Têkildarî şewata ku bû sedema mirina 15 kesan giliyê heyeta pêzaniyê hat kirin

Parve bike:

AMED - Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku berpirsiyarê şewata ku di navbera Mêrdîn û Amedê de derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest da, hîn nehatiye eşkerekirin û got ku wan giliyê raporên pêzaniyê yên ku DEDAŞ'ê bêsûc nîşan dane, kiriye.

 
Du sal di ser şewata ku di 20'ê Hezîrana 2024'an de di navbera navçeya Şemrex a Mêrdînê û navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê de derket û di encamê de 15 kes mirin, 78 kes birîndar bûn û nêzîkî hezar mirin derbas bûn. Tevî vê yekê jî, di tespîtkirin û darizandina berpirsiyaran de tu pêşketin çênebûye.
 
Piştî şewatê, Dozgeriya Komarê ya Çinarê lêpirsînek bi mijara "bi îhmalkariyê mirin û birîndarbûnê" da destpêkirin. Di raporê de hat gotin ku şewat ji ber têlên elektrîkê yên ku DEDAŞ'ê ew tamîr nekirine, çêbûye.
 
Paşê dozger rapora pêzaniyê xwest, bi îdiaya ku "di rapora destpêkê de nirxandinek li ser sedema şewatê tunebû." Rapora pêzaniyê ku di 15'ê Tebaxa 2024'an de ji hêla heyeteke pisporan a ji heft kesan ve hatibû amadekirin, pêşniyaz kir ku agir dibe ku ji ber birûskê çêbûbe. Piştî nerazîbûnên li dijî vê raporê, di 12'ê Kanûna 2024'an de ji hêla heyetek pisporan a ji neh kesan ve ku di bin desthilata Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de dixebite, raporeke nû hat amadekirin. Di vê raporê de her wiha hat îdiakirin ku îhtîmala şewata elektrîkê ne mimkûn e. 
 
Di îdianameyê de ku piştî lêpirsîneke zêdetirî salekê hat amadekirin, tê gotin ku tevî îfadeyên welatiyan ku gotine wan dîtiye agir ji dîregê elektrîkê çêbûye ji, hatiye gotin sûcdar nehatiye tespîtkirin. 
 
 
Parêzerê dozê, Mehdî Ozdemîr, li ser pêşketinên di dema lêpirsînê de û raporên di dosyeyê de axivî.
 
Ozdemîr got: "Di esasê xwe de, dema ku em lê dinêrin, raporên pêzaniyê ên ku bi tevahî hatine bidestxistin armanc dikin ku xeletiya DEDAŞ'ê, hem rasterast û hem jî nerasterast, di parastin û tamîrkirina xeta veguhestina elektrîkê de veşêrin. Me li dijî rapora pisporan a ku bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatiye bidestxistin îtîraz kir. Lêbelê, ev îtîraz zêdetirî salekê ye nehatiye çareserkirin."
 
GILIYÊ HEYETA PÊZANIYÊ KIRIN
 
Ozdemîr diyar kir ku dîtina komîteya pisporan a ku "agir ji ber elektrîkê çênebûye" tê wateya veşartina rastiya maddî û beraetkirina sûcdaran bi nirxandinên bêbingeh. Ozdemîr destnîşan kir ku wan giliyê heyeta pisporan ji ber "nekarîna erkên xwe an veşartina rastiya maddî bineheqî" kiriye û her wiha giliyê heyeta pisporan jî kirine ji ber "tevgerandina li dijî şertên erkên xwe yên pisporiyê". 
 
Ozdemîr, bi bîr xist ku îdianame ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatiye şandin û destnîşan kir ku dosyeya lêpirsînê nêzîkî salekê ye bêyî ku tu tedbîr were girtin, li bendê ye. Ozdemîr diyar kir ku ev rewş nîşan dide ku pêvajoyeke dadwerî tê meşandin ku sazî, rêxistin û gumanbarên ku li gorî rewşa heyî ya sûcdar in, beraet dike. Ozdemîr her wiha got ku pêvajoya dadwerî bi awayekî bêbandor tê meşandin.
 
KIRYAR NEHTIYE TESPÎTKIRIN
 
Ozdemîr got: "Bûyer hîn nehatiye tespîtkirin. Delîl tenê li ser îfadeyên gundiyan an jî efserên cendirmeyan ên li wir, digel raporên pisporan, hatiye avakirin. Lêbelê, dema ku em li pêvajoyê dinêrin, sedema şewatê û diyarkirina berpirsiyariya DEDAŞ'ê ya ji bo lênêrîn û tamîrkirinê di demên berê de, dikaribû ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi delîlên din jî bihata destnîşankirin. Diviyabû lêpirsîneke bibandor ji bo berhevkirina delîlan bihata kirin û bi berçavgirtina delîl, dîtin û daxuyaniyên heyî yên ku sûcê DEDAŞ'ê eşkere dikin, diviyabû sûcdar bihata tespîtkirin. Negirtina tu tedbîrek heta niha bi awayekî zelal mafê jiyanê binpê dike û nîşan dide ku dewletê erkê xwe yê lêpirsîneke bibandor bi cih neaniye."
 
Ozdemîr destnîşan kir ku ew ê ji bo tespîtkirina sûcdar(an), birêvebirina bi bandor a pêvajoya darizandinê û bicîhanîna mafê jiyanê, şopandina dozê bidomînin û got: "Wekî parêzer, em ê berpirsiyariya xwe ya ji bo misogerkirina ku darizandineke bibandor ji bo tespîtkirin, darizandin û cezakirina sûcdaran di encama pêvajoya lêpirsînê de were kirin, bi cih bînin."
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
Nûçeyên Têkildar
Li Gimgimê armanca kooperatîfa jinan hilberîna kolektîf e
Li Gimgimê armanca kooperatîfa jinan hilberîna kolektîf e

Seroka kooperatîfa ku armanc dike jinên li Gimgimê tevli hilberînê bike Întîzar Guzelçay, bang li jinan kir û got: "Werin em bi hev re qezenc bikin, bi hev re mezin bibin."

Li Pirxûsê li dijî GES'ê nobed berdewam dike: Ji bo biryareke demokratîk gel li vir e
Li Pirxûsê li dijî GES'ê nobed berdewam dike: Ji bo biryareke demokratîk gel li vir e

Li Pirxûsê çalakiya nobedê ya li dijî D-GES'a ku tê xwestin were çêkirin berdewam dike. Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Erdogan Oduk diyar kir ku li Kurdistanê ekolojî tê talankirin û got: "Hêviya me ew e ku şandeya keşfê biryareke alîgirê sermayeyê nede. Ger biryareke demokratîk were dayîn, gel li vir e."

Li Pasûrê qirkirina daran berdewam dike: Serlêdana sûc hat kirin
Li Pasûrê qirkirina daran berdewam dike: Serlêdana sûc hat kirin

Li navçeya Pasûrê qirkirina daran di rojekê de ji 2 kamyonan derket 8 kamyonan. Baroya Amedê û Meclisa Ekolojiyê li dijî vê qirkirinê serlêdana sûc kirin.

Welatiyê ku bertek nîşanî GES’ê da hat binçavkirin
Welatiyê ku bertek nîşanî GES’ê da hat binçavkirin

Welatiyê ku nerazîbûn nîşanî projeya GES’ê ya ku dihat plankirin li bajarokê Pirxûs a Xelatê were çêkirin da, hat binçavkirin.

'Veguherîna demokratîk bi pêvajoyeke ekolojiya aştiyê pêkan e'
'Veguherîna demokratîk bi pêvajoyeke ekolojiya aştiyê pêkan e'

Endama Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Ozbaşê diyar kir ku guhertin tenê bi pêvajoyeke aştiya ekolojîk mimkun e û got: "Li dijî dewleta şîrketbûyî û modela pêşveçûnê ya li ser wêrankirina ekolojîk hewcedarî bi koalîsyoneke demokratîk heye."