Başûrê Kurdistanê di bin dorpêça bendavan de ye

Parve bike:

WAN - Projeyên bendavan ên ku li pey hev li Herêma Federe ya Kurdistanê tên çêkirin, bi taybetî li ser xeta Zap–Metîna–Avaşînê hevsengiya ekolojîk xera dikin. Veguherîna çavkaniyên avê bo amûreke polîtîk, paşketina çandiniyê û valakirina gundan, herêmê bi krîzeke ekolojîk a piralî û kûr re rû bi rû dihêle.

 
Herêma Federe ya Kurdistanê ku ji çar bajarên sereke yên wekî Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê pêk tê, ji aliyê îdarî û aborî ve stûna herêmê ye. Lêbelê ev bajar û gundên li derdora wan, ji ber pêvajoyên şer ên salên dirêj û projeyên binesaziyê yên ku lez tên çêkirin, di bin zexteke ekolojîk a giran de ne. Nexasim li ser xeta Zap, Metîna û Avaşînê, şerê giran û projeyên bendavan qadên jiyana xwezayî teng dikin û zirarên mezin didin hevsengiya ekolojîk.
 
Şerê ku bi salan e li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê berdewam dike, êdî ji xeteke leşkerî wêdetir e. Bendav veguherîne qadên texrîbata ekolojîk, bombebaranên giran, texrîbata sîstematîk a daristanan û koçberkirina jiyana kovî, zirarên mayinde dane ekosistemê. Di vê pêvajoyê de ne tenê nebat, lê fauna a xweser a herêmê jî zirarên mezin dibîne. Pirrengiya biyolojîk kêm dibe û kapasîteya nûkirina ekosistemê her ku diçe lawaz dibe.
 
LI HERÊMÊ 26 BENDAV
 
Polîtîkayên çêkirina bendavan jî vê rewşa giran girantir dikin. Niha li seranserî Herêma Federe ya Kurdistanê 27 bendav bi awayekî aktîf tên bikaranîn. Çêkirina Bendava Dukanê li ser xeta Hewlêr-Silêmanî, Bendava Derbendîxanê li sînorê Silêmaniyê û Bendava Duhokê li bajarê Duhokê nîşan dide ku ev projeyên binesaziyê ne tenê li gundan, lê li ser hawirdora bajaran jî bi bandor in. Bi bendavên wekî Gomaspan û Bestora re, pêvajoya çêkirina bendavê li ser hewzeyên avê yên berfireh belav dibe. Piraniya bendavan li Silêmanî, Hewlêr û Duhokê ne.
 
Bendava Gomaspanê ku di 16’ê Cotmeha 2024’an de ji aliyê Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve li Hewlêrê hate vekirin û wekî bendava herî mezin a herêmê tê naskirin, 70 metre bilind e û 513 metre dirêj e. Dîsa Bendava Bestora ku li Hewlêrê hatiye avakirin, 20 milyon metre kûp mezin e û bilindahiya wê 30 metre ye.
 
HERKA XWEZAYÎ YA AVÊ XIRA DIBE
 
Pêvajoya çêkirina bendavê tenê bi projeyên mezin sînordar namîne, zêdebûna bendavên piçûk û navîn jî di sîstemên rûbaran de dibe sedema rûxandineke belavbûyî û herikîna xwezayî ya avê xira dike. Ev rewş dibe sedema tengbûna avzekan, guherîna hevsengiya avên bin erdê û qutbûna çerxên ekolojîk. Ev yek jî yekparebûna ekosîstema herêmê bi awayekî cidî lawaz dike.
 
BERHEMDARIYA ÇANDINIYÊ KÊM DIBE
 
Di warê çandiniyê de bandora van projeyan encamên rasterast û demdirêj derdixe holê. Berhemdariyê kêm dike û rêjeya xwêbûna axê zêde dibe. Rexmê ku di demeke kurt de derfetên avdanê wekî geşedaneke erênî xuya bikin jî, di demeke dirêj de windakirina axê, kêmbûna hilberînê û girêdayîbûna bi avê ve wekî pirsgirêkên binesazî kûrtir dibin.
 
GUND DI BIN AVÊ DE DIMÎNIN
 
Projeyên bendavan ne tenê encamên hawirdorî û aborî, lê encamên demografîk jî diafirînin. Gelek gund an bi temamî di bin avê de dimînin an jî bi hincetên ewlehî û binesaziyê tên valakirin. Ev rewş dibe sedema koçberiya neçar a gundiyan ber bi navendên bajaran ve. Ev liva ku di qeydên fermî de kêm tê nîşandan, di rastiyê de guherîneke mezin a nifûsê nîşan dide.
 
PARVEKIRINA AVÊ
 
Herwiha, çavkaniyên avê her ku diçe vediguhêzin amûreke polîtîk. Bendav êdî ne tenê projeyên hilberîna enerjiyê yan avdanê ne, lê veguherîne hêmanên stratejîk ên ku hevsengiya hêzê ya herêmî diguherînin. Nakokiyên di navbera rêveberiya navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de yên li ser parvekirina avê, bi kêmbûna avê ya li herêmên jêrîn re kûrtir dibin. Ev rewş wekî nîşaneya krîzên nû yên herêmî tê nirxandin.
 
KRÎZA EKOLOJÎK
 
Bi projeyên nû yên wekî Mandawa, Pişdar û Teqteq re qada bandora polîtîkayên avê berfirehtir dibe. Herêm ne tenê bi pirsgirêkekê, lê bi krîzeke ekolojîk a piralî re rû bi rû ye. Ev rewş hem ji bo jiyana xwezayî hem jî ji bo niştecîhên herêmê di demeke dirêj de potansiyela encamên kûr û mayinde vedihewîne.
 
BENDAVÊN AKTÎF
 
Kapasîteya depokirina avê ya Bendava Dukanê ku li Silêmaniyê ye, nêzî 7 milyar metre kûp e. Bendava Derbendîxanê ya li Silêmaniyê ji 2 milyar metre kûp av pêk tê. Bendava Duhokê li ser rûbarê Duhokê hatiye avakirin. Bendava Gomaspanê ya li Hewlêrê 70 metre bilind e û 513 metre dirêj e. Bendava Bestora 20 milyon metre kûp e. Bendava Mandawa ya li Hewlêrê jî xwedî kapasîteya 1 milyar metre kûp av e.
 
PROJEYÊN NÛ YÊN BENDAVAN
 
Bendava Pişdar wekî yek ji çar bendavên ku dê li Herêma Kurdistanê bên çêkirin, dest bi avakirina wê hatiye kirin. Bendava Teqteqê li ser Ava Zapê tê avakirin û xwedî kapasîteya 620 megavat (MW) enerjiyê ye. Li Hewlêrê xebatên projeyên bendavên Sartik, Xêwete, Delke, Berdesûr, Şêxan, Derelûk, Zaxo, Dewanê û Germiyan Turecar berdewam dikin. Herwiha bendavên Xinis li Duhokê, Çemirge a li Hewlêrê, Dêgele, Herawe, Qadirkerem, Avespî, Şiwesûr ên li Silêmanî, Heşe Zîne, Çemê Sîmore û li devera Germiyanê bendavên Keşkan û Bêdohê hene.
 
MA / Zeynep Durgut