Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir 2025-04-22 15:56:05 AMED - Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê bi beşdariya zêdeyî 300 şîrketan dest pê kir. 16'emîn Fûara Çandinî û Sewaldariyê ya Mezopotamyayê ku ji aliyê Mezopotamya Fuarcilik yê girêdayî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) ve tê organîzekirin pêk hat. Di fuarê de ku bi beşdariya Mêrdin, Semsûr, Dêrsîm, Êlih, Cizîr û nûnerên cotkaran hat vekirin, hemû stantên li ser qadeke ji 16 hezar 200 metreçargoşeyî hatin dagirtin. Di fuarê de ku 300 şîrketên navxweyî û biyanî berhemên xwe pêşkêş kirin, bi giştî 127 şîrket berhemên xwe yên nifşên nû pêşkêş kirin. Fuara ku par bi qasî 120 hezar mêvan lê mêvandarî kir, tê hedefkirin ku îsal 150 hezar kesî vehewîne.   KAYA: PÊWÎSTÎ BI ZEMÎNEKE NÛ YA FUARÊ HEYE   Serokê DTSO Mehmet Kaya ku axaftina vekirinê ya fuarê kir, destnîşan kir ku di 3 salên dawî de rêjeya tevlîbûna fuarê ji sedî 20 zêde bûye. Kaya diyar kir ku wan sektor bi organîzasyoneke dadmend a ku îsal ji qadên girtî ji bo ku qadên vekin anîne cem hev û wiha axivî: ''Pêşangeh li 66 komên cuda yên berhemê li fuara me têne kirin. Em poşman in ku me nekarî cih bidin nêzî 30 şîrketan. Daxwaza beşdarbûneke zêde heye, ev j^$i nîşan dide ku fuara me ji bo herêma me xwedî cihekî girîng û stratejîk e. Tevî ku li bajarê me û yên derdora me qadên mezintir ên fuarê hene jî, mixabin fuar nikarin bên lidarxistin. Ji ber ku rêxistinbûneke adîl, dînamîkên navxweyî, vîzyon û zîhniyeteke rêveberî dixwaze. Ji bo ku di serdema pêş de fuarên me xurt bibin pêdivîya me bi qada fuarê ya nû û mezintir heye. Amed niha hêjayî fuareke nû ye. Dema ku me ev momentûm bi dest xist, divê em xizmetên xwe yên organîzasyona adil bi razemenîyên binesazîyên nû ra bilindtir bikin. Ev fuar ne tenê hevdîtinek e, di heman demê de nêrînek e."   Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn anî ziman ku ji bo çêkirina cihê fuareke nû amade ne û wiha got: "Amed bi hezaran salan ji bazirganiyê re pêşengiyê dike. Îro li Rojhilata Navîn pozîsyona xwe ya stratejîk diparêze; Ew wekî bajarekî ewle û rizgarker derdikeve pêş."   Wezîrê Çandiniyê yê berê û Serokê Desteya Rêveberiya Navenda Stratejiya Çandinî û Pêşvebirina Polîtîkayên Çandiniyê (TARPOL) Mehdî Eker da xuyakirin ku pêvajoya nû ya aştiyê ya li qada siyasî destpê kir, wê di aboriya herêmê de pêşketinên girîng bi xwe re bîne.   Piştî axaftinan fuar hat destpêkirin.