Banga ji bo mitînga ekolojiyê: Werin em li dijî talanê hêza xwe bikin yek

Parve bike:

MÛŞ - Nûnerên saziyên civakî yên sivîl ji bo mitînga mezin a ekolojiyê ya 24’ê Nîsanê ya li Gimgimê bang kirin û gotin: "Werin, em hêza xwe bikin yek û vê projeyê bidin sekinandin."

 
Di salên dawî de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek qad pêşkêşî şîrketên maden û enerjiyê hatin kirin û hatin talankirin. Piştî qanûna avhewayê ya ku di 2’yê Tîrmeha 2025’an de li Meclisê hat qebûlkirin, herî kêm ji bo 40 bajaran 104 rûxsatên lêgerîna madenê hatin dayîn. Yek ji xelekên dawî yên projeyên ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xwezayê talan dikin, gundê Xwarikê yê navçeya Gimgima Mûşê ye.
 
Ji bo projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku di nava sînorên gund de tê plankirin û dê herî kêm bandoreke neyînî li 16 gundan bike, di 15'ê Tebaxa 2025'an de ji bo rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) bersiveke "erênî" hat dayîn.
 
Projeya ku ji aliyê Şîrketa Anonîm a Hilberîna Enerjiyê ya IGNIS H2 ya navenda wê li Amerîka ve tê plankirin, li gel ku bi dagirkirina mêgên dawî li sewalkariyê tîne, navendên baweriyê yên welatiyên Elewî jî bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû dihêle. Şîrket amadekariyan dike ku di meha Gulanê de yekemîn sondajê li herêmê bide, lê bertekên gelê herêmê berdewam dikin.
 
Li dijî zêdebûna projeyên lêgerîna maden û enerjiyê, dê di 24'ê Nîsanê de li Gimgimê mitîngek ekolojiyê bê lidarxistin.
 
Nûnerên ekolojî, komeleyên baweriyê û saziyên civakî yên sivîl bang kirin ku gel beşdarî vê mitîngê bibe.
 
Aktivîsta ji Komara Çekyayê Laura Vassileva, diyar kir ku Kurdistan di encama polîtîkayên sermaye û dewletê de veguheriye qada wêranbûnê û got ku Kurdistan li dijî vê yekê veguheriye navenda gelên ku jiyanê diparêzin. Laura Vassileva anî ziman ku dê komeleyên ekolojiyê yên li herêmê li hemberî wêranbûnê bêdeng nemînin û ev tişt got: "Em bang li her kesî dikin ku vê têkoşîna hevpar mezin bikin û piştgiriyê bidin. Em di 24’ê Nîsanê de li Gimgimê tên cem hev. Tev li me bibin."
 
‘EM DOSTÊN XWE VEDIXWÎNIN MITÎNGÊ'
 
Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH) Erdogan Oduk, bal kişand ser texrîbata ekolojîk a ku zêde dibe û anî ziman ku gel li dijî wêranbûna ekolojîk têdikoşe û wiha axivî: "Weke bersivek ji bo van hemû pirsgirêkên ekolojîk, dê di 24'ê Nîsanê de li Gimgimê mitînga ekolojiyê bê lidarxistin. Em bang li hemû saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên kedê û dostên xwe yên di têkoşîna ekolojiyê de dikin ku beşdarî vê mitîngê bibin. Li Gimgimê cara yekem e ku mitîngeke bi vî rengî mezin tê lidarxistin. Em hemû ekolojîstan vedixwînin Gimgimê."
 
'EM Ê DI 24'Ê NÎSANÊ DE LI GIMGIMÊ BIN'
 
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Alî Riza Vural destnîşan kir ku Gimgim tu santraleke enerjiyê naxwaze û diyar kir ku divê her kesê bihestiyarî beşdarî mitîngê bibe.
 
Endama Kooperatîfa Jinan a Bîra Vartoyê Eylem Karaduman jî anî ziman ku raya giştî li her derê li dijî qirkirina ekolojiyê derdikeve û got: “Wek jinên Gimgimî, em ê di 24'ê Nîsanê de li benda hemû gelê xwe yê li Gimgimê ne."
 
Endama kooperatîfê Întîzar Guzelçay jî got: "Xwezaya Gimgimê pir bi qîmet e. Em li benda her kesî ne."
 
'WERIN EM HÊZA XWE BIKIN YEK Û PROJEYÊ BIDIN SEKINANDIN'
 
Hevberdevkê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Gimgimê Alî Asker Bîngol wiha axivî: "Gimgima mezin di esasê xwe de li metropolan e. Em bang li hemû Gimgimiyên li metropolan dikin ku di 24'ê Nîsanê de bibin yek. Werin, em hêza xwe bikin yek û vê projeyê bidin sekinandin."