Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne 2025-05-01 13:11:38   RIHA - Rojnameger Ekrem Berekat diyar kir ku Durzî ji ber nasnameya xwe hedef tên girtin û got: “Planeke ku gelan bi hev didin qirkirin di meriyetê de ye.”    Ji 27’ê Nîsanê heta niha li paytexta Sûriyeyê Şamê li taxên Ceramane û Eşrefiyatê pevçûn hene. Pevçûnên di navbera komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê û komên Durziyan de didome.    Êriş, piştî ku xwendekarên nêzî HTŞ’ê yên li Humsê dest bi hedefgirtina xwendekarên ne Sunnî kirin, dest pê kirin. Piştre jî li ser medyaya dijîtal gelek parvekirinên nefretê hatin parvekirin. Bi van parvekirinan re li Humsê xwendekarekî zanîngehê yê Durzî hate qetilkirin.    BÎLANÇOYA 4 ROJAN: 22 KES MIRIN    Bi mezinbûna bûyeran re komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê êrişî taxên Ceremana û Eşrefiyeyê kirin ku piraniya şêniyên wan Durzî ne. Di mizgeftên nêzî her du taxan de bangên cîhadê û qetilkirina Durziyan hatin kirin. Li vê derê li gel Durziyan, her wiha welatiyên ji baweriyên cuda jî hedef hatin girtin.    Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji 27’ê Nîsanê  heta niha di pevçûnan de 6 Durzî û 16 jê HTŞ’î bi giştî 22 kesan jiyana xwe ji dest dane.    'ÊRIŞ PLANKIRÎ BÛN’   Rojnameger Ekrem Berekat ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku li taxên Ceremana û Eşrefiyeyê ne tenê Durzî, Xiristiyan û penaberên Filistînî û Iraqî jî dijîn. Berekat, got: “Ev êriş, êrişên plankirî bûn. Qeyda deng a behsa xeberê di esasê xwe de tenê hincetek bû. Jixwe biryara êrişan 4 roj berê li Humsê hatibû dayin. HTŞ’iyan li vir xwendekarek qetil kirin. Di roja ewil de hate gotin ku 3 kes hatine kuştin lê hejmar ji vê gelek zêdetir bû. Dema 10 kes hatin kuştin; komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî û rûspiyên Durziyan civiyan. Lê belê ji nîqaşan encamek derneket û êriş zêde bûn. Niha jî pevçûn hem li taxan hem jî li bajar didomin.”    'JI BER NASNAMEYA XWE HEDEF TÊN GIRTIN’    Bi domdarî Berekat anî ziman ku Durzî ji ber nasnameya xwe hedef tên girtin û wiha pê de çû: “HTŞ, girêdayî îdeolojiya El Nusrayê ye. Lewma Durzî kirin hedef. Di nava HTŞ’ê de komên cuda hene. HTŞ nikare piraniya wan koman kontrol bike. Weke ku îdia dikin di bin kontrola wan de nînin. Weke ku me tevan bi hev re şopand, li bajarên rex behrê zêdetirî 3 hezar Elewî hatin qetilkirin. Ev reqeme tenê ew reqem in fermî ne. Weke mînak; li rex behrê zêdetirî 20 gundên Elewiyan hatin tunekirin û her kesên li wir dijiyan hatin qetilkirin. Ji pitikên di dergûşê de heta kesên 70 salî, tevek qetil kirine. Van komkujiyan ne di çapemeniya li vir de ne jî di ya cîhanê de cih negirtin. Tevek bêdeng man. Ew komkujî hêj didomin. Em niha dibînin ku koma xwedî heman zîhniyetê dîsa li sehayê ye. Dihat îdiakirin ku di komkujiya li herêma qeraxê behrê de tiliya Tirkiyeyê heye. Ev, îdiayeke girîng e.”    ŞERÊ ÎSRAÎL Û TIRKIYEYÊ    Berekat, da zanîn ku lîderên komên serkêşiya êrişan dikin di 26’ê Sibatê di “Kongreya Neteweyî ya Sûriyeyê” de li gel Ahmet el-Şara wêne kişandine û axaftina xwe wiha qedand: “Êriş, piştî bangên cîhad û komkujiyê hatin kirin. Ev kes bi awayekî girêdayî HTŞ’ê ne. Di vê pêvajoyê de car bi car Îsraîlê mudaxile kir. Balafirên bêmirov ên Îsraîlê li vir êrişên hewayî kirin. Îsraîlê di asta wezîran de daxuyanî da û got ku dê êrişên ser Durziyan qebûl nekin. Hêj jî sewqiyatan ber bi herêmên pevçûn lê didomin ve tên kirin. Em nikarin bibêjin tiliya Tirkiyeyê yekser di van êrişan de heye. Lê belê yên van êrişan dikin, bi awayekî girêdayî Tirkiyeyê ne. Anku kesên di nava van koman de cih girtin, ji hêla Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin. Hinek rexnegir, tiştên diqewimin weke şerê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de dinirxînin. Anku em qala planeke mezin dikin. Projeyeke wisa ye ku gelên Sûriyeyê bi hev didin qirkirin. Di salên 1990’î de li Bakur çawa cînayetên kiryarnediyar hatibin kirin, hewl didin niha li herêmên Durzî lê dijîn jî heman tiştan bikin.”    MA / Ceylan Şahînlî