Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye

  • rojane
  • 14:46 13 Cotmeh 2025
  • |
img

EDENE - ÎHD, AATUHAY-DER û OHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê û Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sulucayê aşkera kir. Endamê OHD’ê Azîz Sari, got: “Tecrîd, êrişeke yekser a li dijî aştiya civakî ye.” 

 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Behra Spî Edeneyê (AATUHAYDER), rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di navbera mehên Hezîran-Îlonê de li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê û Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sulucayê hatine kirin, bi raya giştî re parve kir. Daxuyanî, li avahiya Şaxa ÎHD’a Edeneyê hate dayin. Hat destnîşankirin ku rapor li gorî agahiyên di hevdîtinên rû bi rû de, bi rêya nameyan û daxwaznameyan de hatine berhevkirin hatiye amadekirin. 
 
GIRTÎGEHA HEJMAR 1 A BI EWLEKARIYA BILIND A SULUCAYÊ 
 
Di raporê de ji ewil behsa binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sulucayê hate kirin. Hat gotin ku mafê tenduristiyê yê girtiyan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin; sewqên girtiyên zexta lêgerîna nava dev red dikin a ji bo nexweşxaneyê nayê kirin; cezayên disiplînê lê tên birîn; hem li girtîgeha Sulucayê hem jî li ya Kurkçulerê kotaya avê heye ku ava tê dayin qirêjî û bikils e, girtî neçar dimînin ku hem ji bo vexwarinê hem jî ji bo pêdiviyên paqijiyê heman avê bi kar bînin, ji ber vê sedemê neçar girtî neçar dimînin ku ji kantînê ava biha bikirin; xwarinên nebaş, bêhîjyen û kêm tên dayin û rewş agirtiyên nexweş ên divê xwarina wan cuda be jî tê paşguhkirin. 
 
MERCÊN TECRÎDÊ TÊN GIRANKIRIN
 
Di berdewamê de hate gotin ku girtiyên 23 saetan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin tenê ji bo saetekê derdixînin hewşa girtîgehê, ji bo hewşê jî tenê 4 heta 6 kesên li heman korîdorê dikarin biçin û ev sepan tê wateya “mercên tecrîda girankirî”. Bi domdarî binpêkirinên li vê girtîgehê weke sepanên keyfî, cezayên disiplînê, qedexeya pirtûkên Kurdî û rojnameyan, astengkirina hevdîtinan, astengkirina hevdîtinên ser telefonê û nedayîna kargoyan hatin rêzkirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku avahiya Girtîgeha Sulucayê ya bi “tîpa bîrê” gefê li tenuristiya mirovan dixwe, ode bi mezinehiya 8x5’ê ne, pace 30x40 cm û bi têlên qefesê hatine pêçandin. Hat gotin ku ev rewş hem nahêla ronahî têkeve hundir hem jî hewa û dişibe darbesteke ji betonê. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA F A KURKÇULERÊ
 
Di raporê de ji bo Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê jî hate gotin ku heman binpêkirin tên jiyîn. Hat destnîşankirin ku destûr nayê dayin girtî tev li atolye û çalakiyên civakî bibin, girtiyên cezayê muebbedê lê hatiye birîn nikarin bi hev re hevdîtinê bikin û zexta lêgerîna nava dev didome. 
 
Di beşa encamê ya raporê de jî hate diyarkirin ku girtîgeh veguherîne qadên tecrîd û îzolasyona sîstematîk û banga lêkolîna awarte li Wezareta Edaletê û saziyên mafên mirovan hate kirin. Şaxa ÎHD’a Edeneyê û Nûnertiya OHD’ê ya Edeneyê dan zanîn ku rapor tenê bi van her du girtîgehan bisînor nîne û heman şert û merc li seranserî Tirkiyeyê di girtîgehên bi ewlekariya bilind de tên jiyîn û ev bang kirin: “Girtîgeh divê li gorî rûmeta mirovahiyê bên amadekirin.” 
 
Piştî parvekirina raporê, endamê OHD’ê Azîz Sari daxuyaniya hevpar xwend.
 
'TECRÎD, ÊRIŞEKE LI DIJÎ AŞTIYA CIVAKÎ YE’
 
Sari, diyar kir ku gel û derdorên oldar daxwaza xwe ya aştiya civakî, edalet û çareseriya demokratîk bi biryardarî tînin ziman û got: “Polîtîkayên zext û tecrîdê yên sîstematîk ên li girtîgehan êrişeke li dijî vê hêviyê ye. Ev polîtîka ne tenê girtiyan lê tevahiya civakê hedef digirin. Tecrîd, êrişeke yekser a li dijî aştiya civakî ye.”
 
DAXWAZ RÊZ KIR
 
Sari, xwest ku Tirkiye di çarçoveya peymanên navneteweyî de ji bo girtîgehan gavên lezgîn biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Divê mercên tecrîdê yên li ser girtiyan bên rakirin; sepanên îşkence, miameleya xerab û înfaza keyfî bên bidawîkirin; rapirsînên îdeolojîk ên bi destê lijneyên çavdêriyê tên kirin tavilê bên bidawîkirin; di serî de Kurdî pêwendîdanîna bi hemû zimanan divê azad be; girtiyên nexweş divê bên berdan û divê mafê tenduristiyê ji keyfiyeta rêveberiyên girtîgehan re neyên hiştin. Aştiya civakî û demokrasî, bi hiqûqeke wekheviya gelan û hevrûbûna bi rabûrdiyê re misoger dike pêkan e. Tu zext, tundî û polîtîkayên înkarê dê nekare vê daxwaza rewa û birûmet têk bibe.” 
 

Sernavên din

16/10/2025
15:27 Bernameya meşa ‘azadiyê’ ya ciwanan diyar bû
15:25 Li nexweşxaneyê serdanên ji bo rojnamevan Aykol didomin
15:13 Xwendekar li Dêrsim û li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:29 Gef li rojnamevan Rabîa Onverê hat xwarin
14:28 ‘Divê lêpirsîna têkildarî mirina rojnamevan Tosun bê berfirehkirin’
14:26 Komxebata zimanê Kurdî: Divê em li dijî qedexeya ziman li ber xwe bidin
13:35 Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan
13:34 Şîna Yûsûf Gucel bi girseyî hat ziyaretkirin
13:12 Parêzerê Nevzat Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand
13:03 Di doza rojnamevan Bêrîvan Kutluyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:17 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
12:11 Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin
12:03 ‘DNA'yên li ser laşê Rojînê yên kê bin aşkera bikin’
11:35 ‘Komîsyon mecbûr e rêya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bibîne’
11:08 Beşdarên komxebata zimanê Kurdî: Statuya ji bo Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye
10:53 Hêzên Şamê êrişî gundên Siwêdayê kir
10:37 Rapora pisporan a piştî 6 salan: DSÎ û qeyûm biqisûr e
10:29 Li Qoserê ÎHA’yek kete xwarê
10:07 Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin
10:06 Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
09:06 'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
09:04 Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
09:00 ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim
18:59 Rojnamevan Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê
18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye
15:50 Bagdû li ser gora xwe hate bibîranîn
15:40 DMME’yê biryara binpêkirinê da: Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hate girtin
15:05 Ji bo banga hevdîtina bi gel re bang: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:43 Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e
13:54 Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye
13:30 Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
13:16 Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
12:42 Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
12:40 Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê
12:28 Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
11:31 Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
11:27 'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'
11:13 Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin
09:54 Li Wanê xeta trenê ya talûke di pênc taxan re derbas dibe!
09:41 Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye
09:28 Li Kizilpinarê kursên Kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN
13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve