Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye

  • rojane
  • 13:05 12 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dûran Kalkan anî ziman ku pêvajo mecbûrî ye ne tercîh e û got: "An wê bi ser bikeve an wê bi ser bikeve. Bi sernekeve wê felaket bibe. Lewma ji bo serketina pêvajoyê çi pêwîst be em ê wê bikin."

 
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di Medya Haber TV'yê de têkildarî pêvajoyê axivî. Kalkan anî ziman ku derbasbûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li qonaxeke nû di rojevê de ye. 
 
Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:
 
"Destpêkê mîmarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Rêberê Azadiyê Rêber Apo silav dikim. Wekî ku hate destnîşankirin, ji bo pêvajo derbasî qonaxek nû, qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye. Di serî de Rêber Apo vê hewldanê dimeşîne. Ji bo vê nexşerêyan amade kir û pêşkêş kir, nêrînên xwe anî ziman û rêya çareseriyê pêşniyar kir. Her wiha ji bo pêşiya wê were vekirin bang li rêxistinê û raya giştî kir. Gavên ku li ser vê bingehê hatine avêtin hene.
 
Mînak, banga rêveberiya Tevgera me ya 26’ê Cotmehê girîng bû. 25 gerîla yên ku li Bakurê Kurdistanê bûn û şer dimeşandin, vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê; wan daxuyanî da. Rêveberiya Tevgera me ji raya giştî re ragihand ku hêzên gerîla yên li deverên krîtîk, ji provokasyonê re vekirîbûn û noqteyên ku wê rê li pevçûnan vekin vedikişin û dîsa ji bo li ser sînor heman rewş were sererastkirin dixebitin. Ev pir girîng bû. Bi tevahî li gorî ruhê banga 27’ê Sibatê bû. Dîsa pêkanîna biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê bû. Berdewamiya wan çêbû. Ev berdewamiya şewitandina çekan a 11’ê Tîrmehê bû. Bi rastî ev gavên pir krîtîk, cidî, girîng û pêşîvekirinê bûn. Her kes vê yekê teqdîr dike. Weke dîrokî dîtin. Destnîşan kirin ku ev yeke pêşîvekirine, ji bo prosedurên hiqûqî yên ku ji hêla Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve têne xwestin pêk bê û komîsyon jî di vî warî de xebatên xwe pêşve bibe êdî ti astengî nema ne û derî bi temamî hatiye vekirin. Ev bi rastî jî girîng e; ne tiştekî ku ti kes bi hêsanî hêvî bike yan jî bi dest bixe bû. Rêber Apo bi hişmendî, îrade û biryardariya xwe ev pêvajo pêşxist û gavên pratîkî avêt. Wekî tevgerê partiya me, kadroyên partiyê û hêzên gerîla pêwîstiya vê bangê bê kêmanî bi cih anîn û bi cih tînin.
 
LI PÊŞIYA QONAXA DUYEMÎN TU ASTENGÎ NEMA NE 
 
Yanî ev tê vê wateyê ku hişmendiyek heye, têgihîştinek heye. Wisa li ser daxwaza hin kesan an jî bi zorê çênabe. Têgihîştinek, stratejiyek tê bicîhanîn. Û wêrekî û biryardariya xwe datîne holê.
Rêber Apo vê yekê wekî gavên yekalî yên niyeta baş pênase kir. Qonaxa yekem a pêvajoyê jî bi vî rengî anî ziman. Li ser bingeha niyeta baş avêtina gavên yekalî... Wekî Rêbertî û Tevgerê me ev gav avêtin. Bi vî awayî, li pêşiya qonaxa duyemîn ti astengî nema ne.
 
Qonaxa yekem, afirandina rewşa pratîkî û leşkerî ya ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn bû. Ev tiştên hatin kirin bi temamî ev yek pêk anî. Gel jî têkoşiya. Di vê çarçoveyê de li parçeyên Kurdistanê jî têkoşîn heye. Ciwan û jin di çalakiyan de ne. Bi taybetî li Rojava, qismek li Bakur çalakî bi pêş dikevin.
 
Ji destpêka mehê ve Kurdên li derveyî welat tevî dostên xwe ji Londonê heta Kolnê, careke din wekî Rêbertî û Tevgerê helwesta Kurdan bi awayekî ku her kes dikare fêm bike nîşanî cîhanê dan. Hem bi coş, heyecan û biryardariya xwe û hem jî bi peyamên ku dan… Rêber Apo jî ji bo mitîng û meşan peyam şand. Ev jî pir têr û tije bû. Ji bo pêvajo rast were famkirin, nemaze ji bo diyarkirina erk û berpirsiyariyên mirovên li derveyî welêt îfadeyên dîrokî bûn. Ev yek coş û heyecan çêkir.
Bi vî rengî ji bo civakîbûna pêvajoyê, dîsa ji bo aliyê Kurdan pêvajoyê wekî têkoşîna demokratîk bigire dest û pêş bixe asteke girîng derxist holê. Ez helwesta bi biryar û bawer a ku gerîla danî holê silav dikim. Ez helwesta bi biryar a ku gelê me yên li derveyî welat û dostên me ji Londonê heta Kolnê li ser bingeha banga Rêber Apo û pêvajoya ku pêşxistiye danîne holê, li ser bingeha meşên London û Kolnê silav dikim û pîroz dikim.
 
Kesên beşdarî van çalakiyan bûn -wekî ku Rêber Apo aniye ziman- bi rastî jî di rewşeke ku pêşengiya pêvajoyê bikin de ne û peywireke dîrokî pêk tînin. Ji ber vê yekê ew timî silavkirinê heq dikin û ev bi rastî jî divê ev bê pêşxistin û berdewamkirin. Yanî ev pêvajoyek ne bêyî têkoşînê ye.
 
HETA KU ŞERTÊN RÊBER APO NEYÊN GUHERANDIN MA WÊ ALIYÊ KURD ÇAWA BI RÊ VE BIBE?
 
Ji bilî vê çi hene? Em ne di wê rewşê de ne ku tiştekî pir nû bêjin. Agahiyên ku ji mere hatine, agahiyên dawî yên ji hevdîtina Rêber Apo bi malbata xwe û şandeya DEM Partiyê re kiribû ji me re hatine, nîşan dan ku derbarê rewşa Îmraliyê de guhertinek cuda çênebûye. Tecrîda li ser Rêber Apo berdewam dike. Wan ev yek eşkere anîn ziman. Gotin ku di rewşa Îmraliyê de ti guhertin çênebûye. Ev pir girîng e.
 
Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, şert û mercên kar û jiyana wî ber bi azadiyê ve neguhere, ma wê aliyê Kurd pêvajoyê çawa birêve bibe? Ma wê Rêber Apo çawa birêve bibe? Divê hin derfet û firsend hebin ku wan veguherînin têkoşînek ji bo demokrasiyê. Lê ew derbarê vê yekê de pir giran in. Hin ji wan helwesteke dijber nîşan didin. Piştre jî li bendê ne ku her tişt li gorî wan çêbibe. Wisa nabe.
 
Wekî din di xebata komîsyonê de jî tiştekî nû tineye. Hinekî hêvî dan. Ewqas civîn, nîqaş û danûstandin kirin. Bi rastî jî nêzîkatiyek siyasî nîşan daban, yanî li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û afirandina çarçoveyek nû ya hiqûqî danûstandin bikin, hewl daban raya giştî beralî bikin, hişyar bikin û yekîtî çêbikin, wê gavê ev nîqaş wê watedar bibûna.
 
Jixwe bêyî wê nabe. Bi pêvçûnê ev kar nameşe. Divê yekîtî bê avakirin. Lê tenê agahî tên 
berhevkirin. Yanî navê pirgirêkê jî tam lê nakin. Wê çarçoveya hiqûqî çawa bê kirin wê jî destnîşan nakin. Tenê tê gotin, "Ew ê pêşkêşî Meclisê bikin.” Gelek derdor dibêjin, ji bilî vê AKP jixwe qanûnan amade dike. Yanî ew li benda xebata komîsyonê namîne. Bandora wê li ser wan tineye. Yanî xebata komîsyonek wisa bi rastî cihê xwe negirt. Hîn bi Rêber Apo re hevdîtin nekirine. Wê jî kirine pirsgirêk. Hefteya borî gotin, "Em ê hevdîtin bikin," "Em ê hevdîtin nekin," "Em ê civînê bikin û plana wê çêbikin” lê hate paşxistin. Niha hîn jî tê nîqaşkirin. Li hemberî tiştên ku me kirin, wekî yên berê hem lîdertiya MHP’ê û hem jî ya AKP’ê daxuyaniyên erênî dan. Kêfxweşiya xwe anîn ziman. Ev pir baş e, lê wekî her carê evqas e. Pratîk tine ye. Tiştekî ku vê derbas bike û hewcedariyên pratîkî bicîh bîne, tine ye.
 
Bêhtir parçebûna aliyê desthilatdarê didome. Serokê Giştî yê AKP’ê, Serokkomar Tayyîp Erdogan hin tiştan dibêje, rêveberiya AKP’ê tiştekî din dibêje. Çapemeniya nêzîkî AKP’ê tam berevajî vê yekê dinivîse û dibêje. Yanî nêrînên cuda cuda hene. Ew tevliheviyê diafirînin. Di rastiyê de xumam dikin. Yanî me fam nekir.
 
Bi rastî jî Devlet Bahçelî gav avêt û berpirsiyarî girt ser xwe. Wî bi xwe jî ev yek anî ziman. Her kesî dixwest bi vî rengî şîrove bike. Lê gotinên wî di pratîkê de bi cih nayên. Tiştên ku AKP û rêveberiya wê jî dibêjin bi cih nayên. Gava ku wisa dibe ew gotin li hewa dimîne. Ev tiştên tên kirin di nava raya giştî wekî pêşketinên ku bandorek erênî dihêle û çavdêriyê diafirîne dimînin. Ew jî dibin şirîkê tiştên ku em dikin. Li şûna ku ji tiştên ku em dikin re dibêjin baş e û bibin şirîkê wê, divê ew bi xwe tiştan bikin, tiştên baş bikin û propagandaya wê bikin. Bila çalakiyên xwe li ser vê bingehê pêş bixin. Nirxê wê çênabe. Em vê dikin. Ne bi daxwaza kesî ye. Ne jî bi zorê tê kirin. Em her tiştî li gorî têgihîştin, teoriya xwe û stratejiya xwe dikin. Em van tiştan li ser bawerî û girêdana xwe ya bi azadiya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dikin û gav davêjin. 
Têkoşîna me ya berê jî ji bo vê bû. Ev girêdana bi nirxan re ye. Wê hişt ku şer bikin. Şer kir. Her kes dizane. Kes nikare înkar bike. Gelê Kurd, ciwan, jin ji bo îspatkirina hebûna xwe, teşhîrkirina zîhniyeta qirker, mêtinger û sîstemê, rastiyê derxin holê, maskeya derewan daxin xwarê, li Tirkiyeyê rastiya Kurd, li dora pirsgirêka Kurd ronakbiriyeke tam û nêrîneke rast derxin holê, ev 41 sal in bênavber şer meşandin e...
 
SIYASETA TIRKIYEYÊ EZMÛNEKE BAŞ NADE
 
Em di wê baweriyê de ne ku ev heta radeyeke girîng pêk hatine. Wekî pêvajoyeke nû; têgihîştin, têkoşîn û stratejiya me çi pêwîst bibîne, ji bo bi cihanîna wê bêyî ku li şert û merc binêrin, bêyî ku encamên wê çi bin ne çi bin, bi baweriya ku rastî ev e, bi biryardarî vê gavê davêjin Ev rewşeke eşkere ye. Lê bi rastî jî siyaseta Tirkiyeyê ezmûneke baş nade. Ev siyaset wê di demek nêzîk de hilweşe. Wê bê mehkûmkirin. Ez vê yekê vekirî tînim ziman. Wê berdewam neke, hilweşe û wê bê nehkûmkirin.
 
Wê çawa bê mehkûmkirin? Wê bibêjin MHP’ê got, nekarî bike. Wê bibêjin ewqas tişt di destê AKP’ê de bûn, her tişt bi desthilata xwe ve girê da. CHP dibêje "Ez partiya damezrîner a Komarê me." Baş e, dema ku Komar hate damezrandin çawa bû û niha çawa ye? Taybetmendiyên serdema xwe ya ku hat avakirin, fam ne kiriye. Niha jî fam nekiriye. Bi desthilatdariyê re şerê desthilatê dimeşîne. Bernameyek demokratîk, tifaq û têkoşînê dananî holê. Yanî bernameya komara demokratîk dananî holê û li gorî pêdiviyên wê tevnegeriya.
 
Hin partî hene. Bi awayekî erênî nêzî vê pêvajoyê dibin. Mesela, partiyên mîna Gelecek û DEVA; ev erênî ne, lê di pratîkê de têr nakin.
 
Hîn jî li eniya siyaseta Tirkiyeyê gaveke nû tineye. Yanî tiştekî nû nehatiye kirin. Li ser mijarên pir teng û rûbirû nîqaşên tehrîk dikin hene. Lê şert û merc pir guncaw in. 
 
Rêber Apo ev qonaxa duyemîn wiha pênase kir: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê gavên pêwîst ên hiqûqî bên avêtin; divê qanûnên entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê bên derxistin. Bala xwe bidinê, em ji bo xwe tiştekî naxwazin. Bi rastî em ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin. Wê civaka Tirkiyeyê ji Tirkiyeyeke demokratîk sûdê werbigire. Hin dibêjin, "Ew ji bo xwe vê û wê dixwazin." Çi eleqeya wê pê heye? Em dixwazin Tirkiye demokratîk bibe. Rêya vê di azadiya Kurdan de derbas dibe. Em vê nabêjin. Mesut Yilmaz jî got, "Riya demokrasiyê ji Amed re derbas dibe." Turgut Ozal jî got. Serokên meclisê di guhdarkirina komîsyonê de ev tişt gotin. Ev gotinên girîng bûn. 
 
Lê guhertinek wisa çênebûye. Niha ji bo pêşxistin û bicîhanîna guhertinên ku ji hêla Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve têne xwestin, di têgihîştin û zihniyetê de gavên pêwîst nehatine avêtin. Hin gotinên bingehîn ên Devlet Bahçelî hene. Ew venaguherin polîtîkayên rojane û pêk nayên. Bi rastî, ew gotinên watedar in. Dema ku her yekê digirin dest, dibînin ku li ser bingeha wê gelek xebat heye ku bên kirin. Lê ew tenê di gotinê de dimînin. Ji bo ku ew di pratîkê de pêk bên ti liv û tevgerek tineye. Ji ber vê yekê, di derbasbûna qonaxa duyemîn û bicîhanîna hewcedariyên qonaxa duyemîn de pirsgirêkek heye. Hîn jî êş tê kişandin. Rêber Apo û em bi biryar in. Em dixebitin, yanî em têdikoşin. Divê her kes bikin û vê rewşê bibînin. Ev tê famkirin; pêşveçûna qonaxa duyemîn bi biryargirtina hin kesan wê pêk neyê. Ew ê bi civakîkirina pêvajoyê û têkoşîna civakê ji bo derbaskirina van astengiyan çêbibe. Ji ber vê yekê, ez bang li her kesî dikim ku pêvajoyê rast fam bikin û bi bandor têbikoşin.
 
NÊZÎKATIYÊN RANTXUR HEWL DIDIN PÊVAJOYÊ SABOTE BIKIN
 
Piştî banga 27’ê Sibatê, me bi gavên pratîkî yên ku me pêşxistin fam kir ku hem li hundir û hem jî li derveyî Tirkiyeyê derdoreke mezin ku ji pirsgirêka Kurd û pevçûna ku wê afirandiye rantxuriyê dikin hene. Bi rastî mirov vê yekê bi baş fam dike. Wisa xuyaye ku ev pirsgirêka ku dibijên pirsgirêka Kurd ji hêla van rantxuran ve ji bo ranta wê bixin hatiye afirandin. Ev sedsal e wisa ye. Hin kes ewqas ditirsiyan, ew dewletên mezin ditirsiyan. Ji ber ku sedsal e stratejiyên xwe li dora vê yekê ava kirine. Xwe bi vî awayî dane jiyandin. Rojhilata Navîn li ser bingeha pevçûna Kurdan mêtine.
 
Niha, dema ku ew bi rewşek wisa re rû bi rû dimînin wê rewşa bêpevçûnê çawa wan biguherîne? Ew ê çawa ji vê rewşê derkevin? Ew ê çawa ranta windabûyî telafî bikin? Ew di nava fikaran de ne.
 
Yên ku hewl didin pêvajoyê sabote bikin ev in. Binêre, me di bernameya dawî de behsa vê yekê kir; piştî wê me dît ku êrîşên rantxuran di her astê de zêde bû. Ji derve gelek daxuyanî hebûn. Yanî zext hîn jî berdewam dike. Li ser kursiya serokê meclisê, ji serokwekîla meclisê Pervîn Buldan re ti gotin nema nekirin. Kesî dengê xwe nekir. Lê Pervîn Buldan bersiva ku heq dikir da aliyê rantxur, êrîşkaran. Prîm neda wan. Bi rastî ji bilî wan kesan, mînak ew neketin komîsyonê. Partiyên din endam şandin komîsyonê. Bawer dikirin ku komîsyon wê vê pirsgirêkê çareser bike. Ger wisa bûya, divê hemûyan wê bêdeng bikirana. Lê ti kesî tiştek nekir. Heta hin kes di bin simbêlan de dikeniyan. Tê famkirin ku gelek raxtxur hene ku di navbera Kurdên azadîxwaz û demokrat de pevçûnê derxînin û jê sûd werbigirin. Di çapemeniyê de heye. Me destnîşan kir, li her derê hene.
 
Divê em niha van rantxuran baş fam bikin. Ev nêzîkatiya rantxur li dijî pêvajoyê ye, hewl dide ku wê sabote bike. Ew li her derê êrîşên provokatîf dikin. Ew tehrîk dikin. Di çapemeniyê de çi dibêjin, di hunerê de çi dibêjin, di siyasetê de çi dibêjin, ew li hundir çi dibêjin, ew li derve çi dibêjin? Ev dijminên Tirkiyeyê ne, dijminên Kurdan in, dijminên mirovahiyê ne, dijminên azadiyê ne. Divê em bi vî rengî lê binêrin.
 
PÊVAJO CIVAKÎ DIBE LÊ GELEK LI BENDÊ DIMÎNIN
 
Li aliyê din gelek heye ku têdikoşe. Em vê dibînin. Jin û ciwanan çalakî lidar xistin. Xwedî li têkoşînê derdikevin. Ev yek bandorê li siyasetê jî dike. Di nava siyasetê de jî heye. Yanî yên ku baweriya xwe bi pêwîstiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tînin, baweriya xwe bi serketina wê tînin û di nava hewldana vê yekê de ne hene. Heta astekê fêhm kirine. Gav bi gav dikevin nava çalakiyê. Pêvajo civakî dibe. Çalakiyên jin û ciwanan ên dawî li Tirkiyeyê bû, li derveyî welat bûn. Pêvajoyê ber bi civakîbûnê ve dibe. Gelek rewşenbîr-hunermend jî ji bo vî aliyê meseleyê bang dikin: Li ser girîngiya siyasîbûna pêvajoyê. Beşeke bi vî rengî jî heye. Lê belê beşeke berfireh jî heye ku di navbera herdu aliyan de maye. Li bendê ne. Ew li ser pêvajoyê gotinên bi nakok bi kar tînin, xwe bêdeng dikin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye: Em li bendê bisekinin bê wê encameke çawa jê biafire. Li gorî wan eger pêwîstiyên Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi cih bêne anîn, demokratîkbûn pêk were em ê sûdê jê werbigirin. Nebe jî em ê li gorî wê tevbigerin. Yanî mejî û nêzîkatiyeke welê ya bendemayinê heye. Ev nêzîkatî weke ku pêvajoyê fêhm nake, xumamî dike.
 
Berê hinekî din zêede bû. Di nava derdora welatparêz de jî hebû. Lê belê bi çend hevdîtinên bi Rêber Apo re, daxuyaniyên hatin dayin re nêzîkatiya wan a li pêvajoyê, helwesta wan guherî.
 
Di nava me de jî ji aliyê fêhmkirina pêvajoyê ve lawazî hebû. Yanî em dikarin mikur bên. Em nîqaş dikin. Ji bo pêvajoyê rast fêhm bikin û pêwîstiyên wê bi cih bînin, ji Kongreyê û vir ve di nava şeş mehên derbasbûyî de em timî nîqaş dikin. Di nîqaşan de jî em gihîştin encamên girîng. Ji aliyê fêhmkirina pêvajoyê ve me xusûsên şênber diyar kir.
 
JI BILÎ SERKEFTINA VÊ PÊVAJOYÊ PAŞEROJEKE DIN NÎNE
 
Beriya her tiştî em vê yekê bibêjin: Ev pêvajo yek ji gelek rêyên alternatîf nîne. Ev pêvajo nebe nabe. Ji bilî serketina vê pêvajoyê paşerojeke din a azad û demokratîk ji bo Kurdan, ji bo Tirkiyeyê nîne. Rêber Apo jî anî ziman. Di van nîqaşan de me jî baştir fêhm kir bê ev yek tê çi wateyê: Ya ku ev pêvajo bi xwe re bîne aştî û demokratîkbûn e; li ser vê bingehê qebûlkirina hebûna Kurdan û demokrasî ye. Rewşeke berevajî jî felaket e. Yanî windakirineke mezin e. Niha ji aliyê fêhmkirina vê rastiyê ve kêmasî, lawazî hene. Rewşeke welê heye ku partiyên siyasî jî, derdorên desthilatdariyê jî vê fêhm nake, yan jî ji bo berjewendiyên teng ên desthilatdariya van rastiyên dîrokî dinixumînin. Li nava heman derdorên din ên di navberê de mane jî ev yek nayê dîtin.
 
Weke ku em vê yekê ji bo xwe dixwazin fêhm dikin. Em bidin an nedin? Em vî tiştî bidin Kurdan an nedin? Em bidin PKK'ê yan nedin? Yanî em demokratîkbûna Tirkiyeyê diwazin. Li vê Tirkiyeya demokratîk ne tenê em ê hebin. Civaka Tirkiye bi temamî wê hebe. Lewma em ji kesî tiştekî naxwazin. Her wiha em tengav jî nebûne û nabêjin bila hema tiştek bibe. Yên ku welê fêhm dike jî şaş in. Ti rastiyek nedîtine.
 
Em xeteriyê dibînin. Rêber Apo ev xeterî dît. Dît ku Tirkiye eger demokratîk nebe, ev pêvajo bi ser nekeve wê çi bê serê Tirkiyeyê. Vaye tê dîtin bê Xeze xistin çi halî. Lubnanê lihevkirin qebûl kir. Sibe wê li Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî ferz bikin. Berê jî me got, wê her tişt li Qibrisê biqewime. Gelek derdoran gotin, 'Ev tê çi wateyê?' Ev tê vê wateyê: Tirkiye di nava rêveçûneke rehet û hêsan de nîne. Weke encama Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Duyemîn û Sêyemîn wê li Tirkiyeyê bixin. Ji ber ku Tirkiye bi vî rengî ji nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn derneket. Sîstema ku ew gelekî diecibînin, xwe lê girtine û qebûl kirine ku di nav de bimeşin, wan qebûl nake. Di nava vê sîstemê de cih ji Tirkiyeyê re nîne.
 
Binihêrin, li deverên cuda yên Rojhilata Navîn û cîhanê, hemû bûyerên li ser bingeha hebûna Yekîtiya Sowyetan derketin holê hatin guhertin. Li gorî berjewendiyên sermayeya di ser neteweyan re, li gorî berjewendiyên modernîteya kapîtalîst jinûve hatin dîzaynkirin. Dewleta destpêkê ya ku li gorî Yekîtiya Sowyetan ava bû, dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Ev Tirkiyeya heyî ye. Pirsgirêka Kurd jî bi vî rengî hate afirandin.
 
CHP'yî ji xwe re dibêjin, 'Em partiya damezrîner a komarê ne'. Partiya damezrîner çawa ava bû? Ew partiya ku komar ava kir, kîjan siyaset meşand? Şert û merc çi bûn? Gelo heman şert û merc niha hene? Tu radibe heman tiştî dubare dike. Halbûkî li holê tiştek nemaye.
 
Em naxwazin kesî bitirsînin. Her wiha em tiştekî ji kesî jî hêvî nakin, naxwazin jî. Lê belê em naxwazin Kurd û Tirkiye bi felaketekê re rû bi rû bimînin. Yanî em naxwazin encamên giran derkevin holê. Ji xwe sed sal in, sed û pêncî sal in ev yek bi serê wan ve hat. Bila ji vê yekê rizgar bibin.
 
Ji bo Tirkiye li hemberî van bûyeran bi xurtî bisekine, li ser piyan bisekine tenê rêyek heye: Azadiya Kurdan, demokratîkbûna Tirkiyeyê. Serketina Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ye. Ev yek tercîhek nîne. Ev yek mecbûriyetek e. Ji bo paşeroja demokratîk mecbûriyet e. Ji vê wêdetir felaket e. Komikeke şer û nakokiyan e ku dawiya wê nediyar e. Gelo gelekî zehmet e ku ev bê dîtin û fêhmkirin? Bila hinekî çavê xwe vekin, serê xwe bixebitînin. Korbûneke di vê astê de gelekî zêde ye. Pêvajo pêvajoyeke bi vî rengî ye.
 
JI BO SERKEFTINA PÊVAJOYÊ ÇI PÊWÎST BE EM Ê WÊ BIKIN
 
Mebesta min ji vê vegotinê çi ye? Yanî ev pêvajo pêvajoyeke tercîhê nîne. "Ev nebe em ê ya din tercîh bikin, nîne". Na. Yek pêvajo ye. Ya wê bi ser bikeve ya wê bi ser bikeve. Eger bi ser nekeve wê felaket bibe. Ji ber vê yekê em di vê mijarê de bi biryar in. Ji bo serketina pêvajoyê jî çi pêwîst be em ê wê bikin. Em ê bi her awayî têkoşînê bimeşînin. Êdî veger nîne. Yên ku li benda vegerê ne, xewn û xeyalan dibînin. Wê li neyîniyeke mezin rast bên.
 
Yên ku dibêjin, 'Em bisekinin, li bendê bimînin, wê bibe yan nebe, li gorî wê em ê aliyê xwe diyar bikin. Eger li ya berê vegere em ê jî bibin alîgirê ya berê' û disekinin, wê gelekî winda bikin. Rantxur, belê bi dijminane êriş dikin. Yên têdikoşin, yên pêvajoyê fêhm dikin wê bi ser bikevin. Paşeroj wê ji aliyê wan ve bê afirandin. Lê belê eger yên ku dibêjin 'Em li bendê bisekinin û bibînin' helwesta xwe neguherînin, eger tevkariyê li serketina vê pêvajoyê nekin, wê bibin afirînerên felaketê. Piştî wê demê wê gotineke kesî nemîne ku bibêje. Wê nikaribe bibêje 'Binihêrin bi ser neketin'. Ji ber ku wan bi xwe wê asteng kiribin. Guneh wê di stuyê wan de be.
Lewma ez careke din dibêjim. Yanî em li gorî feraseta xwe ji demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji çareseriya azadiya pirsgirêka Kurd, ji çareseriya entegrasyona demokratîk, ji banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo bawer dikin, ji ber ku em vê yekê rast dibînin pêwîstiyên wê bi cih tînin. Li ser vê bingehê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Bêguman em ê vê pêvajoyê bi ser bixînin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê bi ser bikeve. Wê bi ser bikeve. Em ê bi ser bixînin. Kî çi dike bila bike.
 
Pêvajo ne pêvajoyeke sekinî ye, statîk nîne. Pêvajoyeke muzakere û bazariyê nîne. Rêber Apo gelek caran anî ziman. Me jî anî ziman. Lê belê ev yek bi temamî nehate fêhmkirin, nehate birêxistinkirin û pêwîstiyên wê bi cih nehate anîn. Pêvajo pêvajoyeke têkoşînê ye. Ji ber xwe ve nabe, bi peymanan nabe. Kesek wê tiştekî nede kesî. Wê bi têkoşînê bê bidestxistin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoya têkoşîna siyasî demokratîk e. Tu yê vê têkoşînê bi rêxistin bike, bi pêş ve bibe û bi ser bikeve. Ji bilî meşandina têkoşînê bi vî rengî û ji bilî serketinê çareyeke din nîne.
 
Wê demê vî tiştî dide, vî tiştî nabe, ev gavê diavêje, ev navêje. Hinek radibe dibêje; PKK gavê diavêje, hinek navêje. Belê, biavêje wê kiribe. Ew ê bi ser bikeve yanî. Yê li bendê bisekine wê bi ser nekeve. Eger gavê neavêje divê mirov gavê bidina vêtin. Rêber Apo got: Eger civak xwedî li pêvajoyê derkeve, têbikoşe wê yên karibe gavê bi hêzên gavê neavêje bide avêtin. Bi taybetî jin, ciwan, gelê me, gelên Tirkiyeyê û hêzên sosyalîst divê vê rastiyê baş bibînin. Bi têkoşînê dikarin gavê bidin avêtin. Têkoşîn pêwîst e. Ji bo vê jî divê mirov xwedî li pêvajoyê derkevin. Pêwîstiyên pêvajoyê hîn bêhtir bi rêxistin bikin. Rêber Apo got, 'Pêvajoya civaka demokratîk'. Divê em rêxistiniya civaka demokratîk li her derê bikin. Ji bo birêxistinkirinê jî seferber bibin. Mal bi mal, mirov bi mirov, ne tenê li nava derdorên têne naskirin, lê li her derê bi du qatî çalakî bêne kirin, propaganda û karê rêxistiniyê bi du qatî, bi sê qadî divê bê zêdekirin, ev yek li Kurdistanê, li Tirkiyeyê bê belavkirin, hejmara demokrat û welatparêzan bê zêdekirin. Divê em pêvajoyê weke rastiyeke têkoşînê û rêxistiniyeke bi vî rengî bibînin. Di çalakiyên dawî de işaret bi vê yekê tê kirin, ber bi vî alî ve diçe. Lewma em dibêjin: Civakê dest bi fêhmkirinê kiriye, hîn bêhtir xwedî li pêvajoyê derdikeve. Civakîbûna pêvajoyê bi vî rengî pêk tê. Dema ku ev pêk hat, hingî qonaxa duyemîn dikare destpê bike. Bi çalakiyên civakê derbasbûn li qonaxa duyemîn dikare bibe. Ji nîqaşên li ser bendewariya ji hinekan, divê mirov bi têkoşînê vê yekê pêk bînin.
 
EM Ê TEORÎ Û PRATÎKA SOSYALÎST PÊŞ BIXIN
 
Me jî li ser çapemeniyê Konferansa Ji Nû Ve Sosyalîzm şopand. Em hê hûrgiliyên wê nizanin. Îro encamên wê eşkere dibin. Em hêvî dikin ku encamên wê li gel çapemeniyê werin parvekirin. Dema ku hatin eşkerekirin em ê bibînin û binirxînin.
 
Beriya her tiştî em îfade bikin; navê wê girîng e. Ji Nû Ve Sosyalîzm. Ev yek nayê vê wateyê. Yek: Ya pêşiya wê red dike. Du: Ya pêşiya wê weke heyî berdewam dike. Me bi vî awayî fêm kir: Dersstandina ji ya berê, dersstandina ji xeta û kêmasiyên berê û pêkanîna guherîn, veguherîn û sererastkirinên hewce, xwenûkirin, nêrîneke nû ya sosyalîst, bernameyeke nû, stratejî û çalakiyeke nû û pêşxistina rêxistin û çalakiyan. Me bi vî awayî fêm kir. Ger me rast fêm kiribe, şaş fêm nekiribe, girîng e û em girîng dibînin.
 
Rêber Apo jî di Banga Aşitî û Civaka Demokratîk de û manîfestoya ku girêdayî vê bingehê pêş xistiye de, herî zêde bal kişand ser jinûvepêşxistina tevgera sosyalîst. Bernameyê da. ‘’ Got: ‘’Em ê hem pratîk û teoriya sosyalîst pêş bixin, em ê vê yekê girêdayî şert û mercên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn birêxistin bikin û pratîk bikin; hem jî di asta gerdûnî de ji bo pêkhatina enternasyonala sosyalîst ya nû bixebitin.’’ Banga Enternasyonala Komunal kir. Got: ‘’Em enternasyonalîzmeke nû ava bikin.’’ Ev gelekî girîng bû.
 
Em jî weke Tevger hewl didin van yekan fêm bikin. Me nirxandin û em dinirxînin. Girêdayî vê yekê em hewl didin xwe nû bikin, nêrîna xwe sererast bikin, birêxistinbûn û asta xebata ku ev yek hewce dike, pêş bixin.  Me nîqaşên bi vî rengî jî bi rê ve birin. Em ketin nava hin xebatên diyar jî. Em hêvî dikin ku wê encam erênî bin. Em bala xwe didinê ku em xeta û şaşiyan nekin. Ger em xeta û şaiyan nekin, rast fêm bikin û bi awayekî afirîner bikevin nava pratîkê, wê pêşketin pêk were. Hêviya me bi wî rengî ye.
 
Em ji vê yekê hêvîdar in; Cîhaneke ku ji vê yekê re vekirî ye, heye. Rojhilateke Navîn ya ji vê yekê re vekirî ye, heye. Zemîna Tirkiyeyê jixwe ji vê yekê re vekirî ye. Ez dikarim ji bo Tirkiyeyê vê yekê bibêjim. Erê, Yekîtiya Sovyetan belav bû. Beriya wê jî dogmatîzm, qalibkerî û şikilperestî gelekî zêde bû. Her çend piştî hilweşîna pergala sovyetan hin nîqaş çêbibin jî, nêzîkatiyên teng-dogmatîk dîsa jî gelekî bi bandor bûn. Sînorên wê teng bû, tevger û rêxistinên sosyalît nekarîn pêşketina nû pêk bînin. Lê belê israrek jî çêbû. Çawa ku xwenûkirin û pêngavavêtin pêş neketin, berovajî vê yekê hilweşîn jî pêk nehat. Di domandina ya heyî de jî israrek çêbû.
 
Damarek heye. Damareke sosyalîst ya ji destpêka sedsala borî tê, ya ji Mûstafa Sûphiyantê û li gel  Mahîr Çayanan pêngaveke nû avêtiye, heye. Her çend bi awayekî afirînerî nûkirin û veguherandina pêngaveke nû pêk nehatibe jî, xwedîlêderketina vê yekê,  devjêbernedana vê yekê û israrkirina li ser vê yekê pêk hat.  Ev helbet rewşeke têrker nebû. Lê belê dîsa jî ji bo tevgerîna li ser rewşeke hêvîdêr bû.
 
Ji aliyê din ve di asta gerdûnî de jî em vê yekê dibînin. Reşbînî, bedbînî û devjêberdana ji sosyalîzmê ya di pêvajoya belavbûna Yekîtiya Sovyetan ya 35 salan beriya niha de bi dawî bûbû. Ew hate derbaskirin. Bi demê re çerxên îstîsmarê yên pergala modernîteya kapîtalîst zêdetir bûn, zêdetir hov bû. Hem di serî de jin pêşxistina îstîsmara li ser karker-kedakar û civakê hem jî êrîşên li ser xwezayê, êrîşên endustriyalîzmê û êrîşên ekolojîk gelekî zêde bûn. Ji bo îstîsmarkirina civak û xwezayê, pêşxistina qezenckirina herî zêde rêbazên îstîsmarkirinê gelekî zêdetir kûr kirin.
 
Ev rewş berê rewşenbîr, rewşenbîrên sosyalîst û siyasetmedaran dide lêgerînên nû. Lêgerîneke bi vî rengî heye. Her çend perçeyî jî be, êdî sekneke ku şînê digire yan jî belav dibin û berê xwe didin lîberalîzmê û dibêjin ku çima Yekîtiya Sovyetan belav bû, tune ye. Lêgerînên têkildarî fêmkirina wê, dipirse bê ka çima wisa lê hat, xwe ji vir derdixe û nû dike, li gorî egerên serdema nû teorî û rêxistina sosyalît pêş dixe, heye. Di nava civakan de jî û di nava jin, ciwan, kedkar û karkeran de lêgerîn zêde ne. Ji ber ku zext û îstîsmarkirin zêde ne lêgerînên rizgariyê jî zêde ne.
 
Bi kurtasî ger li gel teoriyeke nêrîna sosyalîst a rast, li bernameya wê û sytarejî û taktîkên wê were pêşxistin û girêdayî vê yekê xebatên birêxistinbûn û çalakiyan werin pêşxistin li qadên cuda yên cîhanê wê hişmendiya sosyalîst pêş bikeve. Dema ku em li geşedanên li seranserê cîhanê dinêrin em vê yekê bi awayekî hêsan dibînin. Ji ber vê yekê banga Rêber Apo, bû bangeke têkildarî êdî pratîkkirina van yekan. Nirxandinên wî bi temamî xwe dispêrin vê zemînê û me jî li gel nirxandin û nîqaşkirina vê zemînê hêvî û baweriya xwe ya  wê ev xebat ser bikevin, nîşan da û derxist holê. Ev gelekî bi hêz e.
 
Rêber Apo, ji hemû bizavên azadîxwaz ên berê re, ji lêgerîna heqîqetê re ya di tevahiya dîrokê de derketî holê, hewlên têkildarî dersstandina pratîkên lêgerînvanên azadiyê, dîsa nirxandinên têkildarî dîroka tevgera sosyalîst ya 150 salan, li gel rexnekirin û rexnedayîna daneheva vê tecrûbeyê ew parzandine, dersên wê derxistine û li gorî şert û mercên pêvajoya em têde hişmendiyeke sosyalîst û têkildarî pêşxistina teorî, bername, stratejî û taktîkê xebatên gelekî girîng bi rê ve birin. Xebatên gelekî dîrokî û girîng bi rê ve birin. Yanî bes ne ji aliyê tevgera sosyalîst ve; ji aliyê hemû bizavên dîrokê yên azadîxwaz ve rêya serkeftinê û paradîgmaya wê derxist holê.
 
Tevî hemû hewlên berê, cesareta bêhempa û fedekariyê çima bi ser neket? Pirsên weke tew weke Şoreşa Cotmehê ya serkeftin bi dest xistiye, yên bi dehan salan rû dan çima belav bûn, kirin û zîhniyeteke weke kesên serkeftin bi dest nexistine wê serkeftinê bi dest bixin , parastina serketina hatî bidestxistin, nêrînek, teorî, bername, stratejî û taktîk derxist holê. Teoriya Modernîteya Demokratîk vê yekê îfade dike. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, civaka xwe dispêre  azadiya jinan bi temamî paradîgmayeke bi vî rengî ye. Xeta Modernîteya Sosyalîst a Demokratîk derxist holê. Li dijî Modernîteya Kapîtalîst weke teorîk, bername, stratejî û taktîk Modernîteya Sosyalîst a Demokratîk pêş xist. Bi vî awayî rêya birêxistinbûn, têkoşîn û rizgariyê nîşanî hemû bindestan da.
 
GER BIXEBITE WÊ BI ENTERNASYONALA KOMUNAL RE BIXEBITE
 
Girêdayî vê yekê ger bixebite, dibe ku Enternasyonaleke Sosyalîst ya nû derkeve holê, dikare were avakirin. Dikare xwe bigihîne Enternasyonala Komunal jî. Em ji vê yekêbawer dikin. Tevlî xebatên ku di vê çarçoveyê de hatine kirin, dibin û girîng dibînin. Bi nimûne, civîna Ji Nû Ve Sosyalîzm a li Tirkiyeyê hate kirin- di gel ku naveroka wê nayê zanîn- hewl û pêngaveke bi vî rengî gelekî girîng e. Yanî ev pêngav bi rastî jî li gel rexne û rexnedayînê dersên paşerojê bistîne wê gelekî baş be. Di pêvajoya nû de ger em meşandina têkoşîna îdeolojîk a bi hev re derpêş bikin, baş e. Yanî divê em hemû we gigihînin heman fikrê. Lê belê divê em weke hevalan bikaribin nîqaş bikin. Divê cudahiyên fikrî berê me nede şerên rêxistinî û ber bi bi cudabûnê ve nebe.
 
Nîqaşkirina îdeolojîk a weke hevalan, weke polîtîk têkoşîna hevpar a li dijî pergala modernîteya kapîtalîst, pêşxistina sosyalîzma demokratîk û têkoşîna belavkirina ji bo hemû qadan. Yanî di vê pêvajoyali pêşiya me de, em di wê baweriyê de ne ku wê li herêmên cuda û di asta gerdûnî de bibe têkoşîna herî zêde pêş dikeve. Em ê jî bi hemû hêza xwe tevlî vê yekê bibin.
 
A rastî hin tevger me weke sosyalîstên çepgir nehesibandin û nahesibînin. Ji berê heya niha tim û tim weke ‘’tevgera neteweyî’’ hesibandin. Ev şaş bûn. Erê, serdemekê xeta rizgariya neteweyî hate pêşxistin, têkoşîn li ser wê bingehê hate meşandin. Ew hewcehiyek bû. Lê belê PKK, Rêber Apo ji hişmendiya sosyalîst çûn wê derê. Derketina PKK’ê û kombûna wê li ser sosyalîzmê pêk hat. Ji pirsgirêka Kurd ber bi sosyalîzmê ve nayê. Di rastiyê de ji sosyalîzmê ber bi pirsgirêka Kurd ve çû. Rêxistinê ji bo pirsgirêka Kurd têkoşîn û fikr pêş xistin. A niha jî dixwaze pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê de têkoşîna sosyalîzma demokratîk li hemû qadan pêş bixe û bike têkoşîna xurtkirina wê.
 
Ez kesên ku van xebatan bi rê ve dibin silav dikim. Ji wan re serkeftinê dixwazim.
 
DÎROKA AZADIYA KURDAN DIKEVE SALA XWE YA 48’EMÎN
 
Em vê Mijdarê di 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê de ne. Dibe Mijdara 47’emîn. Ger em PKK’ê ji bo dîroka Kurdan weke mîladekê bigirin dest, dîroka azadiya Kurdan dikeve sala xwe ya 48’emîn. Ev rastiyek e.
 
Girêdayî vê yekê ez 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê, cejna me ya Partiyê- ku me di serdema avakirinê de biryara berxwedanê da, vê avabûnê şoreşa vejînê hate pêş xist- cejna me ya berxwedan û vejînê di serî de li Rêber Apo hevrêyan, gelê me û hemû dostên me pîroz dikim.
 
Ez bang li hemû kesan dikim ku çawa ku heya niha 27’ê Mijdarê hatin pîrozkirin, di serî de hemû gelê me yê welatparêz, jin, ciwan ez hemû  dostên me bi coşa cejna mezin vedixwînin pîrozbahiyê 27’ê Mijdarê. Divê têkildarî vê yekê dudiliyek çênebe.
 
Em çima vê yek diyar dikin? PKK’ya ku 47 salan beriya niha hate damezrandin, di van 46 salên li dû xwe hiştî de li ser xeteke stratejîk û îdeolojîk têkoşînek da meşandin. A niha di vê sala 47’emîn de guherînên gelekî girîng kirin. A rastî ew guherîn hemû di sala 47’emîn de nekirin. Yanî di salên 2003, 2004 û 2005’an de jî kirin. 20 salan beriya niha guherîn kirin. Her wiha beriya wê, ji nîveka salên 90’î ve tim fikr û lêgerînên nû yên Rêber Apo çêbûn. Ji Kongreya 5'emî’ heya niha nirxandinên wî yên teorîk, nûjeniyên ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve, di birêxistinbûna nêrîna sosyalîst de di şexsê PKK’ê de nûjeniyên hatin kirin,çêbûn.
 
Lê belê guherîna paradîgmayê di salên 2003-2004’an de pêk hat. Jinûveavakirina PKK’ê girêdayî wê paradîgmayê di sala 2005’an de çêbû. Di sala 2025’an de, 20 salan piştre di 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê de jî; ne jinûveavakirina PKK’ê, PKK’ê biryareke ku bidawîkirina hebûna PKK’ê ya rêxistinî îfade dike, stand.  Ev biryara xwe spart vê yekê: Dev ji ji stratejiya netew-dewlet a PKK’ê 46 salan esas girt û ji stratejiya rizgariya neteweyî ya vê xetê esas digirt, berdaye, jê dûr ketiye, guherandiye û biryara ku weke fikr û pratîk, xet û stratejita xwe di vê xalê de ji binî ve guherandiye, stand. Di rastiyê de dema ku wisa lê hat hem guherîna xeta wê ya teorîk-îdeolojîk, hem jî guherîna di stratejiyê de ji bo PKK’ê guherîneke mezin anî û hewce kir. Paradîgmayeke nû hatibû pênasekirin. Ew paradîgma li gel Manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk zêdetir hate pêş xist. Nûjenî lê zêde kirin, hin cih sererast kirin û temam kir. Hm jî ev yek danî holê: pêkanîna teoriya modernîteya demokratîk, aha beriya niha dema di nirxandinan de dihat sepandin, digot ku dibe bi rêya stratejiya ku ber bi şerê rizgariya neteweyî ve dibe jî pêk were. A niha dev ji vê stratejiyê berda. Yanî aliyekî biryara bidawîkirina hebûna PKK’ê ya rêxistinî jî bi temamî bidawîkirina nêzîkatiya têkoşîn û stratejiya bi vî rengî bû.
 
Erê, gelo hewce dike ku li hemberî zextan berxwedan hebe û têkoşîn were meşandin? Got ku ev yek wekw têkoşîna siyasî ya demokratîk tê meşandin. Got ku ger êrîşeke ku wê derbas dike, çêbibe, li hemberî hebûn û îfadeya azad bibe astengî, wê demê wê li ser bingeha xweparastinê berxwedan were pêşxistin û serhildan were kirin. Yanî taktîka xweparastinê anî rojevê. Weke palpişta stratejiya siyaseta demokratîk, têkoşîna hiqûqî pênase kir. Girêdayî van yekan stratejiyeke siyaseta demokratîk pênase kir. Dema ku wisa lê dihat jî PKK’ya berê bi temamî diguherî.
 
LI SER BINGEHÊ TEVGERA KOMUNÊN DEMOKRATÎK EM XWE RÊXISTIN DIKIN
 
Weke PKK êdî dewamkirin, ne pêkan bû, ne rast bû. Dawî li hebûna xwe ya rêxistinî anî. Li ser bingehê manîfestoyê em di pêvajoya guhertin, veguhertin û jinûve sazkirinê de ne. Li ser bingehê Tevgera Komunên Demokratîk li her qadê, ji herêmî girêdayî stratejiya siyaseta demokratîk em xebatan bi rêxistin dikin, pêş dixin û em ê pêş bixin. Xebatên di vî alî de hene. Wê ji herêmî pêş bikeve, ji bingehê pêş bikeve, wê ji hola qanûnî pêş bikeve. Ne bi rêxistinbûneke mina sala 2004-2005’an a li meclîs û komîteyan, lê dê bi rêxistinbûnan pêş bikeve û li her derê siyaseta demokratîk esas bigire. Helbet li ser esasê hiqûq û xweparastinê dê vê stratejiyê bimeşîne. Li ser bingehê feraseteke wiha, ev guhertin çêbû. Hebûna rêxistinî ya PKK’ê hate bidawîkirin. Cara ewilî ye em di salvegera damezrandina PKK’eyeke ku dawî li hebûna xwe ya rêxistinî aniye de ne.
 
Kongreya 12’an nirxên PKK’ê pênase kir; kir malê dîrok û civakê. Destpêkê bang li jinan, ciwanan, karkeran, kedkaran û tevahî gel kir. Got, “Her tim xwedî li van nirxan derbikevin. Êdî em dikin malê we. Ji bo rêxistinbûna komuna demokratîk a nû û têkoşîna wê bingehekî baş e; xwedî lê derkevin û di wan xebatan de van nirxan bidin jiyîn.” Ev banga girîng bû. Ji aliyê gelê me ve hate esasgirtin, tê esasgirtin. Em vê çavdêr dikin, ji vê bawer dikin.
 
PÊŞENGTIYA PARTIYA ŞEHÎDAN DÊ BER DAYÎNÊ DEWAM BIKE
 
Rêber Apo PKK weke “Partiya Şehîdan” pênase kir. Got, “Dijîn bi rengê PKK’ê.” Gel got, “PKK gel e, gel li vir e, em in.” Me jî -em bêjin Apoyî, Tevgera Apoyî- PKK weke “Partiya Rêbertî û Şehîdan” pênase kir.
 
Eger em van pênaseyan hemûyan kom bikin, çi dibe? Partiya Rêbertî, Partiya PKK, Partiya Şehîdan, Partiya Gel… Gelê welatparêz û demokrat, li cihê xwe disekine. Şehîd weke nemir, timî weke ku hebûna xwe didomînin disekinin. Rêbertî bi paradîgmayeke nû nasekine, pêşengiyê ji her kesê re dike, bûye rêbertiyeke gerdûnî.
 
Wê demê em PKK’ê rast fêm bikin. Dawî li hebûna rêxistinî anî. Xebat hatin rawestandin. Êdî weke PKK rêxistinbûn çênabe, xebat nayên kirin. Teqez êdî dê vegera li PKK a berê, çênebe. Weke rêxistinî û stratejî, rêxistin û têkoşînê vegera li PKK’ê çênabe. Têkildarî vê yekê bila ti kes, dijberên me nekevin nava fikarê, dostên me nekevin nava bendewariyê. Nabe. Ew êdî hate guhertin. Di vê yekê de em teqez bi biryar in.
 
Lê nirxên mezin ên ji aliyê PKK’ê ve hatine afirandin, hene. PKK’eyeke ku wiha hatî pênasekirin, heye. Û rastiya Rêbertî jî PKK û Kurdistan derbas kir, di asta herêmî û kûreyî de bû Rêberê ku rêya rizgariyê nîşanî hemû bindestan da. Ev dijî; rastiya herî zindî. Dê hîn zêdetir bijî. Pêşengtiya Partiya Şehîdan gel û me hemûyan li ser piyan dihêle. Hebûna Kurd pêk anî. Yanî zanebûn da gelê Kurd, cesaret da û yekîtî da qezenckirin. Fermandarî kir. Pêşengtiya Partiya Şehîdan; dê ber dayînê û fermandariyê dewam bike. Her tim wê xwedî lê derkeve.
 
Hebûna Kurdên welatparêz, bi vê Rêbertiyê li dora rastiya şehîdan şêwe girt. Gelê Kurd hebûna xwe û bi destxistina nasnameya azad bi rastiya Rêbertî û şehîdan, bi têkoşîna PKK’ê pêk anî. Ji xwe ji ber wê got, “PKK gel e, gel li vir e” û di vê astê de xwedî lê derket, bû nasname.
 
Dema em ji vir lê dinêrin, PKK dîrokek e. Dîrok ne dubarekirina xwe bi xwe ye, ne jî axa mirî ya agahiyên kronolojîk e. Dîrok zanisteke zindî ye, hebûn e. Her tim roja îro ronî dike, îro diyar dike, siberojê ronî dike, rê nîşan dide. Zanista mirov bi zanista dîrokê çêdibe; ku rastiya herî zindî, wê demê rastiya herî zindî ya Kurdistanê, hebûna Kurd û hebûna azadiyê bi têkoşîna PKK’ê, rastiya Rêbertî û şehîdan ava bûye. Ev wê her tim bijî. Ti kes nikare vê paş bixe. Êdî vegera ji bo berê çênabe. Wê pêşdeçûn hebe. Wê civaka demokratîk û komuna demokratîk were avakirin. Wê pêşketinên nû bên bidestxistin. Divê em vê pir baş bizanin. Dema em ji vir lê dinêrin, wê demê rastiya herî zindî dîroka ku dijî ye.
 
PÎROZBAHÎ DIVÊ LI HER DERÊ JI BERÊ ZÊDETIR BÊN LIDARXISTIN
 
Lewma divê li ser bingehê van nirxan xwedî li 27’ê Mijdarê bê derketin û bê pîrozkirin. Divê bê bîranîn. Divê em hîn zêdetir nêzî rastiya Rêbertî û şehîdan bibin, divê em hîn zêdetir nêzî berxwedana gel, rastiya gel û hebûna gelê azad bibin û xwedî lê derkevin.
 
Ev pir girîng e. Ji bo vê yekê em bi coş bibin. Pîrozbahî divê li her derê ji berê zêdetir bên lidarxistin. Em bawer dikin ku dê wisa be. Ji bo fêmkirina vê rastiyê, em hîn zêdetir lêhêrbûn bikin û kûr bibin. Banga min ji bo ciwan, jin, gelê me û dostên me li ser vî bingehî ye.
 
Em ji hemû alî ve xwedî li rastiya Rêbertî û şehîdan, rastiya PKK’ê derkevin. Tişta ji me re pêwîst û ya rast ev e. Ji vî alî ve em li ser rastiya Rêbertî lêhêrbûnê bikin, li ser rastiya şehîdan lêhêrbûnê bikin.
 
Şehîdên mezin ên meha Mijdarê hene. Beşên civakî yên cur be cur li her qadê bi bîr tînin. Em vê yekê hîn zêdetir pêş bixin. HPG-NRÇ di vê meha Mijdarê de şehîdên nû radigihîne. Weke nirxên me yên herî esas, em xwedî li van derkevin. Mesele, Mordem Çewlîk yek ji fermandarên pêşeng ê berdexwedana dema dawî, bi taybetî pêşengê jî berxwedana gerîlayên leheng a li dijî êrîşên li ser bingehê Plana Çalakiya Hilweşandinê ya 3-4 salên dawî bû. Bi rastî jî sembola zanebûn, cesaret, fedakarî û baweriyê bû.
 
Dîsa Cemşîd Elî Esker. Ez van hevalan ji nêz ve nas dikin. Erê, ji Kurdistanê derket, civaka Kurd afirand. Dayikên Kurd zarokên çawa mezin kirine, divê her tim pê serbilind bin. Lê Rêber Apo û PKK’ê jî ev mirov afirandin. Helbet dîtina mirovê mîna heval Cemşîd xweşmirov, xweşhevrê, fedakar, wêrek, bi bawer û egîd, hêsan nîne. Yanî ev têkoşîna zehmet, hêsan nemeşiya.
 
Şehîdên me yên meha Mijdarê jî hene. 11’ê Mijdarê salvegera şehadeta hevrê Delal Amed e. Hevrê Delal ji Amedê derket tevlî PKK’ê bû. Di rêveberiya herî jor a PKK’ê de, hem di fermandariya herî jor a HPG’ê hem jî di ya YJA Starê de demek dirêj wezîfe meşand. Bi rastî jî bi zanebûn, bawerî, tarz û rêbazê xwe perwerde dida, ava dikir, rê vedikir, çareser dikir û dimeşand. Me di şexsê hevrê Delal Amed de hêza çareseriyê û afirêner a jina azad dît. Gelek tişt fêrî me kirin. Ji bo fêmkirina xeta jina azad, fêmkirina rastiya jinê, çawa bi jinê re azad wê were jiyîn û têkoşîn meşandin, gelek tişt fêrî me kirin.
 
18’ê Mijdarê jî salvegera şehadeta hevrê Reşîd e. Sala 2012’an şehîd bûbû. Hemû hevalên me hevrê Reşîd nas dikin, gel nas dike. Hevrê Reşîd di asta herî pêş de ruh, zanebûn û lêgerîna gerîla bi cesaret, fedakarî û fermandariya xwe di asta herî pêş de meşand. Di nava HPG’ê de daket asta fermandariyê. Perwerdeya gerîla dît. Bi rengekî herî baş zanebûna partiyê û îdeolojiya wê kir cehwerî. Di şert û mercên herî zehmet de pêşengî ji şerê 2011-2012’an re kir. Hewl da xeta berxwedanê ya paradîgmaya nû pêş bixe. Di rastiyê de eger me tarz û taktîkên hevrê Reşîd piştre domandiba, dibe ku piştre encamên şerê ku me meşandî hîn cudatir ban. Dibe ku di şer de em hîn pêşdetir çûban. Lêgerînvanekî wisa bû. Timî di nava lêgerînên nû de bû.
 
Bi dehan hevrêyên wisa di meha Mijdarê de şehîd bûn. Şahîn Kilavûz û koma wî dema sala 1982’yan hate welêt, nêzî salvegera damezrandinê ya partiyê şehîd bûn. Ji wê demê heya niha zêdeyî zêdeyî 40 sal in me şehîd dan. Ji destpêka Mijdarê heya dawiyê. Di şexsê hevrê Delal û Reşîd de hem şehîdên meha Mijdarê, di şexsê hevrê Mordem û Cemşîd de hem şehîdên me yên di demên dawî de hatine ragihandin bi soza zindî hiştina bîranînên wan bi rêzdarî, hezkirin, minetdarî bi bir tînim."

Sernavên din

15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin