MÛŞ - Li Gimgimê panela ziman hate lidarxistin û panelîstan got: “Em li her derê bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û nehêlin tune bibe.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Mûşê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Şaredariya Gimgimê û Komeleya Wêjekarên Kurd, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li avahiya DEM Partiyê ya Gimgim a Mûşê, li ser Ziman û Wêjeya Kurdî panelek li dar xistin. Li eywanê pankartên bi Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) yên bi nivîsa “Ziman ne tenê amûreke danûstandînê ye, ew rengê ramanê bîngeha çandê û rihê neteweyekê ne” û “Werin em bi hev re li ser siberoja zimanê xwe biaxivin” hatin daliqandin.
Moderatoriya panelê aktivîsta TJA’yê Muşerref Dagê kir û di panelê de nivîskar Kristin Ozbey, Selamettîn Yilmaz ê ku di beşa Ziman û Çanda Kurdî de master kiriye, Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Haci Ozkal û helbestvan Erol Koçer wekî axêver beşdar bûn. Panel rastî eleqeyeke mezin hat û gelek kes tev li bûn.
‘HETA EM ZIMANÊ XWE NEAXIVÎN DÊ TALÛKE BIDOME’
Haci Ozkal bi zaravayê Kirmanckî axivî û bal kişand ser bangawaziya UNESCO’yê ya ji bo parastina zaravayê Kirmanckî. Haci Ozkal, anî ziman ku li Tirkiye û Kurdistanê gelek ziman ber bi windabûnê ve diçin û got: “Lazî û Çerkesî jî wekî Zazakî bi talûkeya windabûnê re rû bi rû ne. Heta em bi zimanê xwe neaxivin, ev talûke wê berdewam bike. Werin em li her derê bi zimanê xwe biaxivin û biparêzin.”
‘JINAN DI WARÊ KURDÎ DE BERPIRSYARIYEK MEZIN LI XWE GIRT’
Nivîskar Kristin Ozbey jî bal kişand ser rola jinan a di ziman de û got: “Me weke Kurd malên xwe kirin dibistan. Jinan di vî warî de berpirsiyariyeke mezin girtin ser milên xwe. Jinên Kurd bi keda xwe çanda dengbêjiyê û çanda Kurdî di hafizeya xwe de parastin. Zimanê me ronahiya me ye, xwezaya me ye.”
Helbestvan Erol Koçer jî diyar kir ku divê ew destûr nedin ku zaravayê Kirmanckî were windakirin û helbest bi zaravayê Kirmanckî xwend.
‘BÊYÎ ZIMAN RÊXISTINBÛN ZEHMET E’
Di dawiyê de Selamettîn Yilmaz axivî û behsa pêvajoya têkoşîna dîrokî ya zimanê Kurdî kir. Selamettîn Yilmaz nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser ziman bi bîr xist û got: “Heke zimanê me nebe, di warê civakî de hatina ba hev û birêxistinbûna me wê zehmet bibe.”
Piştî axaftinan panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.