Li Girtîgeha Jinan a Erzinganê muameleya 'li gor sûc'

img
AMED – Li du girtiyên li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Erzinganê muayeneya bikelemçe hat ferzkirin. Bijîşkê nexweşxaneyê li dijî vê rabû. Cendirmeyan ji bijîşk re got "sûcên wan cuda ye" û ger kelemçeyê veke dê der barê wî de zabitnameyekê amade bikin. 
 
Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyên siyasî di demên dawî de zêde dibin. Girtîgeha Jinan a Girtî ya Erzinganê, yek ji wan girtîgehan e ku herî zêde binpêkirin lê tên kirin. Di serdanên parêzerên Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê de, girtiyan gelek binpêkirinên mafên mirovan ên ku bi wan re rû bi rû dimînin ragihandin. 
 
Parêzer Ferat Koçeroglû diyar kir ku li du girtiyên jin bi darê zorê muayeneya kelepçekirî hatiye ferzkirin. Koçeroglû anî ziman ku bijîşk xwestiye ku kelepçeyên girtiyan bên vekirin, lê cendirmeyan red kiriye û gotiye ku ger kelepçe bên vekirin dê der barê bijîşk de zabitnameyê amade bikin. Koçeroglû her wiha got ku bijîşk diyar kiriye ku heta kelepçe neyên rakirin ew ê dest bi muayeneyê neke û tu raporekê îmze neke. Koçeroglû got: "Di vê nîqaşê de, bijîşk ji cendirmeyan pirsî, 'We kelepçeyên girtiyên ku we sibehê anîn vekirin. Çima hûn van venakirin?' Cendirmeyan, gotiye 'Sûcên van cuda ye" û dosyayên wan anîne nîşanî bijîşk dane. Lêbelê, bijîşk jî diyar kiriye ku ew ê mafê tenduristiyê li gorî sûc dabeş neke. Lêbelê, cendirmeyan hewl dane ku bêjin girtî 'sûcdarên terorê' ne û bi vî awayî fikra bijîşk biguherînin. Di dawiyê de dermankirin pêk nehatiye. Girtiyan jî vê yekê qebûl nekiriye û cendirmeyan ew birine nexweşxaneyê." 
 
ASTENGKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ
 
Koçeroglû gelek binpêkirinên ku ji hêla girtiyan ve hatine ragihandin navnîş kir û diyar kir ku beşên girtiyan bi zanebûn hatine guhertin û li beşên bi şert û mercên xerabtir hatine bicihkirin. Koçeroglû got: "Ev bi serê xwe polîtîkayeke îşkenceyê ye." Koçeroglû destnîşan kir ku gihîştina girtiyan ji bo lênêrîna tenduristiyê tê astengkirin û got ku girtiyên ku divê di wextê xwe de bigihên nexweşxaneyê bi zanebûnî têne derengxistin. 
 
Koçeroglu diyar kir ku girtî ji bilî Tirkî nikarin bi zimanekî din bi telefonê biaxivin û got: "Ji wan re tê gotin ku divê daxwaznameyekê pêşkêşî rêveberiyê bikin da ku zimanekî din bixwazin. Wekî din, ew bi rapor û cezayê dîsîplînê tên tehdîtkirin. Mafê axaftina bi zimanê dayikê ji girtiyan re tê astengkirin. Di vî warî de, girtî jî di bin gef û zextê de ne."
 
Koçeroglû destnîşan kir ku astengkirina xwegihandina mafê tenduristiyê nayê qebûlkirin.
 
MA/Rûkiye Payiz Adiguzel