ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN

  • rojane
  • 09:02 14 Mijdar 2025
  • |
img
* Jin û keçên ku tiryakê bi kar tînin, ji ber "demxekirinê" bêtir bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Pispora Xizmeta Civakî Berfîn Ayyildizê diyar kir ku herî zêde zarokên keç maddeyên bixetere bi kar tînin û got: "Jin li şûna ku biçin navendên dermankirinê, divê navendên dermankirinê werin cem jinan."
 
* Endamê OHD'ê Veysî Guneş got: "Nepêkanîna mafê hêviyê, di rastiyê de ne mijara ceza înfazê ye. Ew di heman demê de nîşaneya berxwedana dewletê ya li dijî demokratîkbûnê ye."
 
* Rêveberê TUHAY-DER'ê Nedîm Şîpal û endamê Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'ê Kemal Tîbelîk bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kirin ku divê girtiyên nexweş ji bo her kesî pêşîniya sereke bin û daxwaza berdana wan kirin.
 
* Li du girtiyên li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Erzinganê muayeneya bikelemçe hat ferzkirin. Bijîşkê nexweşxaneyê li dijî vê rabû. Cendirmeyan ji bijîşk re got "sûcên wan cuda ye" û ger kelemçeyê veke dê der barê wî de zabitnameyekê amade bikin. 
 
* Dayikên Aştiyê, piştgirî dan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û gotin: "Aştî yekalî nabe. Ji bo ku aştî pêk were, divê Rêberê me azad be."
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî dê were şopandin.
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan dê li ÇandAmedê bi hevşaredaran re werin gel hev. (10.30) ZINDÎ
 
* Li gelek bajaran ji aliyê partî, saziyên civakî û sendîkayan bernameyên 25'ê Mijdarê bên lidarxistin. (11.00-17.00)
 
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkogul di çarçoveya bernameya 25'ê Mijdarê de dê li Îzmîrî jinên ku di grevê de ne ziyaret bike. Piştre dê li pêşiya avahiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê bi daxuyaniyê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê bide. (11.00-18-30)
 
* Baroya Êlihê dê li dijî çekbûna takekesî li Salona Yilmaz Guney daxuyanî bide. ( 13.30)