WAN - Li Wanê zêdebûna bihayên êm û dermanên beytariyê, barê sewalvanan girand ike. Hem sewalvan hem jî beytaran diyar kir ku ji ber lêçûnên zêde zehmetiyan dikişînin.
Zêdebûna bihayên êm û dermanan her sal bandoreke giran li sewalvana dike. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li ser "Endeksa Bihayê Kelûpelên Çandiniyê" ya Kanûna 2025'an, endeksa bihayê kelûpelên çandiniyê salane ji sedî 33,15 û mehane ji sedî 1,30 zêde bûye. Ev zêdebûna berdewam a bihayên kelûpelan lêçûnên hilberîneran zêde dike û rasterast bandorê li ser bihayên êm dike. Zêdebûna salane ya herî bilind di lêçûnên beytariyê de, ji sedî 72,78, tê dîtin. Cotkarên ku nikarin ji bin van zêdebûna bihayan rabin, neçar in ku heywanên xwe bifroşin.
Beytar Abdulhalim Dursun diyar kir ku ji ber zêdebûna bihayê dermanan ew nikarin qezenc bikin û cotkar Sabahattin Tayanir jî got ku ew gihîştine asteke wiha ku ji ber lêçûnan êdî nikarin heywanên xwe xwedî bikin.
JI BER BIHABÛNA DERMANAN HEYWANÊN XWE DIFIROŞIN
Beytar Abdulhalîm Dursun diyar kir ku ew nêzîkî 10 salan e bi awayekî çalak xizmetê dide gundan û got: "Em bi piranî di mehên zivistanê de diçin gundan. Ji ber ku hem bihayên dermanan û hem jî bihayên heywanan bi hev re zêde dibin, cotkarên me zehmetiyan dikişînin. Bihayên dermanan îsal li gorî par hîn zêdetir zêde bûne. Dema ku bihayên dermanan zêde dibin, mirov heywanên xwe difiroşin ji ber ku nikarin ji bin barê lêçûnan rabin. Ji ber vê yekê, em jî qezenc nakin. Di navbera pez û dewaran de di bihayên dermanan de ferq heye. Dermanên ji bo pez hinekî erzantir in, lê dermanên ji bo dewaran bihatir in ji ber ku di mîlîgram û konsantrasyonan de ferqeke bihayê heye. Ji ber vê cotkarên me zehmetiyê dikişînin. Berê heywanên wan zêdetir bûn, lê hejmara heywanan sal bi sal kêm dibe ku ev nîşan dide ku cotkar di kirîna dermanan de zehmetiyan dikişînin. Ger cotkar derman bikire, em qezenc dikin; ger ew nekirin, em qezenc nakin."
'EZ NIKARIM JI HEYWANÊN XWE RE DERMANAN BIKIRIM'
Cotkar Sabahattîn Tayanir diyar kir ku derman biha ne, ew pereyên xwe li dermanên heywanan xerc dike û roj bi roj xwedîkirina heywanan kêm dibe. Tayanir got: "Ez ji zarokatiyê ve bi sewalvaniyê re mijûl im. Ger hikûmet piştgirî bide, xwedîkirina heywanan berfireh bike û piştgiriyê bide kesên hewcedar, em dikarin vî karî pir baş bimeşînin. Li şûna ku 50 heywanan bidin dewlemendan, ger wan 5 heywananan bida gundiyan, li her gundî 70 malbat dê hebin. Lê ji ber ku ew piştgirî nadin, mirov li şûna xwedîkirina heywanan diçin derveyî welat û dixebitin. Ew hîn jî neçar in ku bi mûçeya herî kêm debara xwe bikin. Êm pir biha ye; niha, kîsikekî êm 1000 TL ye. Ger hûn îro hesab bikin, heywanek dê rojane di navbera 5-10 lître şîr bide. Lê heke hûn bêtir êm bidin, ew ê nêzîkî 15 lître şîr bide. Lê xwarin êdî ji bo heywanan têrê nake. Hûn gazî beytar dikin; hatina beytar ên ji bo heywanekê 5-10 hezar TL ye."
Tayanir diyar kir ku dahata wî tenê heywanên wî ye û got: "Divê dewlet niha vê yekê bibîne; divê dewlet ji gundiyan re bêje, 'Ez li aliyê we me.' Ger em heywanan xwedî dikin, divê em derman bikirin. Lê bihayên dermanan eşkere ne; dermanek ji 1000 TL'yî dest pê dike. Dermanên di bin 1000 TL'yî de tune ne. Ger hûn van dermanan nekirin, hûn heywanê dikujin. Hûn pereyên xwe di heywan de veberhênan dikin, lê dûv re hûn bi hezaran TL ji bo dermanan xerc dikin. Bêyî piştgirî, kes nikare qezenc bike. Pêdivî ye ku dewlet piştgiriyê bide min da ku ez karibim pêşde biçim, da ku ez rê vekim. Ez bêyî piştgirî nikarim xwarin û dermanan bikirim. Karê dewletê ew e ku dewlemendan dewlemendtir bike. Ez ji rayedaran re dibêjim; werin em piştgiriyê bidin gundiyan. Divê em çêrgeh û sewalvaniya xwe jî biparêzin. Axir, ne hewce ye ku her kes bibe karmendê dewletê. Ji ber vê sedemê, divê mirov berê xwe bidin çandinî û sewalvaniyê, her çend dijwar be jî."