Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir

  • cîhan
  • 13:30 13 Cotmeh 2025
  • |
img

ENQERE - Pedagogê Kanadayî Peter McLaren piştgirî da banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û got: “Di demeke gelên Tirk û Kurd hewl didin peywira herî zehmet a dîroka mirovahiyê bicih bînin de em bi wan re bin.” 

 
Akademîsyen û pedagogê rexnegir ê Kanadayî Peter McLaren piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. McLaren ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re nameyek şand û wiha bal kişand ser girîngiya aştî û diyalogê: “Ez wê wêrekiyê silav dikim ku gotin li şûna çekê hilbijart; piştgiriyê didim wan kesan ku biryar dan ku dîrok bi hibira aştiyê bê nivîsandin ne bi xwînê.”
 
‘EZ VÊ WÊREKIYÊ SILAV DIKIM’  
 
Peter McLaren wiha domand: “Ne weke otorîteyek li ser xaka navbera Dîcle û Tengava Stenbolê de diaxivim; weke şahidekî ji dûr ve diaxivim; weke entelektuelekî ku baweriya xwe bi wê yekê tîne; ruhê mirovan ji bo danîna diyalogê ava bûye ne ji bo zextê; divê mirov bi azadiyê bijî ne bi tirsê. Ji dil bawer dikim ku fikrê azad û nîqaşa demokratîk ne tenê ya neteweyekê ye; lêdana dilê hevpar ê mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê dengê xwe yê piştevaniyê ji bo wan kesan bilind dikim ku li binê tava Anatoliyê û li çiyayên Kurdistanê daxwaza aştiyê dikin. Ez wê wêrekiyê silav dikim ku gotin li şûna çekê hilbijart; piştgiriyê didim wan kesan ku biryar dan ku dîrok bi hibira aştiyê bê nivîsandin ne bi xwînê.
 
NIHA HÊVÎ HEYE
 
Ev kêlî, ev kêliya zirav, lerizî û pîroz bi silavdayinekê dest pê kir. Ev jest ewqasî ji rêzê bû ku yên henekê xwe pê dikirin ji nedîtî ve hatin; lê belê di heman demê de ewqasî kûr bû ku dikare çarenûsa gelekî biguherîne. Dema ku lîderê Partiya Tevgera Neteweperest Devlet Bahçelî destê xwe dirêjî siyasetmedarên Kurd kir, ne tenê bi tiliyan girt; her wiha pirek ji êşên bi salan derbaskirî ava kir. Û Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye, dema ku 27'ê Sibatê Bang Aştî û civaka Demokratîk kir, gotinên wî weke kevokekê li ber bê ket û ji deryayê derbas bû; bi israra hêviyê, ne bi safbûyînê. Zêdeyî çil sal in gelên Kurd û Tirk bi zincîreke êşê ya ji şer, bêbawerî û windahiyan jiyan. Li çiyê deng veda, li xakê jî bi bêdengiya yên nikarin biaxivin giran bû. Ev yek birîneke vekirî ya di dilê Komarê de bû; tu înkarê nekarî vê birînê bipêçe. Û niha li vê derê ev hêvî heye. Piştî wê tarîtiya giran, paceyeke biçûk vebûye. Dengê wê berpirsyariyê tê bihîstin ku aştî êdî ne xeyal e.
 
EZ TEV LI VÎ DENGÊ HÊVIYÊ DIBIM
 
Li goşeya xwe ya dûr a li rojava, min xwest tev li vî dengê hêviyê bibim ku bi diyalogê destpê kir. Ne bi quretiya şîrovekarekî, lê bi dilnizmiya kesekî ku bi gerdûniya êşa mirovan zane bersivê didim. Ji ber ku ez dûr jî bim, min trajediya bi salên dirêj a vî şerî bi êş şopand; min dît bê çawa nifşan birîndar dike. Lê belê di vê berbanga hesas de dengê dibetiyekê heye; dengê hişyarbûneke ji deştên qedîm. Banga ji Îmraliyê hat, silavdayina li hev a dijberan, duayên bêdeng ên dayinên ku zarokên xwe spartine axê... Ev hemû senforiyeke wêrekiyê ye ku li ber bêhêvîtiyê radibin.
 
BILA CÎHAN VÊ YEKÊ JINEDÎTÎ VE NEYÊ Û EV DENG HÎN XURTIR BIBE
 
Bila cîhan vê yekê ji nedîtî ve neyê. Em hemû weke entelektuel, karker, helbestvan û siyasetmedar li gel gelên Kurd û Tirk bin ku vê wezîfeya herî zehmet a dîroka mirovahiyê hewl didin bi ser bixînin: Efûkirin, guhdarîkirina li hev û jinûve jiyana bi hev re. Bila ev yek ne tenê aştiya navbera du gelan be, bila bibe işaretek ji bo tevahiya cîhanê: Bila demokrasî ne malê yên xurt be, bila bibe soza hevpar a mirovahiyê. Çemên Anatoliyê bilindbûn û hilweşîna împaratoriyan dîtin; ji quretiya qralan û ji sebra gundiyan re şahidî kirin. Lê belê dibe ku niha şahidiyê ji tiştekî hîn mezintir re bikin; ne ji yên serketî re, ji avabûna aştiyê re. Bila ew deng hîn xurt bibe. Bila ewqasî xurt bibe û deng veda ku daholên şer bêdeng bike.”
 

Sernavên din

16/10/2025
15:27 Bernameya meşa ‘azadiyê’ ya ciwanan diyar bû
15:25 Li nexweşxaneyê serdanên ji bo rojnamevan Aykol didomin
15:13 Xwendekar li Dêrsim û li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:29 Gef li rojnamevan Rabîa Onverê hat xwarin
14:28 ‘Divê lêpirsîna têkildarî mirina rojnamevan Tosun bê berfirehkirin’
14:26 Komxebata zimanê Kurdî: Divê em li dijî qedexeya ziman li ber xwe bidin
13:35 Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan
13:34 Şîna Yûsûf Gucel bi girseyî hat ziyaretkirin
13:12 Parêzerê Nevzat Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand
13:03 Di doza rojnamevan Bêrîvan Kutluyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:17 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
12:11 Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin
12:03 ‘DNA'yên li ser laşê Rojînê yên kê bin aşkera bikin’
11:35 ‘Komîsyon mecbûr e rêya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bibîne’
11:08 Beşdarên komxebata zimanê Kurdî: Statuya ji bo Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye
10:53 Hêzên Şamê êrişî gundên Siwêdayê kir
10:37 Rapora pisporan a piştî 6 salan: DSÎ û qeyûm biqisûr e
10:29 Li Qoserê ÎHA’yek kete xwarê
10:07 Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin
10:06 Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
09:06 'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
09:04 Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
09:00 ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim
18:59 Rojnamevan Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê
18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye
15:50 Bagdû li ser gora xwe hate bibîranîn
15:40 DMME’yê biryara binpêkirinê da: Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hate girtin
15:05 Ji bo banga hevdîtina bi gel re bang: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:43 Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e
13:54 Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye
13:30 Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
13:16 Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
12:42 Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
12:40 Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê
12:28 Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
11:31 Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
11:27 'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'
11:13 Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin
09:54 Li Wanê xeta trenê ya talûke di pênc taxan re derbas dibe!
09:41 Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye
09:28 Li Kizilpinarê kursên Kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN
13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve