Piştî 30 salan serbet hat berdan: Hêviya me serketina pêvajoyê ye 2025-05-03 15:52:45 STENBOL - Mehmet Şahînê ku piştî 30 salan serbest hat berdan, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan li girtîgehan bi coş hatiye pêşwazîkirin û got: "Hêviya me, serketina vê pêvajoyê ye."  Mehmet Şahînê ku di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Kocaeliyê de girtî bû, piştî 30 salan serbest hat berdan. Gelek kesan Şahîn, li ber girtîgehê pêşwazî kir.    Şahîn ku li ber girtîgehê axivî, diyar kir kiu li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin û got ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan bi coş hatiye pêşwazîkirin û bûye cihê kelecanekê. Şahîn got: "Pêvajoyeke nû dest pê dike. Hêviya me jî serkeftina vê pêvajoyê ye û azadî ye. Hemû heval bi van hestan kelecanî bûn. Hêviya wan jî, rojek berî rojekê pêşxistina siyaseta demokratik û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd û aştî û aramiya welêt e."