Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin 2025-04-16 15:15:03 ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê di saetên pêş de têkildarî rewşa Sirri Sureyya Onder daxuyaniyê bidin.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî rewşa endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku krîza dil derbas kir û piştî emeliyata 12 saetan domiya birin beşa lênihêrîna awarte, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku xetereya li ser jiyana Onder didome û Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê di saetên pêş de têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin.    GELEK KES HATIN SERDANÊ    Di daxuyaniyê de hate gotin ku tedawiya Onder didome û rewşa wî cidî ye. Hat diyarkirin ku gelek kes ji şevê din heta niha li pêşiya nexweşxaneyê disekinin, Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, serokwekîlên koma partiyê û parlamenteran bernameyên xwe betal kirine û hatine nexweşxaneyê.    Hat destnîşankirin ku Serokkomar Tayyîp Erdogan ji şevê din heta niha du caran li Pervîn Buldanê geriyaye, hem agahî girtiye hem jî gotiye “Çi pêwîst bike dê were kirin.” Bi domdarî hate gotin ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê Îyî Partiyê Musavat Dervîşoglû, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan, Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû, Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek û nûnerên AKP’ê, Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li rayedarên partiyê geriyane û şîfaya xêrê xwestine.    Her wiha hate gotin ku saziyên elewiyan ên weke ABF, ADFE, AABK, Komeleyan Çandê yên Elewî ya Pîr Sûltan Abdal, Weqfa Çandê ya Haci Bektaş û nûnerên gelek saziyên din li wan geriyane û şîfaya xêrê xwestine.    Bi domdarî hate destnîşankirin ku Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan baş, partiyên tifaqê û pêkhateyên partiyê jî ji şevê din ve li nexweşxaneyê ne.    Hat destnîşankirin ku Waiyê Stenbolê Davut Gul jî di saetên ewil de hatiye nexweşxaneyê û agahî standiye. Her wiha hate gotin ku Serokkomarê berê Abdullah Gul jî hatiye nexweşxaneyê û Hevserokên Giştî û rayedar ziyaret kiriye.    DEM Partiyê got ku hêj jî gelek kes tên serdanê û dê Hevserokên Giştî têkildarî rewşa dawî di saetên pêş de daxuyaniyê bidin.