Walîtiya ku ji bo madenan rapora ÇED’ê hewce nabîne, ji bo projeya ajalvaniyê rapor xwest

Parve bike:

WAN - Walîtiya Wanê ku ji bo gelek şîrketên madenvaniyê destûra “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” dide, ji bo projeya ajalvaniyê rapora ÇED’ê xwest. Walîtiyê, ji bo projeya ku tê xwestin li Elbakê bikeve meriyetê, tevî ku rêhesin li navçeyê derbas nabe jî ji Midûriyeta Rêhesin a Dewletê nêrîn xwest. 

 
Şaredariya Elbakê ya Wanê, ji bo xurtkirina yek ji çavkaniyên sereke ya debara gel ajalvaniyê, ji bo hilberînê li gundên hatibûn valakirina zêde bike û vegera gund teşwîq bike û pêşiya koçberiya nifûsa ciwanan, projeya bane (mandira) amade kir. Hedefa projeyê ew e ku tesîseke modern were avakirin. Lêbelê proje, ji hêla qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û waliyê bajar ve tê astengkirin. 
 
Projeya ku bêyî tayînkirina qeyûm ji hêla Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatibû qebûlkirin, piştî tayînkirina qeyûm hate sekinandin. Waliyê bajar, tevî ku rêhesin ji navçeyê re derbas nabe jî, ji bo bandora projeyê ya ku dê li ser rêhesinê bike ji Midûriyeta Giştî ya Rêhesin a Dewletê nêrîn xwest. Cara ewil e ji bo baneyê ji midûriyeta rêhesin nêrîn hat xwestin û wê jî erênî bersiv da. 
 
Lêbelê walîtiya Wanê piştî vê nêrînê, gaveke balkêş avêt. Walîtiyê, pêvajoya “Nirxandina Bandora Hawirdorî” ku ji bo lêgerînên madenan ferz e, ji bo vê projeya baneyê jî weke şert danî pêş. Walîtiya ku ji bo gelek şîrketên madenan ên AKP’iyan biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne da”, ji bo projeya baneyê rapora “ÇED’ê” xwest. Walîtiya ku pêvajoya ÇED’ê jî girêdayî wê ye, ev saleke projeyê dide sekinandin û tê mereqkirin ka dê bersiveke çawa bide. 
 
'DAXWAZA GEL BÛ’ 
 
Hevşaredara Elbakê Şengul Polatê bertek nîşanî hincetên ji bo astengkirina projeyê tên nîşandan da û got: “Ev proje, ji bo pêşxistina ajalvaniyê û çandiniyê girîng e. Ji ber kul potansiyela gundên Elbakê zêde ye, me xwest vê rewşê binirxînin. Di vê çarçoveyê de me projeya baneyê amade kir. Her wiha daxwaza gel jî ev bû. Proje ji hêla me û kooperatîfa me ya Wanê hate amadekirin. Me ev, bi protokoleke hevpar pêk anî. Bi temamî xebateke kolektîf e û gel tê de cih digire. Me xwest xelkê navçe û navendê jê sûd bigire, pêşiya koçberiyê bigire û ajalvaniyê pêş bixe. Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî erê kir.” 
 
NÊRÎNA MIDRÛIYETA RÊHESIN HAT XWESTIN 
 
Şengûl Polatê got ku piştî tayînkirina qeyûm, projeya wan hate sekinandin û wiha domand: “Bi zanebûn projeya me hate sekinandin. Ji navçeya me rêhesin derbas nabe lê ji midûriyeta rêhesinê nêrîn hate xwestin. Midûriyetê got erênî ye. Niha jî rapora ÇED’ê dixwazin. Piştî ÇED’ê êdî nizanin dê çi daxwaz bikin. Projeyeke ku dê ciwan û jinan îstîhdam bike û pêşiya koçberiyê bigire çima tê astengkirin?” 
 
'NIFÛSA CIWANAN TUNE YE, QADA ÎSTÎHDAMÊ NÎNE’ 
 
Bi domdarî Şengul Polatê destnîşan kir ku piştî proje bikeve meriyetê dê navçe hinek bêhnê bistîne û axaftina xwe wiha qedand: “Koçberiyeke mezin li navçeyê heye. Nifûsa ciwanan kêm dibe. Ciwanên me li bajarên derve di înşaetê de dixebitin. Her sal cenazeyê 5-10 ciwanan tên navçeyê. Nifûsa ciwanan tune ye, îstîhdam tune ye. Wê demê çima vê projeyê asteng dikin? Divê xebatên çandiniyê bên pêşxistin. Ev proje jî dê bibe navenda wê. Dê bike ku ajalvanî pêş bikeve, hejmara ajalan zêde bibe. Dê bike ku welatî vegerin gundên xwe.”
 
MA / Zeynep Durgut