Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe 2025-04-29 15:17:30   ÊLIH - Nûrettîn Çelebî ku piştî 31 salan hate bedrdan, li bajarê xwe Êlihê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.    Nûrettîn Çelebî ku li Girtîgeha Tîpa S a Doşemealti ya Antalyayê dihat ragirtin û piştî 31 salan di 26’ê Nîsanê de hatibû tehliyekirin, vegeriya bajarê xwe Êlihê. Çelebî, li Êlihê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Rêveberên TUAY-DER û xizmên Çelebî jî di nav de bi sedan kes tev li pêşwazîkirinê bûn. Çelebî, li bajarokê Girêsîra bi çepik û tililiyan hate pêşwazîkirin. Çelebî, kesên ew pêşwazî kirin hembêz kir û bi hev re govend gerandin. Piştre jî Çelebî û kesên pê re bi konvoyeke wesayîtan derbasî Taxa Emelî Tokiyê bû.    Çelebî, got ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd girîng e û banga xwedîderketinê li her kesî kir.