Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e 2025-04-23 12:51:52 ENQERE - Bi hinceta ku ferhenga Kurdî, cezayê hucreyê li girtî Cengaver Aykul hatibû birîn. AYM’ê serlêdana Aykul nirxand û got mafê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin.  Cengaver Aykul li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê dihat ragirtin. Di sala 2019’an de bi ser qawîşan de hate girtin û di lêgerînê de ferhenga Kurdî-Tirkî ya bi Aykul re hate desteserkirin. Rêveberiya girtîgehê, ji bo ferhengê got “amûrên qedexe” û der heqê Aykul de lêpirsîna disiplînê da destpêkirin.    Lijneya disiplînê jî di 12’ê Sibata 2019’an de bi hinceta naveroka ferhengê, ji bo Aykul îdiaya “Karûbarên perwerde û propagandayê yên rêxistina sûc kiriye” kir û 11 roj cezayê hucreyê lê birî. Di biryarê de ji bo hinek îfadeyên di ferhengê de îdiaya “îfadeyên rêxistinî” hate kirin.    CEZA HATE ÎNFAZKIRIN    Aykul, serî li Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê da û îtîraz kir. Dadgeriyê, biryara lijneya disiplînê erê kir. Lê belê Dadgeha Cezayên Giran a Panosê ya Agiriyê diyar kir ku cezayê hatiye dayin cezayekî giran e û bi îdiaya “amûrên qedexe” rojek cezayê hucreyê da. Ev ceza, di 17-18’ê Tîrmeha 2019’an de hate înfazkirin.    Aykul, di 3’yê Nîsana 2019’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    DADGEHA BILIND KETE DEWRÊ    Piştî serlêdana şexsî ya Aykul, AYM’ê xwest ku biryara dagdehê li gorî leha qanûnan were betalkirin. Li ser vê yekê, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind kete dewrê. Bi daxwaza serdozgeriyê, 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind di 15’ê Îlona 2023’yan de biryar da û biryara dadgehê ji ber “leha qanûnan” betal kir. Li ser vê yekê, Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê biryara cezayê hucreyê betal kir.    MAFÊ AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ HATE BINPÊKIRIN    AYM’ê, di 21’ê Çileya 2025’an de serlêdan nirxand û got ku naveroka ferhengê çi dibe bila bibe divê di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de were nirxandin. Dadgehê, diyar kir ku ferheng qedexe nîne û ji ber bi Kurdî hatiye nivîsandin lewma weke hinceta cezayê hatiye nîşandan û ev yek jî tê wateya mafê binpêkirina azadiya xweîfadekirinê.    AYM’ê, di hinceta xwe de destnîşan kir ku di navbera azadiya xweîfadekirinê û ewlehiya girtîgehê de hevsengî tune ye, cezayê hatiye dayin giran e û biryara hatiye dayin derhiqûqî ye.    TAZMÎNAT    Dadgehê, ji ber binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê, xwest 20 hezar TL tazmînata manewî ji Aykul re were dayin.    MA / Firat Can Arslan