‘Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li ser sererastkirina yasayan biaxive’

ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike û ji bo serkeftina pêvajoyê divê der heqê sererastkirinên yasayî de biaxive. 
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, beriya civîna 10’emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, li Meclisê geşedanên di rojevê de axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, diyar kir ku divê komîsyona Meclisê aliyên aborî, sosyal, çandî û civakî yên pirsgirêka Kurd jî nîqaş bike. 
 
'ÇARESERÎ DI PÊŞXISTINA TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ DE YE’ 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, destnîşan kir ku tenê li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tune ye û li gelek deverên cîhanê pirsgirêkên gel, bawerî û derdorên civakî dijîn hene û got: “Şer û pevçûnên ji ber van pirsgirêkan derketin hene. Careke din derket holê ku di esasê xwe de çareseriya pirsgirêkê bi mizakere û diyalogê û di pêşxistina têkoşîna aştiyê de ye.” 
 
'PÊDIVÎ BI AVÊTINA GAVÊN ŞÊNBER HEYE’ 
 
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêdivî bi micidbûnê heye û got: “Pêdiviya me bi avêtina gavên şênber heye. Gotinên baş, rê û gavên şênber û pratîkî yên vê rêyê fireh dikin girîng in. Ji bo 1’ê Cotmehê demekî pir kin ma. Divê ev pêvajoya guhdarîkirinê bi destê komîsyona jêr bên domandin an jî li gel van guhdarîkirinan hemwext, di mijarên krîtîk de li ser yasayan were axaftin û komîsyon van yasayan bigire rojeva xwe. 
 
DIVÊ EM LI SER SERERASTKIRINAN BIAXIVIN
 
Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 11’ê Tîrmehê de çek şewitandî nekarin vegerin welat. Çima? Ji ber ku yasayeke me tune ye. Ji ber ku Meclisê tu yasayek çênekir. Zemîna vê ya yasayî û hiqûqî nehat amadekirin. Wê demê divê em bipirsin, karê ewil ê komîsyonê çi ye? Divê em bi lez û bez li ser sererastkirineke yasayî ku derfetê dide kesên çekan ber didin bikarin vegerin welat û berpirsyartiya hiqûqî ji holê radike, nîqaş bikin, em çarçoveya wê bilez binirxînin û gavên pratîkî biavêjin. 
 
GUHDARÎKIRINA OCALAN DÊ BAWERIYÊ XURT BIKE 
 
Em dixwazin pêvajo pêş bikeve û em encamekê jê bigirin. Em dixwazin aştî bibe. Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe. Wê demê divê komîsyon li aktorê sereke yê pêvajoyê, li birêz Ocalan teqez guhdarî bike. Di vê mijarê de hewcehî bi şênberiyê, bi biryardayînê heye. Ev ne mijareke wisa ye ku were vehêlandin. Divê bilezûbez û teqez were kirin. Dê bibe gavekî şênber. 
 
ÇARÇOVEYA SERERASTKIRINÊN YASAYÎ
 
Du daxwazên me yên sereke hene; ya yekemîn ew e ku komîsyon tavilê biçe giravê û bi aktorê sereke yê pêvajoyê birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Ya duyemîn jî; divê bi lez û bez em li ser çarçoveya sererastkirinên qanûnî nîqaşan bidin destpêkirin û bi lez pêş bixin.” 

Sernavên din

22/09/2025
21:25 Hêzên hikûmeta demkî êrişî taxa Şêxmeqsûdê kirin
15:19 Li Pulat ê gef li rojnameger Oznûr Degerê xwaribû doz hat vekirin
15:11 Komîsyon vê hefteyê dê li saziyên lêkolînê guhdarî bike
14:30 Fîlmê ‘Heval Birako’ diyarî Nazim Daştan hate kirin
14:23 Li dijî binpêkirinên li girtîgehên ‘tîpa bîrê’ banga hestiyariyê
14:14 Li pêşiya Girtîgeha Sîncanê bang kirin: Dawî li binpêkirina mafê berdana bişert bînin
13:36 TJA’yê ji bo jinên li Efxanistanê bang kir
13:29 HSD: DAIŞ’ê di 10 mehên dawî de 153 caran êriş kir
13:18 TEV-DEM’ê komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir
13:17 NY bi rojeva Filistînê dicive
12:41 Ji bo kursên şaredariyê yên Kurdî û Farisî eleqeyeke zêde heye
11:45 ‘Divê Komîsyon ji bo azadiya Serok Apo û hebûna gelê Kurd zemînê amade bike’
11:21 Xwebûn bi manşeta ‘Vegerin welatê xwe’ derket
11:13 'Xelatên Gurbetellî Ersozê tê wateya domandina kevneşopiya wê’
10:37 Ji gundê Izêrê ku Ocalan dixwest dîsa biçe serdanê: Em li çaverêya wî ne
10:03 Hevalên rojnameger Evran: Di çapemeniyê de mamoste, di jiyanê de heval bû
09:43 Ji şaredariya AKP’ê skandal: Jinên biyanî bi nasnameyên sexte hatin zewicandin
09:34 DFG: Evran dê di têkoşîna gelê Kurd bijî
09:28 Ji bo parastina Keşîşxaneya Varagavankê û Keleha Yoncatepeyê bang kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2025’AN
08:52 Dîroka konsera Koma Amedê diyar bû
08:52 Mihrîcana Surfest II bi konserê bi dawî bû
21/09/2025
16:43 Şaxa DAD’ê ya Enqereyê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:21 Meral Daniş Beştaş: Dibe ku komîsyon hefteya pêş bi Ocalan re hevdîtinê bike
15:55 Ji ESP’ê kampanyaya ‘Çareseriya kedkar’
15:20 2 hezar û 541 kesayetên Sûriyeyî dixwazin hevdîtinê bi Ocalan re bikin
15:05 HSD’ê îdiayên wezareta parastinê ya Şamê derewand
14:49 Ozgur Ozel dîsa bû serokê giştî yê CHP’ê
14:47 Ji hunermend Julîde Kural vîdeoya ‘Ji bo aştiyê gotina min heye’
14:21 Dayikên Aştiyê amadekariya konferansê dikin: Em ji Ocalan bawer in
13:33 Ozel: Li Tirkiyeyê gef li ser hemwelatiya wekhev heye
11:59 Qeyûmê Wanê di 7 mehan de 100 neguhêzbar da ber firotinê
11:40 Walîtiyê pereyê pîrozbahiyê ji budçeya gundiyan xerc kir
11:14 Kaya ê du zarokên xwe winda kirî: Bêyî Ocalan aştî nabe
10:52 Dayik: Ji bo aştiyê azadiya Ocalan şert e
10:40 Hevserokê Giştî yê OHD’ê: Komîte pêvajoyê dirêj dike
10:23 Li Edeneyê ji ber ‘protestoyê’ doz li 2 siyasetmedaran hat vekirin
10:10 Di dibistana Çapemeniya Azad de stûnek: Seyît Evran
09:38 Rêveberiya Xweser têkildarî Dêr Hafirê daxuyanî da
09:36 Hejmara 134’an a kovara Jinê derket
09:16 Bijîşkê Filistînî: Ji alîkariya xurekan zêdetir pêdivî bi alîkariya siyasî heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2025’AN
20/09/2025
19:33 Abdullah Ocalan: Endamên hêja yên çapemeniyê xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne
17:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî biryara Konseya Ewropayê dan: Bila 'mafê hêviyê' pêk bê
16:30 Malbatên rojnamevanên hatin qetilkirin serdana Yenî Yaşamê kirin
16:05 14'emîn Lijneya Giştî ya Jinan a HDK'ê: Divê komisyon bêyî bi derengî bikeve gavên berbiçav biavêje
15:42 Lijneya giştî ya Pîşesaziya Organîze ya Tekstîlê ya Amedê hat lidarxistin
15:24 Bi girseyî serdana şîna Gunay Dînar hat kirin
15:13 Ji bo 3 girtiyên nexweş banga lezgîn: Wan berdin
14:52 Bernameya Belgefîlman a FîlmAmedê diyar bû
14:23 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
14:12 Dayikên Şemiyê: Komîsyonên Heqîqetê pêdiviyeke ku nayê taloqkirin
13:55 Xizmên windayan li aqûbeta Gundem, Tarim û Akin pirsin
11:59 DBP û DEM Partî: Em ê ruhu têkoşîna Apê Mûsa bilind bikin
11:26 Agir bi konên karkerên çandiniyê ket
11:18 Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Apê Mûsa serhildanek bû
11:04 Şewata li Mûglayê didome
10:58 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon tavilê 'mafê hêviyê' daxilî rojeva xwe bike
10:27 Li Girtîgeha Qerçekê mirineke biguman
10:21 SûrFest bi kargehan û konserê dest pê kir
10:10 Texsîvanê êrişî wî hat kirin jiyana xwe ji dest da
10:02 Ji bo Rojîn Kabaîşê serî li Wezareta Dadê hat dayîn
09:48 Welatiyên ji ber bendavê ji cihê xwe bûn, av bi dest wan nakeve
09:29 Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn
09:19 'Heya girtiyên nexweş neyên berdan aştî nayê'
09:09 Li Bazîdê amadekariyên zivistanê
09:06 Ji bo keça xwe ya bi hovîtî hat qetilkirin edaletê dixwaze
09:03 Parêzer Rengîn Ergul: Divê komîsyona ku komîteyê îşaret pê kir têkildarî 'mafê hêviyê' qanûnê amade bike
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2025'AN
19/09/2025
16:39 KCDK-E: Nabe ku ‘Mafê hêviyê’ were taloqkirin
16:24 Nexweşê Alzheimerê Batur 3 roj in winda ye
16:12 Dayikên Aştiyê yên Botanê: Heta Rêberê me azad dibe dê têkoşîna me bidome
15:24 Der heqê nûçegihana me ya nûçeya çeteya fihûşê çêkiribû de lêpirsîn hat vekirin
14:53 Kartpostalên nameya Ocalan li ser bû ji jinên girtî re hatin şandin
14:07 Li Cizîrê dê ‘Meclisa Ekolojiyê’ bê avakirin
13:43 Rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Sumeye Reşîdî giran dibe
12:44 'Rêjeya mirinên zarokên karker ji sedî 10 zêde bû’
12:36 Fîlozofê Awûsturyayî Pfaller piştgirî da Ocalan
12:23 Dayikên Aştiyê pêşkonferans li dar xistin
12:06 Prof. Bromberger: 'Jin, jiyan azadî' serhildana li dijî pergala patriyarkal e
11:18 Li dijî tundiya sîstematîk têdikoşin
10:55 Li Şengalê goreke komî hate dîtin
10:43 DEM Partî: KE dibêje teqez ‘mafê hêviyê’ sererast bikin
10:28 DYA’yê cara 6’an pêşnûmaya agirbestê ya ji bo Xezeyê veto kir
10:20 Li Sêweregê di 10 mehan de herî kêm 11 ciwan neçarî întîharê hatin kirin
09:17 'Divê gava ewil a dewletê azadiya Ocalan be'
09:16 Belgeyên sextekariyê yên Acar derketin holê: Nasname û dîploma sexte ne
09:12 33 sal di ser qetilkirina Apê Mûsa re derbas bûn: Kiryar nehatin dîtin, dosye hat girtin
09:06 Herêm ji navendê zelaltir e: Madem hûn dibêjin 'aştî', bila Ocalan were li Meclisê biaxive
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2025'AN
18/09/2025
17:08 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê Meclis tavilê ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe û bibe yasa
16:30 Bi sedhezaran kes li Fransayê daketin qadan
16:26 Rûspiyên Eyn Îsayê: Em bi HSD’ê re ne
16:20 Eren Keskîn: Dema komîteyê daye pir dirêj e
16:05 ‘Divê Komîteya Wezîran gavên lez û bibandor biavêje’
15:28 Civîna 11’an a komîsyonê: Lêgerîna aştiyê ya Kurdan tenê bêdengbûna çekan nîne
15:07 Komeleya Hîzbûllahî li komîsyonê provokasyon kir: DEM Partiyê eywan terikand
14:24 Doza 19 rojnamegeran: Dê li 10 şahidan neyê guhdarîkirin, qedexeya derketina derve nehat rakirin
14:03 Bedirhanoglû ji komîsyonê re got: Rêveberiya xwecihî dixwazim
13:42 Ahmet Temîz piştî 31 salan hate berdan