Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome 2025-04-29 09:02:50 WAN - Seroka AKDAM'ê Dudu Buşra Maksûtoglû Karadenîzê diyar kir ku heta tundiya li ser jinê bi dawî nebe, wê têkoşîna wan bidome.  Navenda Piştevaniya Jinan û Komeleya Stargeha Jinan a Edeneyê (AKDAM) di sala 1998’an de ji aliyê komek jinan ve ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û bilindkirina hişmendiyê hat avakirin. AKDAM a ku li navendê bi rêgeza "beyana jinan esas e" xizmetên şêwirmendiya hiqûqî, derûnî û civakî pêşkêş dike, bi dilxwazî ??piştgiriya jinan dike.   Seroka AKDAM'ê Parêzer Dudu Buşra Maksûtoglû Karadenîzê ya ku ji bo 28'emîn Kongreya Stargehên Jinan û Navendên Piştevaniyê ya Mor Çatiyê hat Wanê got: "Heta ku tundiya li ser jinê û wekheviya zayendî pêk hebe wê têkoşîna me bidome."   Dudu Buşra Maksutoglu Karadenîzê diyar kir ku AKDAM 28 sal in li Edeneyê ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinê hatiye avakirin û wiha got: "Em li Edeneyê yekane komeleya ku ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinê dixebitin. Ji bo jinên mexdûrên tundiyê piştgirîya hiqûqî û derûnî dikin û wan arasteyî saziyên pêwendîdar dikin."   'EM LI DIJÎ TUNDIYÊ TÊDIKOŞIN'   Dudu Buşra Maksutoğlu Karadenîzê diyar kir ku wan li ser keçên ku di temenê biçûk de hatine zewicandin lêkolînên cuda kirine û got: "Em komeleyek in ku ji bo mafên jinên penaber jî xebatê dimeşînin. Ji ber ku Edene herêmeke pir kozmopolît e û gelek koçberî lê tê kirin. Ji ber vê tevliheviyê, gelek binpêkirinên mafan li dijî zarok, jin û kesên LGBT'î pêk tên. Em ji bo pêşî pêşî li vê bigirin dixebitin.”   Dudu Buşra Maksutoglu Karadenîzê diyar kir ku kongre û semînerên li ser tundiya li ser jinê û mafên jinan tên lidarxistin zorê didin dewlet û desthilatê û got: "Em bi berdewamî li ser binpêkirina mafan dixebitin. Pêkhateyên me ji 13 bajaran tên kongreyê û her ku em pêkhateya xurt a tevgera jinan bi awayekî komî, bi hev re û xurt nîşan didin, dewlet û desthilat guh dide gotina me."   Dudu Buşra Maksutoglu Karadenîz di dawiya axaftina xwe de got: "Dibe ku jin zêde stargehan tercîh nekin. Zarokên ji 12 salî mezintir li stargehên ku ne aîdê şaredariyê ne, nayên qebûlkirin. Jinên ku naxwazin ji zarokên xwe qut bibin, naxwazin li stargehan bi cih bibin. Jinek ku dikeve stargehekê nikare li derve kar bike û pêwendiya wê ya bi derve re qut dibe. Dixwaze karekî bibîne û jiyana xwe bi rengekî bidomîne. Lewma pir stargehan tecrîh nakin. Di warê hejmarê d ekêm in, lê şertên hundir ne ew qas xirab in. Stargeh ji bo jinên tundî li wan tê kirin cihên girîng in. Lê wekî hejmar kêm in û ji ber şert û mercan jin pir tercîh nakin."    MA /Rûken Polat - Ozlem Yacan