ENQERE - Mamosteyên ku ji bo mafê xwe li Enqereyê dest bi greva birçîbûnê kirin, daxuyandin ku heta pirsgirêka wan neyê çareserkirin dê ji bajêr veneqetin û têkoşîna xwe berdewam bikin.
Mamosteyên ku ji bo mafê xwe di bin sîwana Platforma Mamosteyên Mexdûrên Mulakatê û Sendîkaya Mamosteyên Sektora Tayebet greva birçîbûnê dabûn despêkirin, çalakiya xwe berdewam dikin. Gelek partiyên siyasî û saziyên civakî piştgirî dan greva ku li Kizilay li pêşberî avahiya sendîkayê hatî destpêkirin. Mamosteyan daxwazên ji Ajansa Mezopotamyayê re (MA) rave kirin û gotin heta pirsgirêka wan neyê çareserkirin dê ji Enqereyê veneqetin û têkoşîna wan dê berdewam bike.