Li Lozanê çar partiyan ji bo Rojava çalakiya piştgiriyê li dar xistin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lozanê  ji bo piştigiriya Rojava, bi pêşengiya Partiya Sosyalist (SP), Partiya Karkeran (POP), Keskan (Grüne) û SolidaritéS Vaud, meş û mitîng hatin lidarxistin. 
 
Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê û Meclîsa Jinan a Lajîn ve hat piştgirîkirin, li Meydana 14’ê Hezîranê hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn û piştevaniya xwe mezin kirin.
 
Di mitîngê de li ser navê Partiya Sosyalist (SP) endamê Parlamentoya Federal Jean Tschopp, li ser navê Keskan endama Parlamentoya Federal Léonore Porchet, li ser navê Partiya Karkeran (POP) Julien Schwab, li ser navê SolidaritéS Vaud Liliane Schibli û li ser navê Grève Féministe Marie axivîn. Li ser navê saziyên Kurd jî Baysal Devrim peyivî. Devrim destnîşan kir ku çalakiya piştevaniyê ya di vê pêvajoyê de xwedî wateyeke mezin e û wiha got: “Heta ku pêşeroja Rojava neyê mîsogerkirin, em ê bi gelê xwe re li qadan bin. Ez bang li her kesî dikim ku piştgirî bidin berxwedana Rojava.”
 
PIŞTÎ MITÎNGÊ MEŞ
 
Piştî axaftinan girse li navenda bajarê Lozanê dest bi meşê kir. Meşa ku demeke dirêj berdewam kir, careke din li Meydana 14’ê Hezîranê bi dawî bû. Di çalakiyê de banga beşdariya mîtînga “Ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statû” ya ku wê roja şemiyê li Cenevreyê bê lidarxistin, hat kirin.
 
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.