* Endama ÇHD'ê Parêzer Gul Kireçkayayê biryara "binpêkirina mafê hêviyê" ya ku DMME'yê der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dabû bi bîr xist û destnîşan kir ku eger ev biryar neyê pêkanîn, dibe ku Tirkiye ji Konseya Ewropayê bê derxistin.
	* Hevşaredarên DEM Partiyê yên Rihayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û gotin ku ew ê destûrê nedin qeyûm.
	* Welatiyên bajarê Agiriyê ku di wê baweriyê de ne tayînkirina qeyûman "dijminatiya li kurdan e" diyar kirin ku divê gel li dijî polîtîkaya qeyûman bibe yek.
	* Danişîna doza têkildarî qetilkirina Narîn Guran di roja sêyemîn de wê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam bike. (10.00) 
	* Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê dê têkildarî mitînga "Jiyanek bi mirovî" dê li otêlek navçeya Beyoglûya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00) 
	* Dayikên Şemiyê dê li Qada Galatasarayê çalakiya ji bo windayan berdewam bikin. (12.00)
	* Wê li gelek bajaran tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên DEM Partiyê bi daxuyanî û meşan bên protestokirin. (12.00-22.00)
	* Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê wê çalakiya ji bo windayan li dar bixin. (12.00) 
	* Li Stenbol  û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş dê daxuyanî bên dayîn. (13.30)
