Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî girtîgehên wekî bîran didome 2025-04-22 09:03:58 ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya 9 girtiyan a li girtîgehên Tîpa S, R û Y didome. Endama TAYAD'ê Semîha Eyilikê wiha pirsî: "Gelo ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin divê girtî ber bi mirinê ve biçin?" Gelek girtiyên li girtîgehan bi daxwaza girtina girtîgehên R, Y, S û Ewlekariya Bilind, rakirina pêkanîna sewqê, serbestberdana girtiyên nexweşînên wan giran û şandina wan ya girtîgehên ku hevalên wan lê ne, di greva birçîbûnê de ne. 9 girtî li girtîgehên cuda greva xwe ya birçîbûnê didomînin.   Sercan Ahmet Arslan 183 roj, Mulla Zîncîr 159 roj, Serkan Onur Yilmaz 162 roj û Ayberk Demîrdogen jî 42 roj in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê di greva birçîbûnê de ne. Bakî Can Işik 123 roj in, Mîthat Ozturk 67 roj, Hasan Alî Akgul û Alî Araci 62 roj in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku Fîkret Akar ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Çorlû ya Tekîrdagê daye destpêkirin, di roja 22'yemîn de dewam dike.   Li aliyê din dayika girtî Bakî Can Işik Yurdagûl Guneşê jî ji bo piştgiriyê bide daxwazên kurê xwe çalakiya greva birçîbûnê dabû dest pê kirin. Çalakiya Yûrdagul Guneşê ket roja 110'emîn.      Endama Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Hikumxwaran (TAYAD) Semîha Eyilikê diyar kir ku girtîgehên wekî bîran ji bo tunekirina mirovan hatine avakirin.    Semîha Eyilikê got: "Desthilat pêşî êrişî girtîgehan dike. Êrişên li ser girtîgehan wekî provaya êrişên li derve ye. Her ku li dijî girtîgehan êrişên giran çêdibin, li derve jî êrişên dijwar li ser gel dest pê dikin. Dixwazin dengê şoreşgerên pêşengên gel qut bikin. Li girtîgehên wekî bîran ev amûreke êrişê ye. Li girtîgehan girtiyên nexweş tên qqetilkirin. Desthilat ji ber ku encamek ji girtîgehên tîpa F negirt, vêcarê jî girtîgehên wekî bîran ava kir. Girtîgehên tîpa R jî bi hinceta 'rehabîlîtekirina girtiyên nexweş' ava kirin. Lê ji dêvla girtiyên nexweş berdin, xwestin wna li girtîgehan derman bikin. Girtîgehên Tîp S û Y jî ji bo girtiyên soiyasî yên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn hatine avakirin."   Semîha Eyilikê bilêv kir ku girtîgehên mîna bîran bi mîmariya tecrîdê ku mirov neyên dîtin hatine avakirin û got ku li girtîgehan pergala hewadariyê tune ye.    Semîha Eylîkê diyar kir ku ev girtîgehê sêqatş ne û girtîgehên tîpa S bi awayekî roj neyê dîtin hatine avakirin. Semîha Eylikê destnîşan kir ku girtî van girtîgehên wekî bîran naxwazin û got ku ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin ma gere girtî bên sînorê mirinê.