Ji Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Weşanên Aryenê sê pirtûkên nû hatin weşandin. Pirtûka Botan Avaşîn a “Ji bo Azadiyê”, ya Mehmet Zahît Şahîn a “Destê Min Bernede” û ya Cîhan Azad Aydemîr a “Dayê Min Got Birîna Min Janeke Kûr e” gihiştin ber destê xwînerên xwe. 

 
Ji Weşanên Aryenê sê pirtûkên nû hatin weşandin. Pirtûka Botan Avaşîn a “Ji bo Azadiyê”, ya Mehmet Zahît Şahîn a “Destê Min Bernede” û ya Cîhan Azad Aydemîr a “Dayê Min Got Birîna Min Janeke Kûr e” gihiştin ber destê xwînerên xwe. Her wiha çapa sêyemîn a pirtûka Mîrzayê Biçûk jî hate çapkirin. 
 
JI BO AZADIYÊ 
 
Nivîskar Botan Avaşîn, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih girtiye û her du çavên xwe û destekî xwe di têkoşînê de winda kiriye. Nivîskar, ji bo tiştên hatine jiyîn neyên jibîrkirin, dest bi nivîsandina pirtûkê kiriye. Botan Avaşîn dibêje: “Dilsoziya min a bi şehîdan re, ez ber bi vê nivîsandinê ve birim. Ev jî pêwîst bû... Em peyrewên wan kesan in ku digotin li ser gora min ‘Ji bo gelê xwe deyndar e’ binivîsin. Mîna her kesî min jî hewl da deynê xwe bidim.” 
 
DESTÊ MIN BERNEDE 
 
Pirtûka çîrokan “Destê Min Bernede” ku ji hêla nivîskar Mehmet Zahît Şahîn ve hatiye nivîsandin, derket. Pirtûk ji 14 çîrokan pêk tê. 
 
DAYÊ MI GOT BIRÎNA MIN JANEKE KÛR E 
 
Pirtûka helbestvan Cîhan Azad Aydemîr a “Dayê Min Got Birîna Min Janeke Kûr e” jî ji Weşanên Aryenê derket. Beriya niha jî pirtûkên wî yên helbestan “Ji Pîrê Çiyayan Îqrar”, “Berbang Bû Piçûkê Min” û “Zeherya” jî ji weşanxaneyên cuda hatibûn weşandin. Aydemîr,  ji ber sedemên siyasî 7 salan di girtîgehê de mabû. 
 
MÎRZAYÊ BİÇÛK
 
Çapa sêyemîn a wergera pirtûka Antoine de Saint-Exupery a bi navê “Mîrzayê Biçûk (Le Petit Prince)” jî ji hêla weşanxaneyê ve hate weşandin.