahdakririn û piştre li ser navê jinan Gulsum Ocalan axivî.    Gulsum Ocalan, komkujiyên li dijî jinan ên di demên dawî de zêde bûne bi bîr xist û got: “Em dizanin, ya ku jinan qetil dike zîhniyeta mêr-dewletê û polîtîkaya necezakirinê ye. Lewma em her tim dibêjin ‘Cînayetên jinan polîtîk in’. Banga me ji bo hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk e; em bi hev re ji komujî, tacîz û tecawiza li dijî jin û zarokan re bibêjin bes e. Em ê li dijî komkujiyan bêdeng nemînin.”    Piştî axaftinan, çalakî bi berzkirina dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û bi lêxistina çepikan bi dawî bû.