Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome 2025-12-13 21:02:46 AMED -  3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê, di roja 7'emîn de bi eleqeyek xurt berdewam dike.   Di navbera 7 û 14'ê Kanûnê de 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê tê lidarxistin. Festîval di roja 7'emîn de bi eleqeyek xurt berdewam dike.    Di festîvalê de tevî kurtefîlm, fîlmên metrajdirêj û belgefîlman 17 fîlm hatin nîşandan. Roja heftemîn a festîvalê bi kargeha bi navê “Ji bo ku em çîrokên xwe bi zimanê xwe bibêjin: Sînemeya Jin” ku akademîsyen Hulya Ugur Tanriover li dar xist dest pê kir.   Piştre ji saet 13.00'an heta saet 20.00a'n li Eywana Sînemayê ya ÇandAmedê ya 1'ê bi rêzê, fîlmê “Dema Pelên Gûzan Zer Dibin” ku derhêneriya wî Mehmet Alî Konar kiriye, fîlmê “Bihar” ê ku derhêneriya wê Cemîle Şahîn kiriye, fîlmê “Tenê Qezayek bû” ku derhêneriya wî Cafer Panahî kiriye, “Şiwênpence” yê ku derhêneriya wî Zanyar Muhammedîneko kiriye, fîlmê “Sêgoşe” yê ku derhêneriya wî Jîno Hadî Hesen kiriye, fîlmê “Garan” ê ku derhêneriya wî Mahsûm Taşkin kiriye, fîlmê “Mîras” ê ku derhêneriya wê Baran Reihanî kiriye hatin nîşandan.    Piştî nîşandana kurtefîlmên “Sêgoşe”, “Şiwênpence”, “Garan” û “Mîras” temaşevanan têkildarî naveroka fîlman pirs ji derhêner û lîstikvanan kirin. Derhêner û lîstikvanan pirsên temaşevanan bersivandin. Piştî pirs û bersivan plaket dan derhênerên her çar fîlman.   Li Eywana Sînemayê ya ÇandAmedê ya 2'yan jî ji saet 14.00'an heta 18.00'an bi rêzê fîlmê “Dansa Bêdeng” a ku derhêneriya wê Aynûr Ozbakir kiriye, fîlmê “Sîtav” ê ku derhêneriya wê Dîlan Toftîk kiriye, fîlmê “Anîta” ya ku derhêneriya wî Behzad Nalbandî kiriye, fîlmê “Moriya Biçûk” ê ku derhêneriya wê Derya Uygurlar kiriye hatin nîşandan.   Herwiha saet di 15.00'an de panela bi navê “Fanon 100 salî ye” hate lidaxistin. Panela ku moderatoriya wê Evrîm Kaya kir Hakan Karaş, Ezgî Dûman û Dîlawer Zeraq weke axivêr tev li bûn.   Festîvala Fîlman a Amedê, sibe dê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bibe.