ROJEVA 8’Ê NÎSANA 2025’AN 2025-04-08 09:00:16   * Wezareta Karên Hundir, biryara bultena sor a der heqê polîs Nûrbakî Goçmez de ku li Cizîrê zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan qetil kiribû, bi îdiaya "ewraq kêm in" cîbicî nake.     * Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dema di bin rêveberiya DEM Partiyê de Kreşa Perperokê vekiribû û xizmet dida malbatên xizan. Qeyûm, gelek zarok bi hinceta ku heqê xwe nedane ji kreşê derxist.    * Endamên Meclisa Ciwanan a HDK’ê ku tev li Meşa Amarayê bûbûn anîn ziman ku heta ku Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê meşa wan bidome.    * Çalakiyên xwendekarên zanîngehê dê bidome. (10.00-17.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDÎ   * Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê beriya pereyan ji endama xwe Hatîce Onaran re bişînê, li pêşiya avahiya şaxê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Baroya Îzmîrê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê li avahiya baroyê daxuyaniyê bide. (14.00)