Trump metna mutabaqata bi Îranê re îmze kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Trump protokola mutabaqatê ya ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re hate amadekirin, îmze kir. Agirbesta mayinde li eniya Lubnanê, vekirina Tengava Hurmuzê, rakirina pêkanînan û sererastkirinên nû di mijara bernameya nukleerî de li nava metnê hene.

 
Protokola mutabaqatê ya navbera Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê ya ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn li Fransayê hate îmzekirin. Merasîma îmzekirinê li Qesra Versaillesê bi malovaniya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pêk hat û Trump îmzekirina peymanê ji çapemeniyê re piştrast kir.
 
Di dîmenan de ku ji aliyê Qesra Spî ve hatin weşandin, tê dîtin ku Trump li gel Macron peymanê îmze dike û piştre herdu lîder peymanê pîroz dikin.
 
Macron li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got: "Peyman rê li ber aştiyeke mayinde vedike û dike ku Tengava Hurmuzê jinûve bê vekirin." Macron her wiha diyar kir ku peyman wê tevkariyê li kêmbûna buhayê enerjiyê bike.
 
Li gorî protokola ku ji aliyê Washington û Tehranê ve ji raya giştî re hate aşkerakirin, DYA, Îran û hevalbendên wan wê li hemû eniyan, Lubnan jî di nav de operasyonên leşkerî tavilê bi rengekî mayinde bisekinînin. Aliyan soz dan hev ku li hemberî hev şer nedin destpêkirin, hêzê bi kar nînin û gefê li hev nexwin.
 
PEYMANA DAWÎ WÊ DI NAVA 60 ROJÎ DE BÊ ÎMZEKIRIN
 
Di çarçoveya mutabaqatê de wê Îran û DYA herî dereng di nava 60 rojî de danûstandinan bikin ku peymaneke dawî amade bikin. Hate ragihandin ku ev dem bi biryara hevpar a aliyan dikare bê dirêjkirin.
 
TENGAVA HURMUZÊ WÊ JI NÛ VE BÊ VEKIRIN
 
Yek ji xalên herî balkêş ê peymanê jî vekirina Tengava Hurmuzê ji trafîka keştiyên bazirganiyê ye. Îranê qebûl kir ku derbasbûna bazirganiyê ya ji Tengava Basra û Derya Ûmmanê bi ewle pêk were. Hate ragihandin ku trafîka keştiyan wê tavilê destpê bike û piştî karê paqijkirina tengavê ji mayinan wê trafîka keştiyan di nava 30 rojî de bi temamî asayî bibe.
 
DYE WÊ DORPÊÇA DERYAYÎ RAKE
 
DYE xwe amade dike ku dorpêça deryayî ya li ser bendergehên Îranê tavilê sivik bike ku 13'ê Nîsanê xistibû meriyetê û di nava 30 rojî de jî bi temamî rake. Washingtonê her wiha soz da ku piştî peymana awî di nava 30 rojî de hêzên xwe yên leşkerî yên li derdora Îranê vekişîne.
 
JI BO JINÛVE AVAKIRINÊ PAKETA JI 300 MILYAR DOLARÎ YA JI BO ÎRANÊ
 
Li gorî protoklê, DYA û hevalbendên wê yên herêmî ji bo jinûve avakirina Îranê û rakirina aboriya wê, bernameyeke piştevaniyê û razemeniyê ya ji 300 milyar dolarî wê amade bikin.
 
PÊKANÎN WÊ BÊNE RAKIRIN
 
Di çarçoveya peymana dawî de DYA'yê qebûl kir ku pêkanînên yekalî û navneteweyî yên li ser Îranê rake. Her wiha piştî ku ev pêvajo qediya wê destûr bê dayin ku hebûna malî ya Îranê ya hate rawestandin, serbest bê berdan ku Îran karibe bi kar bîne.
 
DI BERNAMEYA NUKLEERÎ DE REWŞA HEYÎ WÊ BÊ PARASTIN
 
Îranê soza xwe nû kir ku çeka nukleerî çêneke. Paşeroja stokên ûranyûma dewlemendkirî ya li ber destê Îranê jî wê di bin çavdêriya Ajansa Enerniya Atomê ya Navneteweyî de bi mekanîzmayekê bê çareserkirin. Heta peymana dawî wê bernameya nukleerî ya heyî ya Îranê neguhere, DYA wê pêkanînên nû ferz neke û hêzên nû yên leşkerî neşîne herêmê.
 
Nûçeyên Têkildar
Rejîma Îranê li hunermendan cezayê lêdana birî
Rejîma Îranê li hunermendan cezayê lêdana birî

Li hunermenda Îranî Peresto Ahmedî û gelek muzîsyenan, bi hinceta ku tevlî konserekê bûne ji aliyê dadgeha Îranê cezayê lêdana bi qemçiyan hate birîn.

Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin
Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin

Aktivîstên mafên mirovan ên Îranê ji bo Pexşan Ezîzî, Yousef Ahmadi û Hatem Ozdemîr ên cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bang kir û xwestin her kes li dijî darvekirinan dengê xwe bilind bike.

Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir
Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir

Muhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku êrişî biryargehên Komalayê yên li Hewlêrê kirine.

Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe
Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe

Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmod Amry Moghaddam, diyar kir ku di nava 20 salen dawî de cara ewil e dibînin hejmara darvekirinan ewqas zêde dibe û got: “Rayedar ne bombeyên DYA-Îsraîlê, gelê Îranê weke gef dibîne. Lê êdî tiştekî bidin gel nemaye û zû yan jî dereng teqz dê li Îranê guhertin çêbibe.”

Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin
Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin

Rojnameger Diako Muradyaliabady diyar kir ku ji bo rawestandina darvekirin û zextên li Îranê divê hemû beşên civakê bibin yek û got: “Divê bi yekbûnê rêxistineke mayinde bê avakirin. Pêwîst e nerazîbûna belav bibe hêzeke birêxistinkirî û mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin.”