ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN 2025-04-07 09:00:12   * Abdullah Ruzgar ku 2 roj piştî banga Abdullah Ocalan hate berdan, diyar kir ku girtiyan banga dîrokî ji dil û can qebûl kirine. Ruzgar, got: “Divê em bêhtir xwedî li têkoşînê derkevin û bi dewletê gav bidin avêtin.”    * Birayê yek ji kadroyên pêşengên ên PKK’ê Mahsum Korkmaz, Fehîm Korkmaz diyar kir ku divê dewlet bilezûbez bersiva banga Abdullah Ocalan bide û got: “Em ji bo jiyanake azad û demokratîk biisrar in û aştiyeke birûmet dixwazin.”   * Prof. Kariane Westrheim diyar kir ku di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de her tişt girêdayî bersiva Tirkiyeyê ya li hemberî banga Abdullah Ocalan e û got: “Beriya her tiştekî divê Ocalan azad bibe. Pêvajoyeke bêyî wî nabe.”   * Gundê Norçînê yê navçeya Hewagê ku li rex Çemê Firatê ye, bi germbûna hewayî re bi rengên kesk, zer û şîn xemilî.    * Xwendekarên zanîngehê piştî betlaneya cejnê îro dê li Enqereyê boykota xwe ya akademîk bidomînin. (10.00 - 17.00)   * Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de biaxive. (11.30) ZINDÎ   * Şaxa OHD’a Stenbolê dê li avahiya xwe ya li Beyoglûyê têkildarî girtî Soydan Akay daxuyaniyê bide. (13.30)