MÛŞ - Kesên li gundê Leyleg ê Gimgimê sewalvaniyê dikin û ji bo xwedîkirina heywanên xwe giha diçînin û kayê çêdikin, diyar kir ku ji ber lêçûnên zêde îsal erdne nehatine ajotin.
Li herêma Serhedê bi germbûna hewayê re, amadekariyên zivistanê dest pê kirin. Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, ji bo ku çalakiyên xwedîkirina heywanan di demsala zivistanê de jî bidomin, demsala çinîna giya dest pê kir. Her çend berê çinîna giyayê li herêmê bi rêbaza karê hevpar û bi karanîna dasan dihat kirin jî, di salên dawî de ev kar bi rêya traktoran tê kirin.
Mahir Heval Ozgul û Şerafettin Kocaman yên ku li gundê Leylegê yê Gimgimê bi xwedîkirina heywanan û çinîna giyayê ji bo mehên zivistanê re mijûl dibin, der barê amadekariyên xwe de agahî dan.
Mahîr Heval Ozgul diyar kir ku ciwan ji ber polîtîkayên li Gimgimê hatine sepandin koçî bajarên Tirkiye û Ewropayê kirine, lê wî bi xwe herêm terk nekiriye. Ozgul got: "Bi gelemperî di nav 10 heta 20 rojan de karê çinîna giya diqede. Berê, me pergaleke hevkariya komunal hebû ku her kes alîkariya hev dikir; ciwanan pir zêde bûn û kar ne hewce bû ku li ser pereyan bizîvire. Lê niha, her tişt bi traktoran tê kirin. Mazot pir biha ye û lêçûna wê ya bilind bihayê her tiştî bilind dike. Zeviyên ku hûn li vir dibînin berê bi keda destan dihatin çinîn. Em derbasî vê pergala heyî bûne ji ber ku dewlet tu teşwîqan nade. Bi taybetî li Gimgimê tu teşwîq tune ne. Li şûna teşwîqan, niha li vir projeyeke santrala jeotermal tê plankirin. Ew dixwazin projeyên ku dê bi bandor xwedîkirina heywanan a mayî ji holê rakin, bicîh bînin. Em jî hewl didin ku li dijî vê yekê bisekinin. Em ê her tiştî bikin da ku em li vir jiyana xwe bidomînin."
Ozgul destnîşan kir ku ew hem bi dewar û hem jî bi pez re re mijûl dibe û got ku ew niha karê xwe bi kirîn û firotinê ve sînordar dike ji ber ku ew ji bo keriyên xwe şivan peyda dike. Ozgul behsa mîqdara êmê ku ji bo her heywanekî/ê hewce ye kir û got: "Seriyek dewar di tevahiya zivistanê de sê bar ka dixwe. Em êm jî dikirin. Li vir pêşbînîkirina demsala zivistanê dijwar e; carinan mehek dereng dest pê dike û carinan jî mehek dereng diqede. Em di vî warî de bi hin pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Pêdivî ye ku teşwîq werin dayîn, nemaze ji bo karsazên biçûk. Teşwîq hene, lê ew ji hevkarên xwe re tên dayîn. Ger karsaziyên biçûk jî wan bistînin dê pir baş be, ji ber ku cîheke din tune ku em biçin; em dixwazin li vir xwedîkirina heywanan bidomînin."
Şerafettin Kocaman anî ziman ku her çend berê wan karê xwe bi tirpanê dikir jî, niha ev kar bi makîneyên dirûnê tê kirin. Kocaman, bi bîr xist ku berê dirûna giyayê bi stranên kevneşopî dihat kirin û got: "Ji bo dirûna wê qada ku niha traktorek di demeke kurt de dike, pêwîstiya kesên bi dasan dixebitîn bi demeke pir dirêjtir hebû. Îro, ew kar tenê di du sê saetan de tê temamkirin. Heke baran nebare, demsala dirûnê hê kurttir e û tenê 10-15 rojan dikişîne."
Kocaman bal kişand ser kûrbûna krîza aborî û got: "Heya ev rewş bidome, krîz çareser nabe. Tu hêviya min nîne ku rewş baştir bibe. Ew mirovan dixapînin û rêjeyên faîzê vedişêrin; îdia dikin ku faîz tune ye, lê di rastiyê de wan tenê navê faîzê guhertiye û kiriye 'kredî'."
MA / Can Kirbaş