Boykota li YTU’yê didome 2025-04-07 12:53:13   STENBOL - Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê ji bo xwendekarên girtî nîşeya “Ev qad ji bo hevalên me yên dema mafên xwe yên destûra bingehîn bi kar anîn hatine veqetandin” danîn ser rûniştekan.    Piştî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, bi pêşengtiya xwendekarên zanîngehê çalakî hatin destpêkirin. Di çalakiyan de polîsan sûcên weke tundî, tacîza zayendî û îşkenceyê li dijî xwendekaran kirin û bi sedan xwendekar di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.    Ji ciwanên hatin binçavkirin 301 jê hatin girtin. Li dijî vê rewşê, li gelek zanîngehan biryara boykotkirina ders û ezmûnan hate dayin. Li Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê jî ezmûnên vîzeyan dest pê kirine û xwendekaran ji bo xwendekarên girtî nîşeya “Ev qad ji bo hevalên me yên dema mafên xwe yên destûra bingehîn bi kar anîn hatine veqetandin! #akademi boykotta” danîn ser rûniştekan û girtina xwendekaran protesto kirin.