Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî 2025-05-17 09:18:02 AMED – Ji bo merasîma bibîranîna qadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku dê sibe li Qada Şêx Seîd bê lidarxistin banga “Em li nirxên xwe xwedî derbikevin” hate kirin.  Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” di 27’ê Sibatê de kir, PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de PKK'ê Kongreya 12’emîn lidarxist. PKK’ê di 12 Gulanê de di daxuyaniya têkildarî kongreyê de şehadeta qadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn aşkere kir. Li Amedê dê ji bo qadroyên PKK’ê yên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîmek girseyî bê lidarxistin.   Dê merasîma bibîranînê li Qada Şêx Seîd ya navçeya Sûrê di 18’ê Gulanê de saet 15:00’an de lidarbikeve.   Hevserokê Komeleya Çand û Yekîtiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç wiha got: “Em ê ji bo herdu hevalên xwe merasîma bibîranînê lidarbixin. Altûn û Kaytan ji bo azadiya gel bi salan wefadarî têkoşiyan. Em hemû gele xwe vedixwînin ji bo vê merasîmê.”   ‘EM LI NIRXÊN XWE XWEDÎ DERBIKEVIN’   Hevserokê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Amedê Abbas Şahîn, bibîr xist ku ji bo çareseriya demokratîk a pirgirêka Kurd 52 sal têkoşîn hate dayîn û wiha got: “Dê di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hemû şehîdên dozê di merasîma 18’ê Gulanê ya li Qada Şêx Seîd de were bibîranîn. Ji bo xwedî derketina li pêvajo û nirxan em hemû gele xwe vedixwînin Qada Şêx Seîd.”   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Rûçem Vefa Elyakût ji bo merasîma bibîranînê bang kir û got: “Em li nirxên xwe xwedî derbikevin.”