Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan

AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna hevşaredarên partiyî de axivî û got: “Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan. Daxwaza me zelal e. Divê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin dîsa radestî îradeya gel bên kirin.”

 
Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi beşdariya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, civîna xwe ya "Kombûna Hevşaredar û Hevserokên Meclîsa Giştî ya Bajaran"  li dar xist. Civîn, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê tê lidarxistin. Gelek kes tev li civînê bûn. Tuncer Bakirhan di civînê de axivî.  
 
Axaftina destpêkê jî ji aliyê Bakirhan ve hate kirin. Bakirhan, piştî bîranîna hevşaredar û siyasetmedarên hatin qetilkirin, silav ji siyasetmedarên girtî re şand û xwest, girtiyên siyasî hemû bêne berdan.
 
‘BERPIRSYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ ŞAREDARIYAN’  
 
Bakirhan, got: “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku 27'ê Sibatê ji aliyê birêz Ocalan ve hate destpêkirin, wezîfe û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê we jî. Hûn têkoşîna demokrasiya xwecihî dimeşînin. Lewma ev pêvajo rêveberiyên me yên xwecihî jî ji nêz ve eleqedar dike. Ez zanim ku hevalên me wê di vê mijarê bi berpirsyarî tevbigerin, tevkariyê li pêvajoyê bikin û hewl bidin pêvajoyê civakî bikin. Aştî tê wateya rêveberiya xwecihî ya çalak.
 
EM Ê ŞAREDEARIYAN BIKIN NAVENDA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN GEL   
 
Aştî tê wateya mezinbûna qada we. Aştî tê wateya tayînnekirina karmendên dewletê li şûna hilbijartiyan. Aştî tê wê wateyê ku banga bajaran bi rengekî wekhev nêzî şaredariyan bibe. Ew nîne ku piştgiriyê bide hin şaredariyan, lê projeyên hin şaredariyan asteng bike. Lewma ev pêvajo we eleqedar dike. Ji ber vê jî em ê tevkariyên xwe pêşkêş bikin û dewam bikin. Em ê şaredariyan weke komun bibînin, bikin navendên çareserkirina pirsgirêkên gel. 
 
LI DIJÎ TIRYAKÊ EM Ê TÊBIKOŞIN  
 
Me soz dan gel. Li dijî narkotîkê em ê têbikoşin, wê birçîbûn nemîne, dibistana kesî ya ji ber nebûna pereyê ragihandinê nesekine, kesek wê ji ber nebûna hatineyeke şênber dibistanê neterikînin, xwişk û biratî wê bibe. Berpirsyariya hevalên me yên hilbijartî ye ku pêvajoya aştiyê ji nêz ve bişopînin. Beriya her tiştî em dixwazin, divê rêveberiyên xwecihî neyên girtin. Di vê pêvajoyê de berpirsyariya rêveberiyên xwecihî heye, yên ku pêvajoyê bigihînin civakê û bersivê bidin pirsên civakê hûn in. Rêveberên esasî yên pêvajoyê hevalên me yên hevşaredar in. Ez di wê baweriyê de me ku hûn ê vê pêvajoyê bi daxwaz û coşeke mezin pêşwazî bikin."
 
‘HEWCEYE HEVŞAREDARÊN ME LI KARÊN XWE VEGERIN’
 
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku heke li Tirkiyeyê qala pêvajoyê, demokrasiyê tê kirin divê qeyûm ji holê bê rakirin û got: “Divê hevşaredarên me jinûve li karê xwe vegerin. Bendewariya civakê azadiya girtiyan e. Ev yek daxwazeke welê ye ku pêşî li pêvajoyê vedike. Daxwaza me li ber çavan e. Şaredariyên ku qeyûm li ser wan hatiye danîn, careke din radestî îradeya hilbijartî ya gel bê kirin. Îradeya hilbijartî ya gel divê bajêr bi rê ve bibe. Ne tenê li bajarên Kurdan li tevahiya Tirkiyeyê divê êdî em gotina qeyûm nebihîzin."
 
'EM Ê VÊ PÊVAJOYÊ RAST BI RÊ VE BIBIN Û SERKETINEKE MEZIN BI DEST BIXIN'
 
Bakirhan, anî ziman ku li Rojhilata Navîn bûyerên gelekî cidî diqewimin, cîhaneke nû ava dibe û wiha pê de çû: “Li Sûriyeyê, li Rojava em şahidiyê ji pêşketinên dîrokî re dikin. Dibe ku sed salên pêşiya me yên li Rojhilata Navîn niha têne nivîsandin. Lewma em di demeke welê de rêveberiyê dikin ku wê sed salên pêşiya me diyar bike, em di vê demê de bajarên xwe bi rê ve dibin. Di vê demê de dibe ku rîskên mezin hebin, lê belê em dikarin destketiyên mezin jî bi dest bixin. Di destê me de ye ku em rîskan ji holê rakin û serketineke mezin bi dest bixin. 
 
HEKE EM XIZMETÊN RAST BIKIN DÊ BI SER KEVIN

Heke em xwedî li nirxan derkevin, karibin xwe bi rêxistin bikin, hêza gel ber bi xwe ve bikişînin, em ê karibin li Rojhilata Navîn bibin xwedî cihekî gelekî girîng. Hêviya min a ji bo vê yekê heye. Em dibînin bê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa bexçeyê gelan ava dibe. Di vir de rêveberiyên xwecihî gelekî girîng e. Qada me ya rêxistinî rêveberiyên xwecihî ye. Têkoşîna me ji doh bêhtir dijwar e. Lewma em ê vê pêvajoyê bi rengekî rast bi rê ve bibin. Em ê xwe bi rengekî rast bi rêxistin bikin, xizmeteke rast biafirînin û înşalleh em ê serketineke mezin bi dest bixin."                              

 

Sernavên din

18:52 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
15:50 Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
15:04 Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
14:59 ‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’
14:10 Cerdevanên 4 kes birîndar kiribûn hatin berdan
13:51 Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?
13:02 Tanrikulu: Divê gavên baweriyê didin bên avêtin
Ekmen: Piştgiriha civakê ji bo pêvajoyê girîng e
13:01 Beşa 4’an a hevpeyvîna hatiye astengkirin: Divê dewlet bê demokratîkkirin
11:11 Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin
10:51 Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan
10:20 Ji ber ‘tacîz û mobîngê’ giliyê serokê daîreyê yê MARSU’yê hat kirin
10:01 Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in
09:38 Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekaliyî çênabe
09:33 'Nepêkanîna mafê hêviyê nîşaneya dijberiya li demokrasiyê ye'
09:20 'Divê rojeva her kesî berdana girtiyên nexweş be'
09:19 Li Girtîgeha Jinan a Erzinganê muameleya 'li gor sûc'
09:02 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
13/11/2025
20:32 'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin'
20:24 Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin
16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû