AMED - Welatiyan li dijî projeya GES’ê ya ku tê xwestin li gundê Malê Sala yê Erxeniyê bê çêkirin çalakî li dar xist û destnîşan kirin ku dê destûrê nedin ku qadên wan ên jîngehê bê tunekirin.
Şêniyên gundê Malê Sala yê Erxeniyê û rêxistinên ekolojîst li dijî Santrala Enerjiya Rojê (GES) meşiyan. Meşa ku Meclisa Ekolojiyê ya Amed, Baroya Amedê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ku piştgirî danê pankartên “Xweza me xwebûna me ye, em dev jê bernadin”, “Ne ji xwezayê re ji talanê re bêje bisekine” hatin hilgirtin. Bi domdarî dirûşmên “Bijî berxwedana xwezayê”, “Ji GES’ê re na” hatin berzkirin.
‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN AXA ME JEHRÎ BIKIN’
Şêniyê bi navê Rifat Încî daxuyanî xwend û ev tişt got: “Projeya GES’ê dê bandorek neyînî li ser hewaya gundê me bijke. Dê zirarê bide av û axa me. Hesinên ku di panelan de bikar tînin madeyên kanserojen tê de hene. Em ê destûrê nedin axa me jehrî bikin û çandinî, sewalkarî bi dawî be.”
HEVŞAREDAR: EM Ê DESTÛRÊ NEDIN
Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Arzak Bayakê jî anî ziman dê destûrê nedin talanê û wiha axivî: “Ji bo mêrgên me talan bikin ven projeyan dixin dewrê. Em ê bi gundiyan re li dijî vê li ber xwe bidin. Em ê dahatûya zarokên xwe ji van talankaran re nehêlin. Em ê tu carî destûrê nedin projeyên wiha. Em ê ligel gundê xwe têbikoşin. Mêrg ên me ne û dê her ên me bin.”
‘EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’
Parlamenterê berê Ahmet Yildirim jî got: “Em ê nehêlin ku mêrgên zarokatiya mê lê bilhuriye bên talankirin. Bi kanên kevir, kargehên beton, bendav, GES û madenan ve axa me qirêj dikin. Dema biryarê didin, nêrîna gel nayê pirsîn. GES zirarek emzin dide axê. Werin em bi hev re têbikoşin.”
Serokê Komîyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Amedê Ahmet Înan jî ev tişt got: “Li gelek deverên Amedê tê xwestin ku bi deh hezaran qad ji bo GES’ê bê talankirin. Mudiriyeta Tenduristiyê ya Erxeniyê di rapora xwe de zirarên GES’ê destnîşan kiriye. Bila bê zanîn ku em ê vê projeya talanê ku aborî, tenduristî û dahatûya gel tune dihesibîne, qebûl nekin.”
Piştî axaftinan gire derbasî mêrga ku tê xwestin GES lê bê çêkirin, bû. Şêniyên ku bertekên xwe nîşan dan, destnîşan kirin ku dê destûrê nedin GES’ê.
Çalakî bi çepik û dirûşman ve bi dawî bû.