ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 20 Cotmeh 2025
  • |
img

* Ji rêveberên KURDÎGEH’ê Bîrhat Duman têkildarî parvekirina bi Kurdî ya li ser hesabê X’ê ya Meclisê axivî û got: “Kurd nêzikatiyên durûtî qebûl nakin. Bila astengiyên li pêşiya Kurdî rakin.” 

* Hevserokê Şaax ÎHD’a Agiriyê Azad Akbulut bertek nîşanî biryarên ceza û girtinê yên dadgehâ Agiriyê û got: “Hewceye meqamên darazê biryarên ku aştiya civakî xurt dike bide.”
 
* Dayikên Aştiyê ku konferansa xwe li dar xistin, diyar kirin ku azadiya gel girêdayî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. 
 
* 9’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê dê di roja 3’yemîn de bidome. (10.00-19.00)
 
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê li Meclisê geşedanên di rojevê de binirxîne. (10.30)
 
* Li gelek bajaran dê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî bên dayin. (12.00-16.00)
 
* Berxwedana xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê dane destpêkirin dê bê şopandin. (16.00)