AMED - Çalakvanê ziman Muhittin Altin ku piştî dêya wî tê serdana wî ya li girtîgehê û pirsa "Te zimanê xwe ji bîr kiriye, ma mirov zimanê xwe ji bîr dike?" jê dike bala xwe dide ser xebatên ziman, diyar kir ku statuya Kurdî divê yek ji mijarên sereke yên danûstandinên di vê pêvajoyê de be.
Mijara statuya zimanê Kurdî, yek ji daxwazên sereke yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de dest pê kir, hîn jî di rojevê de ye. Di nav gelek çalakiyên têkildar de, Saziyên Zimanê Demokratîk vê dawiyê di 27-28'ê Hezîranê de li Amedê konferansek bi dirûşmeya "Çarçoveyek nû ji bo danûstandinan: Ji statûyê heta perwerdehiyê" li dar xistin.
Di nav beşdarên konferansê de Muhittin Altin, çalakvan û lêkolînerê ziman ku di Nîsana 2025'an de piştî 32 salan ji girtîgehê derket, hebû. Altin ku di serdaneke girtîgehê ya 1998'an de dema bi dêya xwe re bi Kurdî diaxive zehmetiyê dikişîne û piştî vê dest bi xebata li ser zimanê Kurdî dike.
Altın diyar kir ku astengiyên ku rê li ber bikaranîna zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê digirin, pêşveçûna zimên asteng kirine û destnîşan kir ku ev rewş rê li ber veguhestina zimanê dayikê bo nifşên nû digire û xetera windabûnê zêde dike. Altin destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî di nav pêvajoya berdewam de yek ji mijarên sereke yên danûstandinan be û bal kişand ser girîngiya avakirina platformeke hevpar ji bo nîqaş û çalakiyan li ser ziman ji aliyê Kurdan ve. Altin diyar kir ku hewldanên ku ji hêla sazî û derdorên curbicur ve tên kirin divê hevdu temam bikin û got: "Ev yek dê têkoşîna kolektîf a li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê xurt bike."
Altin destnîşan kir ku konferans ne tenê li ser parastina Kurdî, di heman demê de li ser pêşxistina ziman û pêşvebirina bikaranîna wî di her qada jiyanê de jî sekinî û diyar kir ku di vê çalakiyê de biryardariyeke xurt di vî warî de derket holê. Altin got: "Zimanê Kurdî zimanekî dîrokî û dewlemend e. Divê hewldanên hevkariyê berfireh bibin da ku ew statuya ku heq dike bi dest bixe."
Altin destnîşan kir ku ew di 12'ê Nîsana 2025'an de, piştî 32 salan ji girtîgehê derketiye û diyar kir ku piştî berdana xwe wî dîtiye ku rola Kurdî di jiyana rojane de kêmbûneke girîng heye. Altin destnîşan kir ku ziman berê beşeke girîng a xweza, jiyan û têkiliyên civakî bûye û got: "Lêbelê, îro di navbera nifşan de qutbûneke cidî heye. Dapîr û bapîr û nevî hev fêm nakin. Min gelek kes dîtine ku Kurdî fêm dikin lê nikarin bipeyivin, an jî tevî ku ziman dizanin jî, lê Tirkî tercîh dikin."
‘KÊMASIYÊN CIVAKA KURD JÎ HENE'
Altin diyar kir ku zimanê Kurdî di gelek waran de paş de çûye û li gelek deveran tê marjînalîzekirin û got: "Zimanê me hebûna me ye. Her ku zimanê me qels bibe, hebûn û bîra me ya kolektîf jî qels dibe." Altin destnîşan kir ku sedema bingehîn a vê paşketinê polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên ku dewlet bi salan e dimeşîne û got ku armanc ji Plana Îslahatê ya 1925'an vir ve bêrûmetkirin û ji holê rakirina zimanê Kurdî ye. Altin wiha domand: "Lêbelê, berpirsiyarî tenê nikare li ser polîtîkayên dewletê be. Civaka Kurd jî di parastin û pêşxistina ziman de kêmasiyên xwe hene. Divê her kes di qada xwe de berpirsiyariya zimanê Kurdî bigire ser xwe. Werin em înîsiyatîf bigirin û ji bo zimanê xwe tevbigerin; bêxemiya me nayê qebûlkirin."
Altin ku bandora dêya wî li ser wî heye di warê têkoşîna ji bo ziman de , anî ziman ku di serdaneke di sala 1998'an de li Girtîgeha Gîresûnê, deêa dêya wî pê re bi Kurdî axiviye, wî zehmetî kişandiye. Altin vegot ku çawa dêya wî, dema ku ev yek dîtiye, jê re gotiye: "Kurê min, ev çi ye? Te zimanê xwe ji bîr kiriye, ma mirov çawa zimanê xwe ji bîr dike? Qaşo hûn ji bo ziman dimirin." Altın diyar kir ku van gotinan ew daye ber fediyê û got ku, ji wê rojê û pê ve, wî biryar daye ku di tu şert û mercan de zimanê xwe yê dayikê ji bîr neke; ew bi hewldana takekesî xebitiye da ku Kurdiya xwe baştir bike, peyvên ku wî ji bîr kirine bibîr bîne û ferhenga xwe berfireh bike. Altin destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li girtîgehê di vî warî de negihîştine armanca xwe û got: "Ez ji bo wê hişyariyê ji dêya xwe re spasdar im."