WAN - Prof. Dr. Faruk Alaeddînoglû bal kişand ser vekişîna Gola Wanê ya ji ber hişkesaliyê û got: "Rêjeya Tejaneya Gola Wanê bi ser rêjeya asayî ya kûrewî de germ dibe; ev êdî ne rewşekî demkî ya demsalê ye, krîzeke avhewayê ya mayinde ye."
Hişkesaliya ku li seranserî cîhanê bandoreke mezin dike, li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî encamên giran bi xwe re tîne. Hişkesalî vediguhere krîzeke avhewayê û gefeke mezin li Gola Wanê dike ku mezintirîn gola bi soda ya cîhanê ye. Bi germbûna hewayî re gol gelek vekişiya û di tejaneya golê de jî rê li ber texrîbatê vekir.
Bi taybet jî di nava salên dawî de qeraxa golê ya li navçeyê Artemêt û Westanê gelek vekişiyaye. Cihên gol jê vekişiyaye jî çirav çêbûye. Her wiha bi vekişînê re di navbera stargehên masîvanan û keştiyên wan û golê de navbereke zêde çêbû. Ekolojîst, diyar dikin ku windahiya avê ya golê ne tenê li gorî demsalan diguhere, ev êdî veguheriye krîzeke avhewayê ya mayinde.
Hîndekarê Beşa Cografyayê yê Fakûlteya Wêjeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Faruk Alaeddînoglû ku li ser Gola Wanê û çavkaniyên avê lêkolînan dike, têkildarî hişkesaliya di Gola Wanê de û xetereyên dê bi xwe re bîne de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Alaeddînoglû, da zanîn ku tejaneya Wanê jî ji guherînên avhewayê yên li seranserê cîhanê bibandor dibe û bi ser rêjeya germahiyê ya cîhanê re germ dibe. Alaeddînoglû, got: “Tejaneya Wanê tejaneyeke girtî ye lewma divê ji tejaneyên vekirî cuda were nirxandin. Tejaneya Wanê, bi awayekî yekser ji guherînên avhewayê yên cîhanê bandor dibe. Germahiya kûrewî, ji par heta niha 1,6 pileyan zêde bû. Heke germahiya seranserî cîhanê 14 pile be, ev rêjeya em behs dikin pir zêde ye. Ser re jî germahî li herêmê wekî hev zêde nabe; li deverên nêzî ekvatorê kêmtir û ber bi cemserê ve zêde dibe. Tejaneya Gola Wanê jî li bakur cih didigre lewma bi rêjeyeke ser rêjeya germahiyê ya nîvekî germ dibe û ev jî avhewaya wê pir bi lez diguherîne.”
'BARÎNÊN BERFÊ ÊDÎ VEGUHERÎNE BARANÊ’
Di berdewamê de Alaeddînoglû anî ziman ku li gorî sala par îsal rêjeya barînan kêm bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em salên dirêj dinêrin, piraniya barînan di demsalên Payîzê de dest pê dikin û di Mijdarê de derdiketin lûtkeyê. Di tevahiya zivistanê de didomiyan û di mehên Nîsan-Gulanê de dîsa zêde dibûn. Lêbelê di deh salên dawî de êdî hema hema di demsala Payîzê de barîn tune ne. Her çend rêjeya barînan kêm bibe jî, tişta girîng ev e; barîna berfê êdî veguherîne baranan. Ji ber ku berf nabare, avên binerd jî hişk dibin. Baranên zêde nakevin nava axê û beşeke wan a mezin diherikin û tev li golê dibin. Ev jî dike ku avên binerd pir kêm bibin.”
'HILMA JI GOLÊ RADIBE RÊ LI BER WINDAHIYÊ VEDIKE’
Di berdewamê de Alaeddînoglû da zanîn ku germahiya Gola Wanê derketiye dora ji sedî 20’ê û got: “Xebatên zanistî û raporên NY’ê dibêjin ku dê germahiya kûrewî hêj zêde bibe. Rêjeya hilma ji tejaneyê radibe pir zêde bûye. Di demên berê de hilma ji tekaneyê radibû biqasî du qetê barînên dibariyan bûn lê niha çar-pênc qet zêdetir bûye. Li başûrêrojhilat av nîne lewma rêjeya hilma wê nayê pîvandin. Lêbelê li tejaneyeke mîna Gola Wanê ku ava wê pir e, hilma jê diçe rê li ber windahiyên mezin vedike. Rêjeya çem û rûbaran kêm dibe, gelek rûbarên diviyabû di tevahiya salê de biherikiyan hişk dibin. Xebatên zanistî û raporên NY’ê dibêjin ku dê germahiya kûrewî bidome. Tirkiye ne ji dewlemendên avê ye; rêjeya avê ya serê mirov her ku diçe kêm dibe. Tejaneya Gola Wanê jî bi qasî tê texmînkirin ji hêla avê ve dewlemend nîne. Dema rêjeya barînan kêm dibe û avên binerd zêde tên bikaranîn, pir zû tune dibin.”
'GOL GELEK ZÛ VEDIKÊŞE’
Alaeddînoglû, anî ziman ku bi kêmbûna barînan re vekişîna di Gola Wanê de jî zêde bûye û got: “Di esasê xwe de avên binerd rezervên me yên herî bi qîmetin. Lêbelê li tejaneyê ev av ji bo çandinî, jîngeh û sîteyên mezin ve pir zêde tê bikaranîn. Di tejaneyên girtî de kontrolkirina avê hêj zehmettir e; ji ber ku anîna avê ya derve pir biha ye û gelek caran ne pêkan e. Lewma divê barînên li vê tejaneyê dibarin li gorî nifûs û çandinî-pîşesaziyê baş were plankirin. Divê av ne tenê weke ava çandinî, pîşesazî û vexwarinê were dîtin. Her wiha divê zindiyên din jî weke parçeyeke vê were dîtin. Di salên berê de hişkesaliya li tejaneyê biqasî mehekê didomiya lê îro derketiye du meh û nîv heta sê mehan. Di vê serdemê de germahî zêde dibe û hilma ji erdê-avê radibe zêde dibe. Lêbelê tu barîn nabarin. Ev jî leza vekişîna Gola Wanê zêde dike. Di demên berê de di mehên barînan de rêjeya ava golê bilind dibû û di hişkesaliyê de jî kêm dibû. Niha ev hevsengî xera bûye. Di mehên Cotmeh-Mijdarê de barîn nebariyan lewma jî gol pir vekişiya û windahiyên mezin dide. Şirîdên spî yên berfireh ên li qeraxê golê, şopên vekişîna golê ne.”
'GOL QADEKÎ MEZIN WINDA DIKE’
Alaeddînoglû, destnîşankir ku di dîmenên peykê de tê dîtin ku golê qadekî xwe ya mezin winda kiriye û wiha pê de çû: “Gola Wanê ne goleke wisa ye ku bi temamî hişk bibe. Ji ber ku hem pir kûr hem jî berfireh e. Lê her ku avê negire, kîmyaya wê diguhere. Gol ne aveke jirêzê ye; xwedî ekosîstemeke girîng e. Masî berg (Încî Kefalî), ji bo aboriya herêmê pir girîng e. Di dema zayînê de ber bi çem û rûbaran ve koç dikin. Dema av kêm dibe jî rêjeya avê dikeve. Dema çem û rûbar nebin jî koça bi milyonan masiyan dikeve xetereyê. Ev jî hem li ser populasyona masiyan hem jî debara xelkê herêmê gef e. Li gorî dîmenên peykê, golê qadekî mezin winda kiriye. Û dê ev pêvajo bidome. Her sal ji sala berê germtir dibe. Krîzên jeopolîtîk, berjewendiyên welatan û cîbicînekirina teahûdên tên dayin vê rewşê girantir dike.”
'BIKARANÎNA XELET DIKARE BÊAV BIHÊLE’
Alaeddînoglû, got ku bikaranîna avên binerd a bêkontrol dê bike ku jîngeh bêav bimînin û ev tişt anî ziman: “Beşeke mezin a Tirkiyeyê di bin zexta hişkesaliyê de ye. Di salên pêş de dibe ku çavkaniyên avê bi têrî vexwarin, çandinî û pîşesaziyê nekin. Ji neçarî divê hinek tercîh bên kirin. Verastkirinên zagonî tên kirin lê rêvebirina avê hêj xurt nîne. Potansiyela tejaneyê, bikaranîna wê û projeksiyonên wê yên pêşerojê bi zelalî nehatine plankirin. Lê divê mueyîdeyên ku bikaranîna avê bisînor dike û bikaranîna bêkontrol a avên binerd asteng dike bikevin meriyetê. Li gelek welatan vekirina bîrên avê jî bêyî destûr nayê kirin. Lê li Tirkiyeyê ev kontrol zeîf e.”
'DIBEKU BAJAR BÊN VEGUHESTIN’
Alaeddînoglû, bi lêv kir ku heke tejane rast neyê birêvebirin, dibe ku di demên pêş de li ser veguhestina cihê bajar were nîqaşkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Heke avên binerd xelas bibin dê xetere li ser ava vexwarinê, ya pîşesazî û çandiniyê ya bi sed hezaran mirovan çêbibe. Lewma şert e ku tejane bi yekdestî were birêvebirin. Nexwe dibe ku li ser veguhestina bajaran were axaftin. Heke gavên pêwîst bên avêtin, dikare ev pêvajo baş were birêvebirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi îradeyeke xurt û polîtîkayeke rêvebirina avê ya bibiryar heye.”
MA / Zeynep Durgut

