NY: Di salekê de 7 hezar û 900 penaber jiyana xwe ji dest dane an jî winda bûne

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - NY'yê ragihand ku di sala 2025'an de 7 hezar û 900 penaber li ser rêyên koçberiyê jiyana xwe ji dest dane an jî winda bûne.
 
Li gorî rapora 2025'an a ku ji aliyê Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) hat weşandin, hejmara mirinên li ser rêyên koçberiyê yên cîhanî di asteke bilind de ye. Di sala 2025'an de nêzî 7 hezar û 900 koçber mirine an jî winda bûne. Hejmara mirinên ku di sala 2024'an de hatine tomarkirin 9 hezar û 200 bû. Li gorî daneyên ku ji sala 2014'an vir ve hatine berhevkirin, zêdetirî 80 hezar penaber li ser rêyên koçberiyê jiyana xwe ji dest dane an jî winda bûne.
 
IOM'ê destnîşan kir ku daneyên 2025'an "binketina kûrewî ya di warê pêşîligirtina mirinan de didome" nîşan dide. Rêxistinê ragihand ku tenê ji destpêka salê ve hezar û 723 kes li ser rêyên koçberiyê jiyana xwe ji dest dane an jî winda bûne.
 
IOM'ê destnîşan kir ku kêmbûna qismî ya rêjeya mirinê di sala 2025'an de dibe ku ji ber astengiyên darayî yên li ser rêxistinên mirovî yên ku van mirinan belge dikin be.