Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin 2025-04-07 14:50:11   RIHA - Ji bo endama YJA Starê Binevş Altay ku di bombebarana li Garê de jiyana xwe ji dest da, li Pirsûsê şîn hate danîn. Şîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Endama YJA Starê Binevş Altay (Doga Şîn) di bombebarana artêşa tirk a di 11’ê Çileyê de li Garê jiyana xwe ji dest da. Duh hate ragihandin ku Binevş Altayê di êrişê de jiyana xwe ji dest daye û li ser vê yekê malbata wê li Kolana Mahsum a Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Pirsûs a Rihayê şîn danî. Şîn, bi pêşengtiya KATDER’ê û bi beşdariya Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Riha û navçeyên wê û gelek kesan hate ziyaretkirin. Girseya ku li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Pirsûsê hate gel hev, bi dirûşmên “Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" ber bi mala şînê ve meş li dar xist. Her ku girse nêzî cihê şînê dibû hejmar zêde bû û heta gihiştî cihê şînê derket bi hezaran. Girse, ji hêla malbat û şêniyên taxê ve bi dirûşman û wêneyên Binevş Altayê hate pêşwazîkirin.    ‘OCALAN ROLA XWE DILÎZE’   Serdan, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Parlamenter Omer Ocaaln axivî û got: “Em ji bo malbatê sersaxiyê dixwazin. Meseleya em li ser diaxivin ev e. Bedelên giran dixwaze. Malbat her tim bi partiyê re bû. Vê navçeyê rola xwe ya di têkoşîna azadiyê de her tim lîst. Di dema êrişa ser Kobanê de ciwanên vê navçeyê berê xwe dan Kobanê. Ev têkoşîn 50 sal in didome. Van navberan hevdîtin tên kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke birûmet rola xwe dilîze. Lê zarokên vî gelî tên qetilkirin. Çareserî bi êrişkirinê nabe. Walî û qeymeqam heta ji bo cihê şînê jî astengiyan derdixînin. Dema kesekî/ê jiyana xwe ji dest da, têkiliya bi vê cîhanê re qut dibe û divê bi rêzdarî û li gorî baeweriyê bên definkirin. Hin kes pêşiya vê digirin. Ev 41 sal in bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Rêbertî, dibêje aştiyeke birûmet. Ev bi rêzgirtina li hemberî hev dibe. Em banga hesasiyetan dikin. Em bi nirxên xwe serbilind in. Em ji bo aştiyê amade ne. Gel xwedî li bangê derket û divê em hev bigirin.”    'KEÇA MIN KEÇA KURDISTANÊ YE’   Bavê Binevş Altayê Selamî Altay jî spasiya kesên hatine serdanê kir û got: “Keça min keça tevahiya Kurdistanê ye. Heke hewce bike em jî dê tev li vê têkoşînê bibin. Cihê şînê nedan me. Ji ewil gotin temam lê piştre gotin na. Henekên xwe bi me dikin. Divê gelê me vê dijminatiyê bibîne.”    Herî dawî jî dua hatin kirin û serdan bi dawî bû.