Ji bo 59 kesan biryara tehliyeyê hat dayin 2025-04-11 14:49:54   STENBOL - Ji kesên bi boneya çalakiyên li Saraçhaneyê hatin girtin ji bo 59’an biryara tehliyeyê hate dayin.    Ji kesên bi boneya protestokirina girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatine girtin ji bo 59’an biryara tehliyeyê hate dayin. 62’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê îtîrazên li dijî biryara girtinê hatine kirin qebûl kir û biryar da ku tavilê bên berdan.    49’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê jî duh ji bo 102 kesan biryara tehliyeyê dabû.