‘Em ê nehêlin ku xwezaya me bê qetilkirin’

Parve bike:

MERSÎN - VARTO-DER a Mersînê, bertek nîşanî projeyên JES’ê yên ku tê xwestin li navçeya Gimgimê werin çêkirin da û got: “Ji bo rantparêziyê, em ê nehêlin ku xwezaya me bê qetilkirin.”

 
Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Varto ya Mersînê (VARTO-DER), li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ya ku tê plankirin li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgim a Mûşê dest pê bike, li Parka Ozgur Çocuk a li navçeya Akdenîzê daxuyaniyek da. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Em li Vartoyê jeotermalê naxwazin” hate hilgirtin û dowîzên “Xweza ya me ye, Varto ya me ye”, “Gelê me jeotermalê naxwaze” hatin hilgirtin. Daxuyaniya li ser navê komeleyê ji aliyê endama wan Guler Bîngolê ve hat xwendin.
 
Guler Bîngolê diyar kir ku ew wekî welatiyên Gimgimê yên li Mersînê dijîn li dijî vê projeyê ne û ev tişt got: “Ev proje dê çavkaniyên avê yên binerd û sererd ên herêma me qirêj bike û dê biçimiqîne. Mêrg û zeviyên çandiniyê û daristanên me dê bikevin destê şîrketan, sewalkarî û çandinî yekane çavkaniya debara herêmê ne, dê zirareke mezin bibînin.”
 
HEVSENGIYA EKOLOJÎK Û KOÇBERÎ
 
Guler Bîngolê bal kişand ser wê yekê ku Gimgim û navçeya cîran Kanîreş li ser xetên erdhejê digihîjin hev û wiha axaftina xwe domand: “Di salên 1946 û 1966’an de du karesatên mezin ên erdhejê qewimîn ku bûn sedema hilweşîneke mezin. Xebatên sondajê yên ku werin kirin, dê rîska erdhejê bandor bikin. Pêvajoya Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) bi awayekî şefaf nehatiye birêvebirin, beşdariya gel pêk nehatiye û nêrînên wan nehatine pirsîn. Dayîna ruxsetê bêyî ku rapora ÇED’ê bê girtin, sepaneke li dijî hiqûqê ye. Ev proje ne ji bo berjewendiya gel e, rantparêzî ye ku pêşkêşî şîrketeke bi sermayeya biyanî tê kirin. Ger hevsengiya ekolojîk a herêma me xera bibe, dê pêleke nû ya koçberiyê ya mezin rû bide. Ji bo rantparêziyê, em ê nehêlin ku xwezaya me bê qetilkirin.”