* Kesên ku li ser tiryakkêşiyê dixebitin, li hember etîketkirina bajaran, teşhîrkirina şexs/malbatan an jî nîşandana tiryakê wekî tiştekî ku tenê xasê hinek kesan e, nerazî ne. Dêrûnnas Murat Burtakuçîn got: "Pirsgirêkên civakî têkoşîna civakî hewce dikin. Divê em bi wan re têkiliyê deynin."
* Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren got, divê pêvajo ji “aştiya negatîf” a ku tenê bêdengbûna çekan îfade dike, êdî derbasî pêvajoya “aştiya pozîtîf” a ku dê tê de verastkirinên hiqûqî bên kirin, bibe.
* Xwişka girtiyê bi navê Şukru Baytar Melahat Sarhan ê ku tehliyeya wî piştî ferzkirina poşmaniyê cara sêyemîn hate astengkirin, got: “Li wî poşmaniyê ferz dikin, birayê min kes nekuştiye ku poşman bibe.”
* Cotkarên ku li Deşta Mûşê hilberîna silqê dikin, diyar kirin ku bi buhayê hatiye dayîn ve nikarin lêçûnên xwe dabîn bikin û gotin: “Em roj bi roj ber bi îflasê ve diçin.”
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûye ser mejiyê wî û li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin dê were şopandin.
* Danişîna ewil a doza rojnameger Perîhan Sevda Erkilinç ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin dê li 23'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê bê lidarxistin. (10.15)
* Danişîna biryarê ya doza Hazal Delal Gencerê ku ji ber Kurdbûna xwe ji hêla cîranê xwe ve hatibû qetilkirin dê li Dadgeha Cezayên Giran a Polatliyê were lidarxistin. (14.00)
