Li Pirxûsê li dijî GES'ê nobed berdewam dike: Ji bo biryareke demokratîk gel li vir e

Parve bike:

BEDLÎS - Li Pirxûsê çalakiya nobedê ya li dijî D-GES'a ku tê xwestin were çêkirin berdewam dike. Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Erdogan Oduk diyar kir ku li Kurdistanê ekolojî tê talankirin û got: "Hêviya me ew e ku şandeya keşfê biryareke alîgirê sermayeyê nede. Ger biryareke demokratîk were dayîn, gel li vir e."

 
Li bajaroka Pirxûsê ya girêdayî navçeya Xelat a Bedlîsê, Şîrketa Ecowind 1 Enerji A.Ş. a ku di bin banê Ecogreen Enerji Holding A.Ş. de ye, bi armanca avakirina Santrala Enerjiya Rojê ya bi Depokirî (D-GES) şeva 12'yê Hezîranê dest bi xebatan kir. Welatiyan hewl da ku li pêş xebata D-GES'ê ya ku li qada mêrg û çeregeha hezar û 80 donimî ya bajarokê hatibû destpêkirin bibin asteng. Gelek welatî rûbirûyî tundiya cendirmeyan bûn û hinek ji wan jî hatin binçavkirin. Welatiyên ku di rojên piştre re de bi çalakiyên cihêreng bertekên xwe nîşan dan, di 26'ê Hezîranê de ji bo keşfa ku dê ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Wanê ve li qadê bihata kirin, bi traktor û sewalên xwe hatin qadê û dest bi çalakiya nobedê kirin.
 
Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH) Erdogan Oduk talana ku li Kurdistanê zêde dibe û pêşniyarên çareseriyê nirxand.
 
'ENERJÎ DÊ JÎ KÎ RE, JI BO ÇI RE XIZMETÊ BIKE?'
 
Erdogan Oduk destnîşan kir ku qada mêrgê ya yekane ya bajarokê ji bo santrala enerjiyê hatiye vekirin û dê sevalkarî di asteke mezin de bi neyînî bandor bibe. Oduk diyar kir ku divê pirsa "Enerjiya ku tê hilberandin dê çawa xizmetê ji gel re bike" were kirin û ev tişt got: "Ev qada ku lê ne pêşkêşî şîrketan hatiye kirin. Hemû qad hatiye dorpêçkirin. Di encama rapora ku şandeya keşfê amade bike de dê biryarek were dayîn. Hêvî dikim ku biryareke li gorî hewcedariyên gel derkeve. Bêguman divê hilberîna enerjiyê were kirin. Lêbelê divê enerjî ji qada ku lê tê hilberandin heta ku dê ji kî re û ji bo çi re xizmetê bike were pirsîn. Enerjiya ku li vir were hilberandin dê bi tu awayî feydeyê nede gel û zîndeweran. Em dikarin li pişt xwe jî bibînin. Em li herêmeke wiha ne ku çavkaniya debarê sevalkarî û çandinî ye. Em li herêmeke xizan in. Mixabin polîtîkayên ku tên kirin, bûn sedem ku gelê herêmê bikeve nav rakêşiyê û bertekên tund nîşan bide. Bûyer êdî wekî rewşeke polîtîk tê şîrovekirin. Di vê rewşê de divê ji projeya GES'ê were paşvekişandin û berê xwe bidin polîtîkayeke ku karibe bê sepandin."
 
'ŞÎRKET LI DIJÎ GEL TÊ PARASTIN?'
 
Oduk diyar kir ku polîtîkayên xelet ên enerjiyê dê bibin sedema koçberbûna gel û destnîşan kir ku di polîtîkayên hilberîna enerjiyê de pirsgirêkên cidî hene û wiha pê de çû: "Bêyî ku nêrîna gelê herêmê were esasgirtin, divê ev yek neyê sepandin. Vê biryarê saziyek tenê nikare bide. Dema em bi giştî li erdnîgariyê dinêrin, ji xeta Gimgimê heta herêma Kanîreşê qadeke mezin a JES'ê, li vir projeyên GES'ê, li Mêrdînê projeyên GES'ê, li Zîlanê projeyên GES'ê... Dikin ku mirov êdî nikaribin li qada gundewarî bijîn. Ev encamek e ku dê bibe sedema koçberbûna vê gelî. Di bin navê enerjiyê de wekî ku tiştekî bêzirar be tê pêşkêşkirin. Lêbelê rewşeke wiha nîn e. Ez tevdîrên ewlehiyê yên ku hatine girtin jî wiha şîrove dikim: Gelo şîrket li dijî gel, an gel li dijî şîrketê diparêzin? Pêwîstî bi vê heye? Qet tune ye. Gel bi salan e li ser van axan dijî. Bêguman dorpêçkirina axa wan, dê mirovan aciz bike. Destwerdanên pir cidî çêbûn. Gel îro jî li vir e. Ji bo ku xwedî li axa xwe derkeve dîsa hat qadê. Hêviya me ew e ku keşf biryareke alîgirê sermayeyê nede. Ger biryareke demokratîk were dayîn, gel li vir e. Zemîna demokratîk gel bixwe ye."
 
'DIVÊ BIRYAREKE DI BERJEWENDIYA GEL DE DERKEVE'
 
Hevserokê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Pirxûsê Fesîh Bîtîm jî bal kişand ser wê yekê ku mêrgeke din a bajarokê tune ye û wiha axivî: "Bi talankirina ax û mêrga gel dê nagihîjin tu cihî. Divê zilm li gel neyê kirin. Em dixwazin dengê me bigihîje meqamên têkildar. Ger ev mêrg ji destê vî gelî were girtin, gel dê koç bike. Sewal dê li ku derê biçêrin? Gelê Pirxûsê di rewşeke giran de ye. Ev mehek e li ber xwe dide. Em dixwazin biryareke di berjewendiya gel de derkeve."
 
MA / Can Kirbaş
Nûçeyên Têkildar
Li Gimgimê armanca kooperatîfa jinan hilberîna kolektîf e
Li Gimgimê armanca kooperatîfa jinan hilberîna kolektîf e

Seroka kooperatîfa ku armanc dike jinên li Gimgimê tevli hilberînê bike Întîzar Guzelçay, bang li jinan kir û got: "Werin em bi hev re qezenc bikin, bi hev re mezin bibin."

Li Pasûrê qirkirina daran berdewam dike: Serlêdana sûc hat kirin
Li Pasûrê qirkirina daran berdewam dike: Serlêdana sûc hat kirin

Li navçeya Pasûrê qirkirina daran di rojekê de ji 2 kamyonan derket 8 kamyonan. Baroya Amedê û Meclisa Ekolojiyê li dijî vê qirkirinê serlêdana sûc kirin.

Têkildarî şewata ku bû sedema mirina 15 kesan giliyê heyeta pêzaniyê hat kirin
Têkildarî şewata ku bû sedema mirina 15 kesan giliyê heyeta pêzaniyê hat kirin

Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku berpirsiyarê şewata ku di navbera Mêrdîn û Amedê de derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest da, hîn nehatiye eşkerekirin û got ku wan giliyê raporên pêzaniyê yên ku DEDAŞ'ê bêsûc nîşan dane, kiriye.

Welatiyê ku bertek nîşanî GES’ê da hat binçavkirin
Welatiyê ku bertek nîşanî GES’ê da hat binçavkirin

Welatiyê ku nerazîbûn nîşanî projeya GES’ê ya ku dihat plankirin li bajarokê Pirxûs a Xelatê were çêkirin da, hat binçavkirin.

'Veguherîna demokratîk bi pêvajoyeke ekolojiya aştiyê pêkan e'
'Veguherîna demokratîk bi pêvajoyeke ekolojiya aştiyê pêkan e'

Endama Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Ozbaşê diyar kir ku guhertin tenê bi pêvajoyeke aştiya ekolojîk mimkun e û got: "Li dijî dewleta şîrketbûyî û modela pêşveçûnê ya li ser wêrankirina ekolojîk hewcedarî bi koalîsyoneke demokratîk heye."