Pira Cendereyê li hemberî demê li ber xwe dide

Parve bike:

SEMSÛR – Pira Cendereyê ku firehtirîn û duyemîn dirêjtirîn pira yekkemerî ya serdema Împeratoriya Romayê ya li cîhanê ye, li hember demê li ber xwe dide.

Semsûr ku li herêma Firata Navîn cih digire, ji ber pozîsyona xwe ya erdnîgarî di dirêjahiya dîrokê de bajarekî stratejîk e. Ev bajar ku li başûrê wî çolên Erebistanê û li bakurê wî jî Çiyayên Torosê hene, sînorê li bakur ê herêma bi navê "Heyva Berdar" pêk tîne. Lewma, di dirêjahiya dîrokê de Hîtîtî, Keyaniya Komageneyê, Hûrî, Mîtanî, Romayî, Bîzansî, Selçûqî û Osmanî jî di nav de, şanzdeh şaristaniyan desthilata xwe li vir danîne. 
 
Ev bajar ku wekî muzeyeke vekirî, mazûvaniya nêzîkî 300 cihên dîrokî û çandî yên ku nûnertiya şaristaniyên cihêreng dike. Yek ji van cihên dîrokî Pira Cendereyê ye ku nêzîkî 55 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e. Ev pir ku li ser Çemê Cendereyê hatiye avakirin û navçeyên Kolik û Sincikê bi hev ve girê dide, di dema desthilatiya Împeratorê Romayî Septimius Severus de hatiye çêkirin û hezar û 826 sal in li hemberî demê li ber xwe dide.
 
Tê texmînkirin ku Pira Cendereyê di navbera salên 198 û 200'î yên P.Z.'yê de (piştî zayînê) hatiye avakirin; ev pir xwediyê wê taybetmendiyê ye ku pira herî fireh û duyemîn pira herî dirêj a Romayê ya yekkemerî ye li cîhanê. Ew bêyî bikaranîna hawanê, tenê bi rêya li hev girêdan û pêvebicîkirina blokên kevirên mezin hatiye çêkirin. Pira ku dirêjahiya wê 120 metre û firehiya wê 7 metre ye, ji yekkemereke sereke pêk tê.
 
Bi bilindahiya kemerê ya ku digihîje 30 metreyan, pir heta sala 1997'an ji bo hatûçûna wesayîtên bimotor vekirî ma. Wekî yek ji pirên kevnar ên cîhanê ku ji bo demeke ewqas dirêj xizmeta hatûçûna wesayîtan kiriye, Pira Cendereyê bi hemû heybeta xwe li ser pêyan e.
 
Ev pira ji aliyê Lejyona 16'emîn a Flavia Firma ve hatiye avakirin da ku artêş û yekîneyên lojîstîk karibin di dema seferberiyên leşkerî yên li dijî Persan bi awayekî ewle derbasî aliyê din ê Çemê Cendereyê bibin. Du stûnên ku li ser navê Împerator Septimius û hevjîna wî Julia Domna hatine danîn, li ber deriyê pirê cih digirin.
 
Li derketina pira Cendereyê, du stûnên ku nûnertiya kurên împerator, Caracalla û Geta, dikin hatine danîn. Lêbelê, piştî mirina împerator, di navbera kurên wî de ji bo bidestxistina text şerekî desthilatdariyê derket; ev pevçûn bi kuştina Geta bi dawî bû. Caracalla piştî ku di têkoşîna ji bo text de bi ser ket, da ku ew stûna ji bo Geta hatibû çêkirin were hilweşandin; lewma îro li ser pirê tenê sê stûn mane.
 
Pira Cendereyê ku di nava Parka Neteweyî ya Çiyayê Nemrûdê de ye, di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digire. Pir, her sal bala bi hezaran geştyarên navxweyî û navneteweyî dikişîne.
 
MA/ Omer Akin