Ji Omer Çelîk daxuyaniya der barê 'pêvajoyê' de: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin 2025-04-21 22:58:04   ENQERE - Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê û Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk der barê pêvajoyê de got: "Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin."   Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê û Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, der barê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Omer Çelîk daye destpêkirin de got: "Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin. Bi taybetî dema ku mirov hawirdora kaotîk a ku cîhan tê de derbas dibe di ber çavan re derbas dikin, ji hêla her kesî ve tê dîtin ku yekîtiya me ya civakî, mezinkirina pîvana demokrasiya xwe û bi gelên li herêmê û cîranên xwe yên nêzîk re di nav hevgirtineke mezin de bin gelekî bi qîmet e.”