* Qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê her tim bi karûbarên derusûlî, nelirêtî û derhiqûqî di rojevê de bûn. Qeyûmên ku şaredarî di nava çirava deynan de hiştin, bûdçeya şaredariyê jî ji bo propagandaya hilbijartinê ya AKP’ê bi kar anî. 
	* Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin. Kirinên qeyûm ev in; rakirina xebat û tabelayên kurdî, bi milyonan şaredariyê xistiye bin deyn, mal û milkên şaredariyê hîbeyî saziyên din kiriye û deriyê kar û îhaleyê ji alîgiran re vekiriye. 
	* Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku  li dijî qeyûman têkoşîna hevpar girîng e û wiha got: “Dibe ku em sibê li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê qeyûm bibînin. Ji ber vê yekê divê muxalefet bi hev re li dijî qeyûman têbikoşin."
	* Şoreşgerê Îtalyayî Heval Marcello anî ziman ku gefa herî mezin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwarin ji aliyê Tirkiyeyê ve û bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî da. 
	* Polîtîkaya qeyûm ya ku desthilata AKP-MHP'ê di çarçoveya "Plana Hilweşînê" de xistiye meriyetê, ji sala 2016'an û vir ve tu encam nedaye.
	* Danişîna doza bersûcên firarî yên Komkujiya Pirsûsê dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bidome. (09.00)
	* Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê dê li dijî tayînkirina qeyûman li Enqereyê bicive. (09.00)
	* Li dijî tayînkirina qeyûman a li 3 şaredariyên DEM Partiyî dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayin û meş bên lidarxistin. (10.00-21.00)
	* TJA dê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê li Qonaxa Îskender Paşayê bide. (11.00) ZINDÎ
	* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civîna koma partiyê li dar bixin. (13.00) ZINDÎ
	* Mihrîcana Şanoya Jinê ya Amedê dê bi promiyera lîstika “Çalakiya Malçêkirî” li Navenda Kongreyan a Çand Amedê dest pê bike. (19.30) 
								