STENBOL - Ciwanên di Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hatin binçavkirin û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin, hatin berdan. 
	Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Stenbolê Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar xistibû. Di mitîngê de 12 ciwan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibûn binçavkirin û girtin. Ji bo her 12 ciwanan biryara tehliyeyê hate dayin. 
	Tê payin ku ciwan di nava rojê de ji girtîgehê derkevin. 
